Lev Trotskî

Lev Trotskî Kî Ye

Lev (an jî LeonDavîdovîç Trotskî (jdb. 7ê çiriya paşîn a 1879an li Yanowka, Ûkrayna / m. 21ê tebaxa 1940an  li Coyoacán, Meksîk) siyasetmedar, fîlozof, şoreşger û yek ji pêşengên Şoreşa Cotmehê ye.

Bi navê Lev Davîdovîç Bronşteyn li Yanowka di malbateke bingeh-cihû de ji dayîk bûye. Trotskî kod navê wî ye. Avakerê Artêşa Sor a YKSS, teorîsyenekî Marksîst bû cihekî wî yê girîng hebû di destpêka şoreşa sosyalîst a li Rûsyayê. Piştî mirina Lenîn, nakokî di nava pêşengên şoreşê de derdikeve.

Trotskî bi navê “şoreşa bêdawî” eniyeke avadike. Gorî wî divê mirov bi deskeftinên li Rûsyayê nesekine, şoreşê him li Rûsya, him jî li rûyê dinyayê nûvejîne. Xebat û nêrînên wî him li rûyê dinyayê gelek dostan, him jî dijminan dertîne holê.

Têkoşîna mezin di navbera Stalîn û Trotskî de pêk tê. Stalîn biserdikeve û Trotskî ji hemî peywirdariyên xwe tê destkişandin. Berê şoreşa Lenîn difikirî vediguhêze û dikeve bin bandora Stalîn. Stalîn hemî demokrasiya sosyalîzmê radike, bi sed hezaran mirovan zindanî dike. Sosyalîzma ku dê azadî bianiya, tirs, zilm û zordariyê tîne. Trotsky ji YKSS tê derkirin. Di nava salên 1929 û 1933 li Stenbola Tirkiyê dijî. 20ê sibata 1932an da ji hemwelatiya YKSS tê avêtin.

Stalîn ti rehetiyê nade wî. Lawê wî tê kuştin û keça Trotskî li Berlînê tê dînkirin. Trotskî ji Fransa, Norwêc û cihê ku diçe tê derkirin. Ajanên Stalîn nahêlin ew têkoşîna xwe bidomîne. Di 21ê tebaxa 1940an de li Meksîkê ji aliyê sîxureke Stalîn tê kuştin.

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !