Jiyana Mihemedê Mele Ehmed

Mihemedê Mele Ehmed di 07.02.1934 ji dayik bûye. Bandora bavê wî Mele Ehmed, endamê Xoybûnê lêbûye û hîna ciwan e hestên netewî li ba peyda dibin, radibe li gel nemir Derwêşê Mele Silêman, Samiyê Mele Ehmedê Namî û Ebdilezîzê hac Eliyê Evdê yekemîn dezgeha siyasî li rojavayî Kurdistanê damezirandin, ew jî Yekîtiya xortên kurd yên demuqrat li Sûriyê bû. Vê rêxistê ta sala 1957an berdewam kir, tako yekemîn partî hate damezirandin, ew bi endam û tevaya dezgeha xwe tev li partiyê dibin.


Di sala 1960î de yekemîn car tê girtin û dikeve zindana Mezê, di zindanê de Apo Osman Sebrî nas dike û bandora xwe lê dike. Gelek cihên bilind di partiyê de digre, lê rojekê wî hewl nedaye ko perçebûnekê bike, tim wî yekîtî xwestiye û jêre kiriye.
Di 1965an de lîsensê di dîrokî de distîne.


Gelek pirtûk derxistine, ji wan; Xoybûn, Apo Osman Sebrî, Bedirxan beg mîrê Botan, Dîroka partî li Sûryê, Kurdistan, û Qamişlo.
Di 29.09.2009an de, li Dortmundê (Elmanya) çû ser dilovaniya xwedê û li dûv xwe sê kur û keçek û hevjîna xwe Keça Kurd û gelek xewn û hêvî, hiştin.
Hêjayî gotinê ye ko cendekê wî birin li Qamişlo veşartin. Û bila ser we û yê gelê kurd sax be.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !