Jiyana Mele Evdilhadiyê Comanî

Mele Evdilhadiyê Comanî (1917-2003) Nivîskar û Alim e kurê Mele Teyîb e, neviyê Mele Seîd e û di 1917an de li Comaniyê hatiye dinyayê. Comanî, gundek e ku li Herêma Xerzanê dimîne û grêdayê bi qeza Misircê (Kurtalan) ve ye. Ji vî gundî, pir kesên zana, rewşenbîr xasma jî mela rabûne. Mele Evdilhadî xwendina xwe ya medreseyê li ba dersdarê bi navûdeng Mele Mihyedînê Hawêlî temam kiriye. Wî piştre li çend gundan meletî kiriye û dersa gelek feqîyan jî daye.

Mele Evdilhadiyê pirtûkek bi navê Sêkeşan bi zimanê kurdî bi tîpên erebî nivîsiye û di 1998an de ji aliyê Zeynelabidîn Zinar ve bi latînî hatiye tîpguhaztin û di 1998an de ji aliyê weşanxaneya PENCINAR ve li Swêdê çap bûye. Herweha gelek helbestên seyda Comanî jî hene. Helbesta wî ya menşûr, li ser şîna Mele Seîdê Kurdî ye. Mele Evdilhadî di sala 2003an de li Misircê çûye ber dilovaniya Xwedê.

Pirtûk

  • Sêkeşan

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !