Jiyana Fatma Îsa

Fatma Îsa (z. 1934, Azerbaycan, gundê Erezegin − m. 15’ê rêbendana 2010’an, Ermenistan) stranbêjeke jine ku li Ermenistanê dijiya. Di roja 15’ê rêbendana 2010’an de jiyana xwe li Ermenistanê ji dest da.

Kurtejiyan

Zarokatî

Sala 1934’an da li Azerbaycan, gundê Erezegin hate dinyayê. Piştî 3 salan, bi hemû Kurdan ve hate mişextkirin (sirgûn). Çu gundê Hamzali a Ermenistan û li vir jiyana xwe berdewam kir. Dibistan nexwend. Dema ku bû 14 salî wek hemû keçên Kurd, bi zordariya malbata xwe hate zewicandin. Ji piçukatiya xwe virda xwedanê dengekî xweş û guhekî ji aliyê muzîkêrind bû. Li dora wê dengbêj hebûn û wê jî hez dikir ku mîna dengbêjan kilama bêje. Bi vî avayî ew jî kete nav muzîkê.

Lê wê demê, stranbêjiya keçên Kurdên sunnî, ji aliyê malbat û ji kesên derdorê wan de nedihatê xwestin. Ev yek mina gunehekî dahate dîtin. Ewê jî ji ber vê yekê kilam û stranê xwe dîwanê jinan de, li cem jinan digot.

Xebata wê ya di Radyo Erîvanê de

Di sala 1972an de Radyoya Êrîvanê ji bo ku hine dengên nû yê keçên Kurdê sunnî bibîne lêkolîn çêdike. Vê demê Fatma Îsa bi palpiştiya bûrayê xwe bi xebatkarên radyoyê ra diaxife.

Fatma Îsa wê demê wiha bîrtîne:

“Êw jinê ku wê demê di Radyoya Êrîvanê de stran digotin mîna Sûsika Simo, Zadina Şekir hwd… Kurdên Êzîdî bûn. Lê, ji bo ku dengê jinê Kurdên sunnî jî bê naskirin lêkolînek darxistin. Ji ber vê yekê hatin gundê me jî.

Vê demê temenê min jî pêşve çû bû. Birayê min ji xebatkarên radyoyê pêşniyar kiribû ku bila min jî guhdar bikin. Wan qebûl kir û ez jî guhtarkirim. Min çend stranên klasîk got. Wan ez guhtarkirim û pir keyfxweş bûn. Rojên paşî wan ez birim redaksiyona radyoyê.”

Li radyoye, dengê Fatma Îsa li berpirsiyarê radyoyê Xelîl Muradov ra pir xweş tê. Fatma Îsa di redaksiyonê de kilamên “De Miho”, “Dînamin”, “ Şerê Reya Beşer”, “Gedê Mirzo”, “Dervêşê Evdî” hwd… dibêje û ewan tên qeyd kirin. Bi taybetî kilama “De Miho” di dilê hemû Kurdan de cihekî girîng digre.

Kilama “De Miho” çavkaniya xwe ji evîna keça mîrekî Kurdan Telli û lawekî xizan Miho digrê. Di kilamê de keçik hezkirina xwe ya ji Miho tîne ziman.

Fatma Îsa yek carê di radyoyêda dibêjê û cardin nabêje. Lê ev car têra wê dike ku ji aliyê hemû Kurdan bê naskirin.

Piştî ku Sovyet belav bû Ermenistanê ji wê derê 50 hezar kes sirgûn kirin û Fatma Îsajî yek ji wan bû. Fatma Îsa ku tevî malbata xwe bi sirgûnî hatibû herêma Krasnodarê di nav gel de xwedî ciheke bi hurmet bû.

Di roja 15ê rêbendana 2010an de Fatma Îsa jiyana xwe li Ermenistanê ji dest da.

Stranên wê

  • De Miho
  • Dîna min
  • Şerê Reya Beşer
  • Gedê Mirzo

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !