Pergala Arîstokratîk û Arîstokrasî

Arîstokrasî cureyeke desthilata siyasî ye ku tenê komeke biçûk ji bijareyên civakê desthilatdar in. Tenê van bijareyan mafê wan heye ku ji bo wergirtina jortirîn pêgeha desthilata siyasî hevrikî û rikeberiyê bikin. Dest-bi-destbûna desthilatê di sîstemên arîstokrtîk da pir caran bûmayîk anko mîratgirane ye.

Ev peyv jî mîna gelek peyvên dî yên vî warî, ji zimanê Yewnanî hatiye. Arîstokrasî du par e, arîstos bi ramana “baştirîn”, herî baş” û kratîyin bi ramana “desthilat”ê. Bi vî awayî, arîstokrasî dibit desthilata yên an yê herî baş. Carina awayên monarşî yên desthilatê jî wekî arîstokrasiyan xwe didin niyasîn. Hingî, monarş anku key bi xwe desthilatê li arîstokratan anko desteka bijare û tevaya civakê dikir.

Carina peyva arîstokrasî ji bo koma bijare dihat bikaranîn, çi ew kom desthilatdar bû, çi jî desthilatdar nebû.

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Hejmara (22) a Kovara Şermola Derket

Hejmara (22) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !