Kurdên Celalî
Celaliya ango celaliyan navê êleka mezin a kurdan e ku piraniya wan lî Rojhilatê dijîn. Li bara êla celaliyan da gelek gotin û gotar diyar in lê ew tiştêk ku bi yeqîn û rast diyar e, ev e ku yek ji wan êlên şoreşger û hêja yê Kurdistanê ye ku piraniya wan li Rojhilatê dijîn.
Bijîşk û Pêsko yê Almanyayî bi wê bawerê ye ku sedema ku wan re dibêjîn Celalî ezemet û mezîntahî û şervaniya Celaliya li hemberî sê împeratoriyên mezin e. lêkolînerkî Brîtanî bi navê Mark Sîks ku demekî li Kurdistanê bû û lêkolînek ser êlên Kurda kiribû ,wiha dibêje ku sermijara celaliyan ji sed hezarî pirtir e ku li Rojhilat, Bakur û Ermenistanê dijîn ku piraniya wan li rex Çiyayê Agirî (bi Celalî girêda), Elegez, Deşta Rewanê, zozanên Serhedê, Makû, Bazirgan, Bazîd, Agirî, Qers, û Wan… Dijîn.
Êla herî mezin a parêzgeha Urmiyê êla Celaliyan e û li Îranê da yek ji wan 10 elê mezin ê Îranê ye.piraniya celaliya lî bakurê parêzgeha Urmiyê li bajarên Makûyê,Qeleniyê(bi farsî çaldiran),Şot û Pûldeştê dijîn.
bi awayekî fermî parvekirina êla wiha ye:a herî pêşîyê êl e paşê tayfe,bav,obe û malbat e.celaliyan ji yek wan êlê mezin e ku ji 10 tayfe,59 bav û 247 obe pêk hatîye.
Li gor hinek kesên êlê damezerê wê êlê kesek bi navê Celal bû ye ku di serdema selteneta şahên sefewî da ji bo berewaniya sinorên Rojhilata Îranê li hemberî Osmanîyan li wir bi cih bûne. û hin jî dibêjin ji bo vê wan re gotine Celalî ku li hemerî Osmanîyan hertim şerên dijwar û dirêj û mêranî dikirin ji bo wê mezintahiya wan bi wan re digotin Celalî ango kesên ku xwedî ceal u ezemet în.
Serokatî di êla Celalî da
Wak her êlê serokatî di êla Celalî da digihêje serokê êlê piştî wê serokê tayfe û serobe serokatîyê dikin.
Koçberiya celaliyan
Kurdên Celalî jî wek hemû kurdên kurdistanê gelekî zor û zulim dîtine di serdema hikûmeta pehlewî da dema şahenşahiya Riza Şah da kurdên Celalî ku serî rakiribûn û tevlî serhildana komara Agiriyê bûn û şah ra şer dikirin. piştî şikestîna şoreşe Şahê Ecem Riza Şah dest bi kurd kujî û koçberkirina Celaliyan kir û nêzî 5000 malbatên ku tevlî şoreşê bûn j tirsa ku dîsa şoreş bikin kir û heya Xorasanê û qezwînê kirin.di wê navbera dûr da gelek kurd û zarokên wan canê xwe jidest dan.di wê koçberiyê da tayfa Otaliya ango Otalî jî ber ku Şah ra hevkarî kiribûn koçber nebûn.
Mirina şah û serhildana Îranê û derfet ji bo wegerê
piştî mirina Riza Şah û şoreşa iranê da piştî weguhistina hikumeta Pehlewî bervî komara Îslamî derfetek çêbû ku kûrdên Celalî bikaribin dîsa vegerin, lê mixabin ji ber dûrbûna rê û tine bûna îmakanta û dijwariya rê ji 5000 malbatên koçber 500 kes karîbûn vegerin.ji wan kesên ku vegeriyabûn gava tu pirs dikî dibêjîn em nêzî 2 mehan em rê da dihatin, digotin me ji ber germ bûna hewayê me rojê çadir vedigirtin û dema roj diçû ava û hewa hênik dibû em disa rê diketin.
Deh tayfeyên celaliyan
Qizbaxşolî(qizilbaş),Xelika, Saka,Misirka, Heso Xelefa,Cinika,Elemiha(elem hulî),Bilxika,Qendika û Otaliya
Zozan û arana celaliyan
êla celalîyan di despêka biharê diçin kir (dev û dora çîyayê Agirî)û heya dawiya biharê li wir ber axlila dimînin û piştî wê di despêka havînê da diçin zozanên xwe. zozanên wan li derdora bajarê Makûyê û Qeleniyê ne û aranên wan ji li gundên ber Erez di wan deştên xweş da dimînin.
Serokên herî navdarê Celaliyan li Rojhilatê
Ferzende Beg û Biroyê Heskî Têliyê ku şoreşa Agiriyê bidestê wan bû û nezîkî 1000 mêrxasên Celaliyan tevlî şoreşê bûn.serokê herî dawî jî Emer Axayê Celalî bû ,ku piştî damezirandina komara Kurdistanê lî Mihabadê ligel hinek serokên navşeyên din çûn Mihabadê ligel Qazî Mihemed û piştgirî lî komarê kirin û cejina serxwebûnê de beşdar bûn û vegeriyan Makûyê û li Makûyê ala rengîn bilind kirin û ber sirûda Ey Reqîb rêje diçûn û piştî wê dema ku Qazî hat Makûyê pêşwaziya wî kirin.