Merûf Nûdhî yan jî Şêx Merûfê Nûdhî (z. 1753 Silêmaniye – m. 1837 ?) zimannas, wêjevanê kurd e.
Merûf di sala 1753an de li Silêmaniyê qeza Şehrezûrê li gundê Nûdî ji dayik bûye. Navê wî yê rastî Şêx Seyîd Mihemed e.[1]
Merûf Nûdhî perwerdehiya xwe ya pêşîn li Kalakoçanê di medreseya “El-Xaziye”yê de girtiye û piştî wextan koçî Hezarmerdê kiriye li wêderê jî li cem alim Mele Mihemed el-Hacî ders girtiye li wan deran bi wêjevanê kurd Ebdullah Bîtûşî re tê naskirin û berhemên wî yên wêjeyê û helbestan xwendiye.[2]
Berhemên xwe bi zimanê kurdî, erebî û farisî nivîsiye.
Hêjmara pirtûkên wî 50iyê zêdetir in, ji van berheman 30 heb li ser îslamê, 20 heb jî li ser wêje û yê helbestan e.
Pirtûk
- Lûxametnameyî Ehmedî (Ferhengekî Kurdî ya zaravayê Soranî ye)
Çavkanî
- ↑ Şark uleması – r. 301
- ↑ Faruk Bulut, Kürt dilinin tarihçesi (Dîroka zimanê kurdî)