Kurdên Belûçistanê komeke diyasporaya kurdan a dîrokî li welatê belûçiyan e.
Hatina yekem a kurdan li Belûçistanê (a Îranê) digîhe heyama desthelatiya Şah Ebasê Yekê li Îranê. Ewî di çarçoveya siyasete xwe ya parandina êl û eşîrên xetere û yên ku zor hatibûne kontrolkirin, hin bavikên kurdan li serheda Belûçistanê bicîhkiriye.
Li vê derê kurd cîhen cografî yên stratejîk, herwiha dedora serekaniya avê ya tekane li Kohî Taftan (Çiyayên Taftan) û deşta fireh a Xaşê zeft dikin. Zêde nakişîne ku kurd li herêmê dibin faktorek desthelat a feodalî, ji ber ku malbatên kurdan hemî yên şervanên pêhesî bûne. Li herêmê komên biçûk ên nîvkoçer lib û lib dikevin bin bandora malbatên kurd. Vana bi alîkariya Sefewiyan, bi sîstema reiya (gûran) ve li ser herêma Xaşê hukm dikin.
Desthelata malbatên kurdan ên ku ji aliyê belûçan ve wek hakomat û ji aliyê farisan ve wek serdarên serhedê hatine binavkirin, bi sîstema mîrneşînî heya 1880an li Xaşê berdewam dike. Li vê hakomata (hikumet) mîrneşînî hakomekî (hekîm) bi piştgiriya bavika xwe (hakomzat) û hin eşîrên belûçan ve serwerî kiriye.
Serdarên Serhedê (hikumeta kurdan)
- Hesen Kurd (hemdemê Şah Ebasê Yekê (1588-1629))
- Mîrza Xan (hemdemê Nadir Şahê Avşar (1730-1747)
- Mîrxûlamşah
- Saabxan
- Bey Xan
- Medet Xan (1838)
- Seîd Xan (1872)
Ji vir şûnda mîrneşîna hakoman li sê milan belav dibe:
- Elî Xan
- kurê wî Nur Mihamed dibe hekîmê devera Tumînê (heta 1925an).
- Mehrab Xan
- kurê wî Newroz Xan dibe hekîmê deverên Kuşe û Tumendan.
- Abd -ul Mirad ul-Kerîm Xan (1896)
- kurê wî Behroz Xan dibe hekîmê devera Senganê.
- Hecî Emîr Xan heya 1970eyan de li Senganê xwedî hêzekî giring a milkî bûye.
- kurê wî Behroz Xan dibe hekîmê devera Senganê.
Kurdên Bampûrê
Pêla hatina duyem a kurdan li Belûçistanê di beramberiya hilweşandina dewleta Zend de ye. Litf Elî Xanê Zend ji destê Aẍa Mihemed Qecer bi çend bavikên kurdan ve direve bajarê Bamê. Ew bavik bapîrên kurdên ku îroyî li navçeya Îranşar, gundistana Bampûrê dijîn e. Evana yên ku di sala 1794an dane pey Litf Elî Xanê Zend û hatine devera Bamê, ji wir jî diçin li gundistana îroyî li Bampûrê akincî dibin.
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com