Koçer Bîrkar - Yaqûb Kurmanc

Koçer Bîrkar – Yaqûb Kurmanc

Koçer Bîrkar sala 1978’an li gundê Nê ser bi navçeya Merîwanê ya girêdayî parêzgeha Sine’yê di malbateke cotkar de hatiye dinê,Koçer lawê sêyemînî malbatê ye û bi tevahî 6 bira û xwîşk in. Bavê Koçer tenê 3 an 4 polan xwendiye û diya wî jî qet nexwendiye.

Koçer Bîrkar xwendina xwe ya seretayî li gundê Nê bidawî kiriye û piştre xwendina xwe ya lîseyê li Merîwanê qedandiye. Koçer Bîrkar ji bo berdewamkirina xwendina xwe berê xwe dide Tehranê û li zanîngeha Tehranê heta asta karnasiyê ango lîsansê xwendina xwe li wê zanîngehê didomîne û piştî wê Koçer biryar da ku koçberî Brîtanya’yê be û di ezmûna matematîkê ya navneteweyî ku li Brîtanya’yê hatibû lidarxistin, Koçer karîbû di wê ezmûnê de bibe sêyem û xelata sêyemîn ya wê ezmûnê jî nesîbê xwe kir.

Koçer Bîrkar ji ber astengiyên siyasî û civakî û her wisa ji bo xwedîderketina wî ji mafê gelê Kurd ji dewleta Brîtanya’yê daxwaza penaberiya siyasî kir û daxwaza wî ya penaberiyê ji aliyê dewletê ve hetanî salekê kişand da ko daxwaza wî hate pejirandin.Koçer bi heyeta zanistî ya Zanîngeha Natînghamê ya Brîtaniyayê re hevdîtin pêk anî û piştî danûstandina di navbera wan de, Heyetê Koçer Bîrkar wek xwendkarekî ku di bîrkarîyê de gelekî zîrek û jêhatî ye li zanîngeha xwe bicih kirin.

Li sala 2003 an a zayînî Koçer ji bo xwendina xwe ya Doktorayê ji aliyê Civata Matematîknasên Londonê hate pîyasekirin û wî karî bawernameya xwe ya Doktorayê jî werbigire û piştî wê derbasî Zanîngeha Kambrîcê bû û li wir bû mamosteyê zanîngeha Kambrîcê û xwendekarên seranserî cîhanê li wir ber destê Koçer perwerde dibin. Koçer Bîrkar ji ber kişfên wî yên nû di matematîkê de karî sala 2018 an Xelata Fîldz ku weke Nobela Bîrkarîyê tê binavkirin, nesîbê xwe bike.ev xelat didin matematîknasên ku temenê wan ji 40’î berjêrtir be.

Lê Binêre

Zanyarî baweriya tek hebûnê ye

Rêber Hebûn Rastiya zanyarî tune dibe dema em xwe radestî tundirwiyê dikin, ew kelem metirsîdar …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !