Mehmet Şahin
Di ber êvara 12’ê tîrmeha 1930’an de leşkerên tirk bi ser gundan de digrin. Zarok, jin, kal û pîrikên 90 salî jî dinavde niştecihên 44 gundên heremê di Geliyê Zîlanê de kom dikin û di 13’ê tîrmehê de bi awayeke hovane bi ser wan de gulê dibarînin.
Komkujiya Geliyê Zîlanê ji komkujiyên pergala Kemalîst a herî mezinan yek e. Di wê komkujiyê de sûcên dij mirovahiyên herî mezin pêk hatin. Ji bebikên ku di zikê dayikên xwe de ne bigrin hetanî kal û pîrikên 90 salî hemû bi awayeke hovane hatin qetilkirin. Li gorî daneyên dewletê yên fermî herî kêm 15 hezar, li gorî çavkaniyên heremî 4-5 qat zêdetirê wê hêjmarî kurd di wê komkujiyê de tên qetilkirin.
Komkujiya Geliyê Zîlanê di pêvajoya serhildana Agîrî de bi destê dewleta tirk pêk hat. Lewre mirov nekare derveyî serhildana Agirî bigire dest. Wekî ku di pêvajoya hemû serhildanan de em dibînin armanca dewleta tirk ne tenê kuştin û tasfiyekirina serhildêran tenê bûye. Armanca wî ya sereke bi tevî serhildêran ve tunekirina malbat û aligirên wan hemûyan bûye. Her tim armanc tunekirina hişmendiya kurd û Kurdistanê bûye. Armanc ji Kurdistanê dûrxistina civaka kurd bûye. Guhertina demografiyê bûye.
Serhildana Agiriyê di bin pêşengiya Biroyê Hesikê Têlî (Biro Axa) û komek şervanê wî di 16’ê gulana 1926’an de wekî şerê nîv gerîla dest pê pê dike. Bi hatina Xoybûnê re Biroyê Hesikê Têlî û şervanên xwe 1929’an de tevli Xoybûnê dibin. Di bin pêşengiya Xoybûnê de serhildan gelek mezin û dorfireh dibe. Di demeke kin de gelek qad tên rizgarkirin.
Artêşa tirk di meha hezîrana 1930’î de bi zêdetirî 40 hezar leşkerî û bi piştgiriya balafirên şer êrîş bir ser qadên rizgarkirî. Balafirên şer konên gundiyan jî di nav de tevahiya gundên heremê bombebaran dikir. Yekîneyên bejahiyê jî hewil didan ji bejahî ve herêmên azad dagir bikin. Balafirên şer bombeyên kîmyevî yên fosfor û yên agir diavêtin. Bi bombeyên agir gund bi tevî niştecihên wê ve dihatin şewitandin. Serhildêr bi tevî malbatên wan ve dihatin şewitandin. Deverên ku ew bombe hatine bikaranîn hêjî nebat lê şîn nabe. Di wê serdemê de rojnameya Cumhuriyetê ji bi bikaranîna bombeyên agir şadiya xwe wiha tîne ziman; “Şer bi awayeke dijwar berdewam dike, şakî di bin bombeyên me yên agir de dinalin…”
Berxwedêrên kurd ji bo astengkirina amadekeriyên artêşa tirk ketibûn nava liv û tevgerê. Li ser fermana Îhsan Nûrî Paşa di bin pêşengiya şervanên endamên eşîra Heyderan de komeke şervanên kurd xeta birûskeyê (telgraf) ya Bazîdê birîn û ji bo berfirehbûna berxwedanê li her deverê dest bi êrîşan kirin. Îhsan Nûrî Paşa di heman pêvajoyê de name ji hinek serokên eşîran re şand. Di wan nameyan de rewşa serhildanê dihat vegotin û ji serokên eşîran piştgirî dihat xwestin.
Kurên Huseyîn Paşayê Kor, Nadir û Mihemed Beg ji eşîra Heyderan re pêşengî dikirin. Eşîra Heyderan di bin pêşangiya wan de li herêma Zîlanê bi cih bibû. Eşîrên Belîkan û Xaliqan jî diyar kirin ku dê piştgiriya wan bikin. Di pêvajoya ku artêşa tirk ji bo êrîşên mezin xwe amade dikir de serhildêrên kurd jî eniya serhildana xwe dorfireh dikirin. Bi êrîşên xwe dixwestin pêşketin û plansaziyên artêşa tirk an têk bibin an jî asteng bikin.
Şervanên kurd di serî de êrîş birin ser navendên leşkerî yên Zîlan û Bûcakê, dû re êrîş birin ser navenda cendirmeyan û herêm desteser kirin. Piştî wê serkeftinê ji bo bidestxistina Erdîşê ketin nav liv û tevgerê. Şervanên kurd bi wan êrîşan dixwestin hêza leşkerî ya ku ji bo çewisandina serhildanê hatiye Agiriyê belav bikin. Di berdewama êrîşan de Hesenebdal hat bidestxistin û pêve girêdayî balafirgeha Erdîşê hat desteserkirin. Di balafirgehê de du balafirên şer hatin şewitandin û du balafirên bombebaranê jî di dema êrîşên bombabaranê de hatin xistin.
Mixabin eniya Zîlanê li gor taktîk û plansaziya şer tevnegeriya. Li gorî plansaziya Îhsan Nûrî Paşa berxwedana Zîlanê dê 4’ tîrmehê de dest pê bikira. Mixabin bêyî agahiya Îhsan Nûrî Paşa eniya Zîlanê di 19’hezîranê de dest bi êrîşan dike û bi artêşa tirk re dikeve nav şerê eniyê ya sing. Ji ber ku ev geşedan di hesabê de qet tunebû û beriya plansaziyê dest pêkiribû biryargeha navendî ya Agiriyê ji geşedanan hayîdar nebû. Lewre ji biryargeha serhildanê ya li Agiriyê ji bo piştgiriyê mudaxale pêk nehat. Piştgirî û alîkariyên pêwîst di demê de nehatin şandin.
Îxanet û komkujî
Di pêvajoya berxwedana Zîlanê de eşîra Keskoyî îxanet li berxwedêrên kurd kir û derbasî aliyê dewleta tirk bûn. Îxaneta eşîra Keskoyî ji bo eniya kurd darbeyeke mezin bû. Ji bo dewleta tirk jî bidestxistina awantajeke mezin bû. Di bin pêşengiya endamên eşîra Keskoyî de ji kurdên îxanetkar tîmên mîlîsan hatin avakirin. Ji ber ku mîlîsên kurd herêm bihust bi bihust dinasiyan di bin pêşngiyan wan de artêşa tirk derbeyên herî giran li berxwedêrên kurd dida. Piştî ku îxaneta eşîra Keskoyî dest pê kir û mîlîsên kurd (qorîciyên îroyîn) di eniya artêşa tirk de li dijî berxwedêran ketin nava şer berxwedana Zîlanê şikest. Weke her carî piştî şikestina berxwedanê qirkirineke xov û dijwar dest pê kir.
Serfermandariya navendî ya giştî ya artêşa tirk di 28’ê hezîrana 1930’î de fermanek şand ji baskên artêşa xwe ya heremê re. Di wê fermanê de dihat xwestin ku di 1’ê tîrmeha 1930’î de êrîşên islehkirinê “tedîp û tenkîl” yanî qirkirin û eciqandina civaka kurd were destpêkirin. Ser fermandariya tirk a gîştî di fermanameya xwe de bi awayeke zelal digot “Gundên ku tevilê berxwedanê bûne û piştgirî dane berxwedanê hemûyan qir bikin, birûxînin û bi şewitînin û ji holê rakin”
Li ser fermana serfermandariya navendî ya giştî di 2’yê tîrmeha 1930’î de li dijî civaka kurd êrîşeke dorfireh a tunekirinê dest pê kir. Artêşa tirk di 2’yê tîrmehê de li gorî plansaziya ku hatibû amadekirin gundên Kaymaz, Haçan, Kalesor, Çîlî û Osmanî bombebaran kirin. Bi bombeyên kîmyevî yên fosfor û agir komkujîyeke dijwar pêkanî û gund wêran kirin. Kevir li ser kevir nehiştin. Piştre jî li Panos û derûdorên wê li dijî gundên ku alîkariya serhiledêran kiribûn dest bi êrîşan kirin.
Di heman demî de dewleta tirk bi dîplomasiya xwe ya navneteweyî ketibû nava hewldana nixumandina qirkirinên xwe yên ku li Kurdistanê pêk tîne. Li ber çavên dewletan bi fîloyên balafirên şer ne tenê heremên serhildêran hemû gundên sivîl yên heremê bênavber bombaran dikir. Bi bombebaranê qirkirinek mezin li ser kurdan destpê kiribû. Malên wan bi serê wan de wêran dikir. Jin, zarok, kal bê cudahî hemû gundiyên sivîl bi tevî heywanên wan ve qetil dikirin.
Geliyê Zîlanê tê dorpêçkirin
Li heremên Bêgir (Mûradiye), Zîlan, Erdîş û Panosê di navbera serhildêrên kurd û artêşa tirk de şerên gelek dijwar diqewimiyan. Bi piştgiriya taqwiyeyên nû artêşa tirk li dijî serhildêran serkeftin bidest dixist. Qadên di destê serhildêran de yek bi yek ji destê wan derdiketin.
Piştî serhildêr ji geliyê Zîlanê vekişiyan artêşa tirk di bin pêşengiya mîlîsên kurd û mîlîsên tirkmenên Erdîşê de bi deh hezaran leşkerên xwe û herêma Zîlanê yê ku ji 44 gundan pêk tê dorpêç dike. Her du bira Silêman Erdînç û Îdrîs Erdînç ên ku bi kiryarên xwe yên hov dihatin nasîn ji mîlîsên tirkmen ên Erdîşê re pêşengî dikirin.
Di pêvajoya serhildanê de gundên geliyê Zîlanê hemû tevli serhildanê bibûn û piştgiriya serhildêran kiribûn. Artêşa tirk windahiyên xwe yên herî mezin di berxwadana Geliyê Zîlanê de dabûn. Lewre dewleta tirk li dijî Geliyê Zîlanê bi rik bû. Li dû tol girtinê bû. Ji bo tolgirtinê jî Mîralay Dervîş beg hatibû erkdarkirin. Mîralay Dervîş di sala 1886’an de li herêma Vardar a girêdayî Makedonyayê hatibû dinê. Xizmê Kemal Dervîş e. Zavayê sakalli Nûredîn Paşa û bacanaxê General Alpdogan ê qesabê Dêrsimê ye.
Ji ber ku meha tîrmehê û dema zozanan bû piraniya gundiyan çûbûn zozanan. Piştî dorpêçkirina heremê fermandarê artêşa tirk Mîralay (Albay) Dervîş Beg bi keyayên gundan re civîn pêk tîne. Di civîne de ji keyayan re dibêje; “Ji bo tespîtkirina serjimarê em ê li gundan serjimartinê pêk bînin. Ji bo serjimartinê hewce ye hemû gundî ji zozanan vegerên gundê xwe û dema leşker werin gund ji bo serjimartinê îmze bavêjin” Her çiqasî bi hinek keyayan re şik û guman û fikar çêbibin û îtîraz bikin jî fermandarê tirk qet guh nade wan û bi awayeke tund biryara xwe li ser wan ferz dike. Soz û bext dide keyayan ku dê gundî tenê îmza bavêjin û vegerin warên xwe û dê tiştek xerab neqewime.
Keya li ser soz û bexta fermandarê tirk gundiyan îkna dikin û di nava çend rojan de gundî ji zozanan vedigerin gundên xwe. Her çiqasî keya ji gundiyan re bibêjin fermandar soz û bext daye tenê ji bo tespîtkirina serjimarê ye jî piraniya gundiyan di nava şik û guman, tirs û xofê de li benda hatina leşkerên tirk in.
Di 12’ê tîrmeha 1930’an de leşkerê tirk bi ser gundan de digrin. Gundiyên 44 gundên heremê di Geliyê Zîlanê kom dikin û di 13’ê tîrmehê de bi fermana Dervîş Beg leşker wekî baranê gule li wan dibarînin. Qîrîn û hewara hezaran û dengê çekên artêşa tirk digihêjin asîmanan. Lê deng naçe neyarê hov û hevalbendên wê. Dengê hewar û fîzana kurdan naçe tû kesî. Cîran ker û lal, cîhan ker û lal, mirovahî ker û lal in. Misilman ker û lal in. Tu kesê ku di hewara wan de here tune ye.
Bi hezaran cenaze dikevin ser hev. Leşkerên tirk li ser cenazeyan digere kesên birîndar an kesên ku fişek lê neketibe yek bi yek didin ber xençeran. Bi awayeke zindî zarok bi xençeran ji zikê dayikan tên derxistin û zikê wan jî tê qelaştin. Ji bo zêr û zîvên li ser jinan bigrin dest û milên wan jêdikin. Xwîn wekî lehî diherike. Li gorî gotinên şahidên bûyerê bi qasê sê mehan Çemê Zîlanê ji xwîna mirovan sor diherike.
Fermandarê komkujiyê Dervîş Beg ferman dide yên ku di bin cenazeyan de zindî mabin zarok be jî gerek yek bi yek bên kuştin. Bi rojan li derû dora wan cenazeyan nobetê digrin ku tu kes neçe ser wan cenazeyan û kesên ku bi awayek dibin cenazeyan de sax mabin wan jî bikujin. Yên ku birîndar bûne û yên ku di bin cenazeyan de gule rast li wan nehatiye û sax mane dema ku hewl didin birevin piraniyan wan tên kuştin. Lê kêm be jî piştî çend rojan yên kû ji bin cenazeyan zindî rizgar dibin jî hene. Ew jî bi salan ji dewletê direvin û xwe vedişêrin. Yên ku dikevin dest dewletê tên qetilkirin.
Li gel hemû hovitiyên artêşa tirk çend kurdên bi wijdan bi şev bi dizî diçin ser wan cenazeyan û li cenazeyên xizmên xwe digerin. Bi wan rêbazan çend zarokên ku sê rojan memika dayika xwe ya mirî mêtine û zindî mane tên rizgarkirin. Zarokên wê demê niha wekî şahedên wî komkujiyê car caran hewl didin biaxivin lê hevok di qirikên wan de asê dibin.
Herêm bi mehan di bin dorpêçê de dimîne. Destûr nayê dayîn cenaze bên girtin û bên definkirin. Cenazeyên kurdan dibin xwarên kûçikan, dibin xwarinên lewirên kovî, dibin xwarinên teyr û torî.
Ji bo sûcên xwe yên giran sivik bikin û veşêrin bi sedan cenaze ji hêla leşkerê tirk ve tê şewitandin. Lê nekarin estiyên wan miriyan hemûyan tune bikin.
Piştî komkujiyê leşker û mîlîs vedigerin gundan. 44 gundên Geliyê Zîlanê tên şewitandin. Mal, milk û heywanên gundiyan hemû ji hêla mîlîs û leşkeran ve tê desteserkirin û din ava xwe de parve dikin. Bîrên avê bi beton tên dagirtin ku kes nekaribe di gundan de bijî. Bi kurtahî wekî her carî di wêran û talankeriya xwe de tu pîvan nasnakin.
Zilm û wahşeta ku li Geliyê Zîlanê hatiye jiyîn di cîşhanê de mînakên wê gelek kêmin. Piştî komkujiyê jî ew zilm û zordarî bi dawî nabe. Mîlîs û leşker yek bi yek di gundan de lêgerînan dikin ka kesên zindî mane nemane. Yen ku di wan gundan de zindî digrin hetanî şevê di mizgeftan de digrin. Piştî ku bû şev dibin geliyê zîlanê û gule lê dibarînin. Yên ku ji mirinê rizgar bûn piraniya wan di salên paşde hatin dardekirin. Hinek ji wan avêtin zîndanan û hêjî aqubeta wan nayê zanîn. Hinek ji wan jî ji welatê xwe dûr li mişextiyê jiyana xwe ji dest dan. Wê wehşetê bi dehan salan dewam kir û hêjî dewam dike.
Di her bihustek axa Geliyê Zîlanê de hestiyên miriyên wê komkujiyê hene. Du sê sal berê dibistana bi navê ‘Ercîş Lisesî’ xerav kirin ku di şûna wî de Hikumet Konaxî çêbikin. Dema ku ji bo avahiya nû hîm dikoliyan rastî gora komî ya ku ji dehan kesî pêk dihat hatin. Rayedarên dewletê zûbizû ser girtin.
Gundên ku di geliya Zîlanê de hatin şewitandin ev bûn; “Hesen Abdal, Aks, Şahbazar, Doxanci, Tendurek, Çakir Beg, Yilanlik, Xarxus, Babazeng, Komir, Şor, Şorik, Murşît, Mescîtlî, Karakîlîs, Kûrûçem, Mulk, Yekmal, Kîlîsê Gos, Aşaxi Partaş, Yûkari Partaş, Binesê, Bûnîzî, Pelexlû, Kerx, Soxutlu, Mixarê, Karadaxan, Kelê, Hastekar, Siwarê, Kizil Kîlîse, Ziyaret, Hîraşen, Komik, Şeytanpava, Bîrhan, Koşkopru, Zarava, Kaşesor, Egîs, Îlanî, Hacibaş…”
Ji bo hovîtiya xwe veşêrin herêm qedexe kirin
Ji bo komkujiyan wan bi hemû heqîqeta xwe neyê fêmkirin geliyê Zîlanê weke herêma qedexe îlan dikin. 20 sal tu kes nekare bikeve wê heremê û li hestiyên miriyê xwe xwedî derbikevin. Di sala 1950 de di serdema hikumeta Menderes de qedexe radibe. Lê dîsa jî nahêlin kurd herin di wan gundan de bi cih bibin.
Geliyê Zîlanê 20 km li başûrê Erdîşa Wanê ye. Piraniya gundan li derûdrorê çemê Zîlanê ne. Ew herêma xweş û rengîn a ku bi hezaran sale wargeha kurdan bû dikin wargeha koçberên afganî û tirkên kirgiz. Di sala 1980’yî de dewleta tirk koçberên afganî û hinek tirkên kirgiz tîne di wan gundên kurdan de bi cih dike.
Di çapemeniya tirk de daneyên komkujiya Zîlanê
Komkujiya ku hat jiyîn bi awayeke rast û durist di çapemeniya tirkan de cih negirt. Bi şêwaz û naverokeke gelek cuda qala komkujiyan dikirin. Hemû hewldanên wan de berevajîkirina rastiyan û meşrûkirina komkujiyan bû.
Rojnameya Cumhuriyetê di wê serdemê de wekî rojnameya nîv fermî ya hikumetê bû. Lewre herî zêde emê berê xwe bidin nûçe û nivîsên wê.
Rojnameya Cûmhûriyetê ya 2’ê tîrmeha 1930’î; “…Leşkerê me eşqiya tenkîl dike. Hêzên me çiyayê Agirî bi temamî dorpêç kirine. Hikûmetê îcar biryar da ku meseleya Şerqê ji binî ve çareser bike… Hikûmet ji bo tunekirina serhildêran sondxwarî ye. …
Di rojnameya Cûmhûriyetê a 13’ê tîrmeha 1930’î de nûçeyên wekî: “…Dê rûbirûmana eşqiyayan a bi zayiyata girana ku layiq in gelek dereng nebe, operasyona tenkîlê bi lez didome, şakî di çembera dorpêçê de ne, şakî di rewşeke zor de ne, şakî di dorpêça yekîneyên me ya hesinî de mane, eşqiyayan di êrîşa me ya yekemîn de gelek zayiyatên mezin dane… Şakî perîşan in…
Agahiyên ku em lêdigerin kêm be jî di nivîsa rojnameya Cûmhûriyetê ya 16’ê tîrmeha 1930’î ya bi navê “Operasyona Çiyayê Agirî vê heftê dest pê dike.” de em dibînin. Di wê nivîsê de ev agahî hene;
“Di kewarên Çiyayê Agirî de bi qasî 1500 şakiyên serhildêr mane. Balafirên me bênavber li ser şakiyan bombe dibarînin. Çiyayê Agirî her tim di nav înfîlaq û agir de dinale. Qertelên tirk ên hesinî ji serhildêran hesab dipirsin. Gundên ku piştgiriya eşqiyayan kirine jibinî ve tên şewitandin. Hejmara kesên ku di geliyê Zîlanê de hatine kuştin bi qasî 15 hezarî ye. Çemê Zîlanê hetanî ber dev bi terman tijî bûye… Di nav vê hefteyê de dê operasyona tenkîl a çiyayê Agirî dest pê bike. Nepêkane ku derfeta xelasbûna yek kesî jî hebe …” Heke çapemeniya tirk ji bo komkujiya geliyê Zîlanê qala hêjmara 15 hezar kurdî bike êdî hûn bifikirin ka hêjmara rastîn çiqase.
Rojnameya Vakîtê yên navbera 7- 13’ê tîrmeha 1930’î; “Asî di 5 rojan de hatin tunekirin, ji wan kesan kesek jî xelas nebû, li Agiriyê tevgerîn didome, ji do vê li qada serhildanê kesek nemaye, kesên ku xwe spartine çiyayên asê ji hêla hêzên me yên mezin ve hatin eciqandin, Çemê Zeylanê bi sedan termî hatiye dagirtin …”
Dema ku em li şûna peyva “eşqiya” de peyva “terorîst” bi cih bikin hûnê bibînin ku firqa wan nivîsan û ya nivîsên rojnameyên îroyin qet namîne. Ji ber ku hişmendî heman hişmendî ye nivîsên rojnameyên 1930’an û nivîsên rojnameyên îroyin jî heman nivîsin.
Bi zagonên xwe kuştina kurdan rewa dikin
Di hişmendiya komara tirk de kuştin û qirkirina kurdan her tim rewa bûye. Kujerên kurdan tu caran nehatine darizandin û nehatina cezakirin. Bi ser de hatine xelatkirin. Berpirsiyarê komkujiya der mirovî ya Zîlanê Mîralay Dervîş piştî komkujiyê bi payeya Generaliyê tê xelatkirin. Bi madalyayên cûrbicûr tê xelatkirin. Di dîrokê belkî bi hezaran mînakên wiha hene.
Ji bo hesabên komkujiya Geliyê Zîlanê û komkujiyên herêma Serhedê yên ji Agiriyê hetanî Dêrsimê neyên pirsin di meclîsê de zagonek tê derdixistin.
Xalên zagonê wiha ne;
- Di navbera 20 hezîran 1930 – 1 kanûn 1930 de li Erdîş, Zîlan û ji derdôrên çiyayên Agirî hetanî Erzîngan û navçeya Pilemûrî di operasyonên dijî serhildêran de kiryarên ku jê hêla leşker, milîs, korucu û hwd. de hatine kirin yek jî nabe sûc û ji bo wan lêpirsîn nayê vekirin.
- Ev zagon piştî weşanê dikeve meriyetê.
- Muxatabê vê zagonê wezirê dadê û wezîrê karê hundir in.
Ev zagon hişmendiya dewletê ya dijî kurd bi awayeke zelal radixe ber çavan. Û di heman demî de di serî de komkujiya Geliyê Zîlanê û komkujiyên herema Serhedên yên pêvajoya Serhildana Agiriyê hemûyan piştrast dike. Ji hesabê kiryarên wanên der mirovî yên hov neyên pirsîn tedbîran digrin.
rojnameyawelat2.com.
BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com