Mela Huseynê Bate

Mela Huseynê Bateyî

Melayê Bateyî, di nav helbestvanên kurd de bi Mewlûda kurdî navdar e. Mewlûda xwe bi zimanekî sivik û şêrîn bi kar anîye. Li Colêmergê li gundê Batê hatiye dinyaye. Navekî wî jî Ehmed e. Ji malbateka oldar hatiye dinyayê. Bavê wî Mistefa, bi sofîtiyê navnas bûye. Mela Huseyn Bateyî pêşî li cem birayê xwe Mela Ehmed, dest bi xwendinê kiriye. Paşê li medreseya Mîr Zeynel Begê Hekarîyê xwendina xwe dewam kiriye. Wî jî, ji zarokên xwe re jî dersdarî kiriye. Bateyî erebî û farisî baş hîn bûye, tirkî jî zanibûye.1

Dîwaneke wî heye. Pirtûkeke wî ya bi navê “Zembilfroş” jî heye û gelek jî navdar e. Berhema wî ya herî navdar Mewlûda Kurmancî ye. Silêman Çelebî di wêjeya klasîkên tirkî yên sedsala 15an de berhema Mewlûdê derxistiye. Nêzîkî sed salî pişt re jî, Melayê Bateyî rêya wî domandiye û berhema xwe ya Mewlûdê ava kiriye. Di helbestên xwe de bi nasnavê “Bateyî, Batê Hekkarî” bi kar anîye.

“Mela Huseyn Bateyî, mirovekî oldar, xwedêtirs û zanyar bûye. Ji helbestên wî baş diyar dibe ku ew zanayekî dema xwe bûye. Her wisa mirovekî bi bizav û mêrxas bûye. Her wekî di serpêhatiyên li ser wî de hatine gotinê peywendiyeke wî ya payebilind bi mîran re bûye. Lê ew ne pêvenûskekê koçka mîran bûye. Ew alimek, zanyarek û aqildarekî dîwana mîran bûye… Em vê yekê ji helbestên wî dizanin… Zimanê Melayê Bateyî pir xweş û asan e. Di helbestên wî de zimanekî zelal hatiye bikaranîn. Wekî helbesta ‘Ji çiriya paşî û pê da’ bi sedsalan e ku di nava xelkê me de hatiye belevkirin û hertim têne gotin. Em di helbestên wî de dibînin ku çi zimanekî xweş û şêrîn heye.”2

Mela Huseyn jî wekî zanayên din yên kurd, biwêjên tesewûfê di helbestên xwe de bi cih kiriye. Mewlûda wî, helbest û qesîde û medhiyeyên wî gelek bandor li ser xwendevan û zanayên xwe dihêle. Di dema me de jî, hemû xelk li ber mewlûda wî dawetiyan didin û di xêr û şerên xwe de vê berhemê didin xwendin. Di medreseyên kurdan de jî, berhemên wî nimûneyên pir baş in.

Çavkanî:

1Sadinî, M. Xalid, Mela Huseynê Bateyî, Weşanên Nûbihar, Stenbol 2010, r.19.

2Sadinî, Mela Huseynê Bateyî, b.n.,r.35.

Hüseyin Koyuncu.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !