Mihemedê Gavan, anku Mihemedê kurê Îsayê Xelef, hunermend û stranbêjekî kurd bû ku di sala 1934an de li gundê Tilşeîra Aşîtan, li Rojavaya Kurdistanê hatiye ser dinyayê. Malbata wî bi eslê xwe ji gundê Girê Mîran ê Nisêbînê bû, lê ber bi hêla Binxetê ve koçberî gundê Tilşeîra Aşîta bûbû. Di 20 saliya temenê xwe de, stran û lawik û dîlokên reqsê digotin û bi demê re bi deng û awazên xwe navdar dibû û hunera wî bi rewanî û bi gavên fireh bi pêş ve diçû.
Cureyên hunera Mihemedê Gavan
- Stranên şeran, efsane, çîrokên dirêj, pesindarî, bîranîna şehîdan û yên devjeniyê.
- Lawik, dîlokên reqsê, paleyê, dankutê û destarhêrkê.
Hin nimûneyên ji hunera wî
- Şerek ji pesnê malbata Bedirxaniyan û Şaneşîna Botan de.
- Şerê Dêrûna Qulingan a sala 1956an di navbera kurdên Binxetê û leşkerê tirkan de.
- Strana Celalê Haco.
- Strana Hesenê Amerê Helîmê, bi rengê Şano.
- Stranên folklorî, klasîk û komedî, wekî Sofî, Evdalê Zeynê, Qulungo, Birahîmê Gijal, Şemunê Henê Heydo, Siwaro û hwd.
- Hin dîlokên li ser zimanê lawiran bûn mîna Hey rovî rovî rovî hewlile.
Hejmarek ji van stran û dîlokan, Radyoya Kurdî ya Qehîreyê di salên 1958-1967an de diweşandin.
Berhemên hunermendê welatparêz heta sala 1965an gihîştibû deh kasetên tomarkirî yên rengereng; lê li gor malbata wî, bi sedema hin bûyerên xirab hindek ji wan kasetan hatine windakirin.
Hunermend Mihemedê Gavan endamê Partiya Komunîst a Sûriyê bû.
Mihemedê Gavan di 17ê çiriya pêşîn a 1977an, di 43 saliya temenê xwe de çû ber dilovaniya Xwedê û li gundê Tilşeîrê hat veşartin.
Çavkanî
- Samî Ehmed Namî, Mihemedê Gavan û Xemoyê Xerzî du hunermendên jibîrkirî. Di kovara Pirs, 38, havîna 2007an de.