Jiyana Rukiye Özmen

Jiyana Rukiye Özmen

Li gundekî Cizîra Botan ya bi navê Emerîn ji dayîk dibe. Dibistana seretayî li gund kuta dike. Dixwaze perwerdeya xwe berdewam bike lê derfetên xwendinê çênabin. Di salên 90’î de bi malbatî koçî Elmanyayê dikin.

Ji ber pirsgirêkên bîrokratîk nikare li Elmanyê perwerdeya xwe bi rêk û pêk temam bike. Di zarokatiya xwe de ji bavê xwe fêrî dîrok û wêjeya Kurdî dibe. Di gelek rojname, kovaran de nivîs û helbestên wê hatine weşandin û beşdarî gelek bernameyên TV’yan bûye, bi nivîsandina senaryo û amadekirina belgefîlman xebatên xwe domandiye. Du caran di Rêvebêriya  Enstîtûya  Kurdî ya Elmanyayê de cih girtiye.

BERHEM:

Wêneyê Bîranînan, Helbest, Weşanên Rewşen, 2002

Çîrokên Şevbuhêrkan, Zargotin, Weşanên Doz ,2002

Çîrokên Şevbuhêrkan 2, Zargotin, Weşanên Mezopotamya, 2006

Soro, Xunav û Gur, Zarok, Weşanên Yekîtiya Mamosteyên Kurd, 2014

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !