Jiyana Laleş Qaso

Laleş Qaso (*1957 li Mêrdînê) nivîskarek kurd e.

Ew ji Bakurê Kurdistanê, ji Mêrdînê ye lê niha li Swêdê bi cih bûye.

Jiyan û kar

Laleş Qaso ji ber nerînên xwe yên siyasî nêzî 10 salan di zindanên Tirkiyeyê ve maye û ketiye ber şkenceyên giran.

L. Qaso ji salên 1990ê ve li Swêdê dimîne û romanan, nivîsaran û helbestan dinivîse.

Berhemên L. Qaso bi gelemperî satîrîk in û rexneyên tûj in hem li dewleta Tirkiyeyê û hem jî li PKKê.

Ta niha şeş pirtûkên Laleş Qaso derketine. Çar jê roman in û yek jî dîwana helbestan e. Sê romanên wî – Sê şev û sê roj, Xezeba Azadiyê û Wêran – mîna trîlogiyê berdewamiyên hev in lê dikarin serbixwe jî bên xwendin. Pirtûka wî ya dawiyê, Ronakbîr, romanek kurt e.

Berhemên Laleş Qaso li hin zimanên biyanî jî hatine wergerrandin, wek erebî û swêdî.

Berhem

  • Daran pel dan, helbest, Stockholm, Weşanên Pelda
  • Sê şev û sê roj, roman, Stockholm, Nûdem, 1999, 328 r. – ISBN 91-88592-43-X
  • Zindanên Diyarberirê û şoreşgeriya me, Stockholm, Pelda, 1999, 363 r.
  • Xezeba azadiyê, roman, Stockholm, Weşanên Pelda, 2000, 312 r. ISBN 91-972275-4-4
  • Wêran, roman, Stockholm, Pelda, 2002. – 303 r. ISBN 9197227560

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !