Komkujiya Qilabanê an jî Komkujiya Robozkê di 28ê kanûna 2011an de li gundê Robozkê yê Qilabanê pêk hat. Piştî ku di heman demê de civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî (LEN) ya Tirkiyeyê ku jê re bi tirkî dibêjin “MGK” lev dicivê û piştre ev komkujî dibe. Hat gotin ku plansaziya wê komkujiyê di wê civênê de hat kirin. Di wê civinê de, ku armanca ku çavtirsandinê bidina kurdan, firokeyên dewleta tirk diavêje ser gundên ku li wê herêmê û ser 35 mirovê kurd dikuje. Mirovên ku hatine qetilkirin, hemû sivîl bûn.Gelek ji wan temenê bin 18 saliyê re bûn. Li gor ku agahiyên ku dihatin û ketina ajansan de di nav wan de zaroyên 12 salî jî hebûn. Çapameniya tirkî, cih neda bûyerê. Li hin ajansên cîhanê yên weke yên Fransa û Îngilistan û hwd re jî wê komkujiya ku dewleta tirk li ser serê kurdan da kirin, cih girt.
Komkujî, weke ku hemû kurd jî jê bawer dikin ku bi piştgiriya Amerîka û Îngilistanê pêk hatiye. Ji ber ku hertimî di şerê li dijî kurdan de, Amerîka istihbaretê dide tirkî û di çarçoveya wê istihbaretê de komkujiyên kurdan pêk tên.
Balafirên şer ên artêşa tirk ên F16 li gundê Robozikê di navbera Qilaban û navçeya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê de gundî bombebaran kirin. Hate zanîn ku heta niha 35 kesan jiyana xwe ji dest dane. Lê çapemenî û rayedarên tirk tu agahî an jî daxuyanî nedan. Tenê bêdeng man.
Wîkîpedîa.
BERNAMEGEH