Mele Eliyê Êrsî

Jiyana Mele Eliyê Êrsî

Mele Eliyê Botî (Êrsî), di 01.07.1938an de li bajarê Eruhê li gundê Êrsê hatiye dinyayê. Seydayê Mele Elî kûrê seydayê Mele Evdirezzaq e. Seydayê Mele Evdirezzaq, bavê Mele Elî, di alimtî û mûderissiya xwe de di herêmê de bi nav û deng bû. Bi sedan xwendekarên wî hebûn û di medreseyan de bi zimanê
kurdî dihatin perwerde kirin. Bi sedan feqî li ber destê wî perwerde bûn û karê melatiyê kirin.

Mele Eliyê Botî, li ber destê bavê xwe perwerde bûye û demeke kurt di heremê de melatî kiriye. Mele Eli di nav civata kurdî de çalak bû, giringiyek mezin dida zimanê zikmakî û li çanda kurdî xwedî derdiket. Dema di salên 1960an asimilasyona dewleta tirk Kurdistanê dabû li ber xwe û tirsek mezin di nav civatê de çêbûbû, Mele Elî yek ji wan kesan bû ku parastina kurdîtiyê dikir. Aliyêk wî ji sohbetxweşiya wî bû û di nav herêmê de pir naskirî bû. Di nav tevgera rizgarî ya Kurdistanê de jî kesayetiyêkî çalak bû.

Malbata Mele Elî, di sala 1955 de ji bajarê Eruhê bar dikin û tên li bajarê Wanê bi cih dibin. Mele Elî, li çend gûndên Wanê melatî kiriye û piştre jî di saziyêke dewletê de dest bi memûrtiyê kiriye. Di sala 1956 de dest bi nivîsandina dîwana xwe ya bi navê “Ax Ji Ber Evînê” kiriye. Pirtûkek Mele Elî bi navê “Wefatname” li Iranê çap bûye û çend berhemên wî jî mixabin winda bûne.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !