Mîr Tehsîn kurê Seîd Elî Bek di 15ê Tebaxa sala 1933an li navçeya Baedrê ya ser bi qezaya Şêxan ve ji dayik bû.
Mîr Tehsîn kurê Seîd Elî Bek di 15ê Tebaxa sala 1933an li navçeya Baedrê ya ser bi qezaya Şêxan ve jidayik bû.
Piştî mirina bavê wî Seîd Elî Bek bi 15 rojan, Mîr Tehsîn Bek di Havîna sala 1944an de pileya Mîrê Êzidiyan pê hat bexşîn û ji wê demê ve Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê ye.
Mîr Tehsîn Beg piştevaniya Şoreşa Îlonê kir û di sala 1959an de bi sedema tevgera Ebdulah Şewaf li Mûsilê hate sirgûnkirin û bo Emara û Dîwaniyê li başûrê Iraqê hate şandin û piştre li Bexdayê kete bin “Rûniştina bi neçarî”, piştre Rêberê Şoreşa Îlonê Mela Mistefa Barzanî ew biryara bi hikûmeta Iraqê hilweşand.
Mîr Tehsîn Beg ku demeke dirêj li sirgûnê ma, salên 1992 û 2004’an bû hedfa sûîqestan û bi saxî jê filitî bû.
Mîrê Êzidiyan Mîr Tehsîn Beg di sala 2019an de jiyana xwe ji dest da.