Jiyana Rojar Wenda

Rojar Wenda bloger û hunerjenekî kurd e.

Di 1972’yan de li navçeya Qoserê ya bi ser bajarê Mêrdînê ve tê dinyê. Dûv re malbata wî vedigere gundê xwe, Xursa Navê. Ji salên dibistana seretayî ve, mîna gelek kurdên bakurê welat, bi zimanê tirkî dest bi nivîsandinê dike. Piştî ku dibistana navîn diqedîne, ji ber destengîya aborî dev ji xwendina dibistanê berdide û di sala 1987’an de dest bi nivîsandina helbestên kurdî dike û di sala 1988’an de, li gel birayên xwe diçe bajarê Stenbolê bi cih dibe.

Di sala 1992’an de, li gel mijûlahîya nivîsandinê, xwe bi xwe dest bi muzîka kurdî dike. Dîsa di heman salê de bi muzîkjen Yusuf Roman re hev nas dikin û li ser pêşnîyaza wî, bi derhênerîya Yusuf Roman, di albuma “Koma Geliyê Zîlan” ya bi navê “Dayika Delal” de, bi sê stranên xwe cih digre, her wiha straneke Xemgîn Bîrhat jî şirove dike.

Di sala 2000’an de, îca dest bi nîgarsazîya bi pênûsa risas dike. Li Stenbol bi tevahî sê pêşangehên kesane, ku ji xêz û karîkaturên xwe pêk tên vedike. Di vê navê de jibo çapkirin û weşana berhemên xwe serî li gelek komel,sazî û destgehên kurd -wekî kovar, rojname, enstîtu- dide, lê mixabîn ji tu yekan bersîvek erênî bi dest naxe.

Ji sala 2010’an bi vir ve, hemû berhem û nivîsên xwe, bi nivîskî bi rêya blogan parvedike, her wiha stran û helbestên xwe, hem werdigerîne zimanê tirkî, hem jî wan bi kurdî û tirkî şirove dike û ji malperên video parvekirinê re dişîne. Rojar Wenda hê li Stenbol dimîne û xebat û xizmeta xwe ya jibo çand û huner û zimanê kurdî didomîne.

Berhema çapkirî:

Wek ku venivîsîye(yazıldığı gibidir), helbest,kurdî/tirkî,kurgu kültür-ankara

 

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !