Mela berî her tiştî kesekî mutesewif e. Li gorî kesekî mutesewif ji bo ku ramanên xwe diyar bike helbest nivîsandin haceteke gelek girîng e. Di zimanê helbestan de sembol, hêma ji bo mebestên helbestvan diyar bike hacetek e. Bêguman çanda tesewifê jî ji bo zimanê helbestan musaîd e. Bandora çanda tesewif ya herî girîng ziman, çand û edebiyata gelan bi pêş xistiye.
Dîwana Mela jî di vê çarçoveyê de ji hêla ziman û edebiyata kurdî wekî şaheserekê tê qebûlkirin. Dema ku mirov dîwana Mela lêkolîn dike fikrên zanistî û ramanên entelektuel ber bi çav in.
Tevgera edebî ku bi Melayê Cizîrî dest pê kir di nav sofiyên kurd de deng derxist û heman demê de bi fealiyetên tarîqatên cuda di nav civaka kurdan de sînerjiyeke mezin pêk anî. Ev jî edebiyata kurdî ya tesewifê de bu sedema jiyandina qonaxa zêrîn.
Bi bihûrandina salan bi belavbûna îslamiyetê gelek civakên cihê ketin nav dînê Îslamiyetê. Helbet ev civak bi tevahî dev ji bîr û baweriyên xwe yê qedîm û çanda xwe ya qedîm bernedan. Ev civak bi tevî çand û bîr û baweriyê xwe ketin nav Îslamiyetê. Ji ber vê jî êdî tesewif ne wek şêweyek jiyanê lê belê şêweyeke felsefî derket pêşberî me. Di nav vê felsefeyê de têgeha herî balkêş têgeha wehdet’ul -wicud e. Ev têgeh bi şîroveyên Îbnî Erebî kete nav teşeyekê. Ev teşe, di nav dîroka tesewifê de hin baweriyên wekî aferîner û aferîde yek in derxist holê lê vê bîr û baweriyê pir qebûl nedît.
Di bingeha tesewifê de dev ji berdana dinyayê û hezkirina Xwedê heye. Li gorî tesewifê divê mirov dev ji xerabiyan berde û hemû însan di hezkirina xwedê de bibin yek. Li gorî vê baweriyê Xwedê layiqê hezkirinê ye. Hewce nake ku em ji xwedê bitirsin ji ber ku xwedê afirîdeyeke ku hemû mexluqatan afirandiye û hezkirin hînî wan kiriye. Ji ber vê jî divê hemû însan hezkirinek bêhempa ji xwedê hez bikin. Ji ber vê jî hemû şaîr Xwedê wek afirîdeyek ku layiqê hezkirinê ye dîtine. Di heman demê de li gor tesewifê divê ku mirov di vê dinyayê de dev ji mal û milkên dinyayê berde û bibe xwedî exlaqek baş, ji ber vê jî divê bi nefsa xwe mirov têkeve nav têkoşînê. Helbet ji ber vê yekê jî lazim e rê û rêbazên tesewifê ji xwe re hilbêjêre. Ji ber van sedeman şaîrên mutesewif tesewifê wekî rêya rastîn yê Îslamiyetê qebûl dikin.
Li gorî tesewifê li ser hemû afîredeyan hezkirinek mutleq heye û xweşikbûnek mutleq heye. Mirovên ku di vê rê de meşiyane di rûyê hemû mexlûqaten de neqşên îlahî dîtine û hemû qaînat ji bo wan bûye amûrek hezkirina Xwedê. Ji bo ku Xwedê xweşikbûna xwe derxe holê û xwe bide nîşandan hemû kaînat afirandiye û bi vî awayî têgeha eşqa îlahî derketiye holê. Ev têgeh bi sedsalan di nav zimanê edebiyatê de cih girt.
1.1. Zanyariyên Nasnameya wî
Melayê Cizîrî, yekem helbestvanê Kurd e ku bi terzê edebiyata klasîk a rojhilatî dîwaneke bi Kurdî derxistiye holê. Navê wî yê rastîn Ehmed e. Bi hesab meletiya wî ya di medreseyan de û bajarê wî Cizîrê wekî Melayê Cizîrî hatiye naskirin. Wî bi xwe di gelek beytên dîwana xwe de navê xwe emilandiye. Bo nimûne;
Ehmed im sîne siper pêşberî tîra felekê
De’wedarê te me îro tû ji dehlê were der
Melayê Cizîrî di helbestên xwe de bi piranî mexlesa “Mela” bi kar aniye. Ew kesên ku ji medreseyên berê mezûn dibûn û ji wan medreseyan destûrnameya ilmî distandin wekî “Mela” dihatin binavkirin. Îcar Melayê Cizîrî jî melayekî bi vî rengî bû û çawa ku di vê beyta jêrîn de xuya ye, wî di helbestên xwe de ew wesfê xwe ji xwe re wekî mexles xebitandiye.
Rohniya çehvên Melayî ew tecellaya te dayî
Ya ji Ehmed dil rewayî dil ji min bir dil ji min
Wî carînan mexlesa “Nîşanî” jî bi kar aniye ku ev mexlesa wî di duwazde helbestên wî de derbas bûye. Bi qasî ku tê şîrovekirin Mela bi neqandina vê mexlesê xwestiye îşaret bike ku ew bûye hedefa tîrên evînê, yan jî tîrên mûsîbetan. Herweha dibe ku emilandina “nîşanî” ji ber hebûna nîşana li ser rûyê wî jî be. Wekî nimûne di vê beyta jêrîn de Melayê Cizîrî wekî mexles bêjeya Nîşanî bi kar aniye.
Qesdê serçeşmeê heywanê heqîqet ke Nîşanî
Bi cihanê mebe mexrûr ku cîhan ‘eynê serab e
Li gorî nusxeya Ebdulqadirê kurê ‘Eliyê Amêdî ku di sala 1238/1822an de hatiye nivîsandin navê bavê Melayê Cizîrî Mela Mihemed e. Dîsa li gorî destnivîsa Omerê kurê Es’ad ku di sala 1937’an de hatiye nivîsandin ew ji malbata Ensariyan e. Her weha ew ji eşîra Bohtiyan e ku wî bi xwe di beyteke xwe de ev tişt aniye zimên:
Gulê baxê Îremê Bohtan im
Şebçiraxê şebê Kurdistan im
1.2 Temenê Mela
Sala ji dayîkbûn û koça dawiyê ya Mela, di çavkaniyan de nehatiye diyarkirin. Lê çawa ku li jorê jî hate nîşandan, ji helbestên Mela bi hesabê Ebcedê jidayîkbûn (975/1567-68) û koça wî ya dawîyê (1050/1640) hatiye derxistin. Li gorî ku Elaeddîn Seccadî, ji destnivîsa Ebdulqadîr Amêdî neql kiriye, Mela 75 salan jiyaye. Bi rastî jî li gorî tarîxa jidayîkbûn û koça wî ya dawiyê ku bi hesabê ebcedê derketibû holê jî temenê Mela 75 sal çêdibe (1050-975=75)
1.3 Xwendina Mela
Li gorî ku hatiye rîwayetkirin Mela, li Cizîr, Hekkarî, Imadiye û Diyarbekirê xwendiye. Di 32 saliya xwe de, li gundê Strabasê yê Diyarbekirê ji Mela Taha îcazet girtiye. Piştre li gundekî dî yê Diyarbekirê bi navê Sirba melatî kiriye. Piştre çûye Hesenkeyfê û li wir dersdarî kiriye. Piştre çûye Cizîrê û li Medresa Sor dersdarî kiriye û di heftê û pênc saliya xwe de wefat kiriye û li medreseya sor hatiye definkirin.
Piştî ku Cizîr 30 salan di destê Çelebî yê Akkoyunî de maye, mîrê çardehem Mîr Şerefxan kurê Bedir (1512) di sala 1508an de Cizîr ji wî kesî stendiye û Medreseya Sor ya ku Mela tê de medfûn e ava kiriye. Mîr Şerefxan her weha sê êrîşên Safewiyan jî berteref kirine.
1.4 Zewaca Mela
Li gorî rîwayeta xelkê Cizîrê Mela nezewiciye. Li gorî ku Mela Mehmûdê Bazîdî dibêje Mela aşiqê xweha mîr Îmadedîn bûye. Herweha tê gotin wî ji Keça Melîk Kamilê Heskîfê Selmayê hez kiriye û ev beytên li jêrê derheqê wê de gotine.
Îde û herkes ji dîdara te lê pîroz e îd
Ez tenê mehrûmê dîdar im bi sed menzîl be
Ma bi le’lên canfeza navê me bînit carekê
Bi’du’a bellix tehiyyatî li Selma ya berîd
1.5 Berhemên Melayê Cizîrî
“Bêguman Melayê Cizirî bi dîwana xwe û menzûmeyên xwe yên derveyî dîwanê mohra xwe li tarîxa edibiyata Kurdî daye. Berhema herî girîng a Mela dîwana wî ye.
Dîwana Mela di tarîxa edebiyata Kurdî de yekemîn dîwan e ku bi awayekî muretteb û di asta dîwanên Farisî, Erebî û Tirkî yên navdar de hatiye nivîsandin. Nusxeya Cizîrê, digel helbesta “Ya Ramiye Qelbî” ku bi bal Xizir û Ehmed Paşa ve tê nîsbetkirin 114 helbest in.
*Qesîde: 21 heb.
*Xezel: Nûbihar: 87 heb.
*Medhiye: 2 heb.
*Rubaî: Di çapa Zivingî de 3 hene. Digel yên Hartman dibine 16 heb.
*Tesdîsa Şêx Remezan 1 heb.
*Terkîb bend: 1 heb
*Terci’bend: 4 heb.
*Terdiye: 1 heb.
*Ferd: 2 heb
* Hinek helbestên Mela yên ku ne ketine dîwana wî jî hene. Bo nimûne, di mecmû’eya Ebdureqîb Yûsif de 2 heb ji wan hene.
Ji bilî van helbestên Mela yên ku di çarçoveya dîwanê de hatine nivîsandin, hinek menzûmeyên wî yên dî jî hene ku evina jî piştre li dawiya dîwanê hatine zêdekirin û bi dîwanê re di nav yek bergî de hatine çapkirin.
1.6 Terzê Melayê Cizîrî
Melayê Cizîrî, di edebiyata kurdî de nûnerê terzê xezelê ye. Dîwana wî bi piranî ji xezelan pêk tê. Wî hem xezelên rindane, hem yên şoxane, hem yên hekîmane, hem yên sûfiyane nivîsandine. Mela di terzê xwe de bi taybetî di bin bandora Hafizê Şîrazî de maye ku ev bi awayekî aşîkar ji dîwana wî derdikeve holê. Herweha Mela di dîwana xwe de ji edîbên Farisan behsa Se’dê Şîrazî û Ferruxî jî kiriye”.[1]
- NÊRÎNA MELA LI WEHDETU’L-WICÛD
2.1 Li gorî Mela Şîrovekirina Yekîtîbûnê
Li gorî Mela şîrovekirina yekîtîbûnê, daxuyaniya xuyabûna xwedê, pêdivî bi zanista felsefî heye. Li gorî wî tenê ne metafîzîk, bêyî zanistên matematîk, fizîk, astronomî îzehkirina hebûn, û hebûnnasiyê ne mimkûn e. Mela diyar dike ku xwedî fikrên derbarê van zanistan e. Jixwe dîwana wî de jî tê dîtin ku agahiyên wî yên felsefî û tesewifê gelek zêde ye. Ev taybetiya Mela, nîşanî me dide ku ligel mutesewif e, muderîs, muhakik û fîlozof e jî. Mela wekî ramanên giştî yên sûfiyan diyar dike ku ev cîhan ji bo cihê pêkhatina navên Xwedê ye. Li gorî Mela ev alem meydaneke temaşekirina bedewbûna Xwedayê bêqisûr e. Nûra bedewbûna Xwedê di pergaleke hiyerarşîk de peyder pê di vê cîhanê de xwe nîşan daye. Di ramanê Mela de cîhan di nav hebûnan de meydana îmkanan e û heta pêvajoya mertebeya îmkanan bedewbûna bêqisur qanûna bi kulî çawa ku pergaleke îlahî berdewam kiriye di cîhanê de jî ev qanûna kulî meqbûl e. Mela di derbarê ramanên fîlozofên îslamê yên “alemê herî baş” parve dike û li gorî Mela, di cîhanê de di zagonên îlahî de jirêketin û xarbûn tuneye.
Rast e yek qanûn seraser nîne tê
Xwehrî û pîçên perîşanê xelet
2.2 Di ramanên îslamî de felsefeya hebûnê
Di felsefeya Mela de, her eşyayek di navê Zat de xuya dibe, di derdorê heman armancê de dizivire. Lewra âlem di destê neqaşekî bêhempa de hatiye neqişkirin. Stêrk, felek, şev û roj eşqa di navbera xwe re reqs dikin ji bo ku bigihejin evînê xwe yanî Zatê xwe her tim di nav tevgerekê de di der û dorê hevûdu çerx dikin.
Mestane govendê dikin reqsê li dor findê dikin
Qesta şekerxendê dikin le’lan gewher xende da
Rastiyeke din jî ev cîhan di nav xwe de zêdebûnê dihewîne. Gelo Mela vê zêdebûnê çawa şîrove dike? Bêguman di vê mijarê de jî eşq, wekî nifteyeke têgîn derdikeve hemberî me. Ji ber ku di kevneşopiya sofiyan de eşq, derveyî alema ku tê dîtin firqkirina qanûna mutlaq e. Ev jî bi awayekî mestane li eşya nihêrtine û ji xwe derbasbûn e yanî ev jî cureyeke serxweşbûnê ye û bi vî şiklî mimkûn e.
Allah Allah çerx û dolabê dinê
Nuqte qet nakit di dewranê xelet
Tevger û zêdebûna di alema hebûnê de, li gorî Mela ku îlma wehdet tunebûya dê di mirovan de ramanên zêdebûnê pêk bihata û ew ê şikdar bûna. Lê li gorî Mela, hemû cûre û şiklên hebûnê bi nav û sûretê Zat yek e. Ku îlma wehdet tunebe aqil bi tenê nikare wateyekê bide vê zêdebûnê.
Ji ber ku Mela zane ku ev mijareke felsefîk e. Li gorî Mela wateyên îlmên felsefeyê veşartiye ji ber ku ew bi xwe di vê îlmê de zaneye dikare mijarê analîz bike. Li gorî Mela ji ber îlma wehdetê heqîqeta cîhanê yekîtîbûn e. Ramana pirbûnê weswese ye û di âlemê de pirbûn vebûn û diyariya Yekî ye. An jî teceliya sûret û navên Yekî ye. Sûret û navên tecelibûnê jî encax bi eşqê ve tê zanîn.
Keşfê esrarê sifatan bê mehebbet nabitin
Sûretê esma divêtin da bikîn jê fehim raz
2.3 Feraseta Mela ya Wahdet-î Mutleq
Mela, ramanên xwe yên felsefî wekî “Wahdet-î Mutleq” bi nav dike. Cihekî din de jî wekî “Wahdet-î Sirf” bi nav dike.
Wehdet-î Mutleq Mela nûr e di qelban cela
Zori di vê mes’elê ehlê dilan şubhe ma
Wehdetê sirf e me meşreb te çi iksîrê wucûd
Em lebaleb çi lebaeb bi xwe hem cam e lebaleb
Feraseta Mela ya Wehdet-î Mutleq dedîl nîşandana Xwedê bo hebûnê an jî dedîl nîşandana hebûnê ji bo Xwedê cûdatir e. Di felsefeya Mela de di her hebûnê de Xwedê dîtin heye. Di ramanên wî yên yekbûnê de di navbera ezel û ebed, wahid û ehed, ewel û axir, zahir û batin de ferq tuneye. Her tişt ew e yanî Xwedê ye. Di ramana Mela de dem, cih, sînor, pîvan, hejmar, hesab, îzah, muspeta eşya, menfî, qiyas, terkîb, mînak, tehlîl, meyt bi kurtayî her tişt di xwe de yek e. Dudubûn û pirbûn tuneye, qanûna eslî yekbûn e. Tişta ku alemê serobin dorpêç dike sira wehdetê ye.
Huwwe’l-Ewwel huwe’l-axir huwe’z-Zahîr huwe’l-Batin,
Huwe’l-Ma’bûdu we’l-Meşhûdu fi kulli zerratî
Ramanê ku Mela diparêze, astengkirina ramanên wesweseya taybetiya pirbûna eşya ku di me de peyde dibe. Li gorî Mela îlma wehdet bi eşqê tê fêmkirin û ku bi çavekî wiha mirov li eşya mêze ke şûna pirbûnê mirov dê wehdetê bibîne.
Ji musemma’eded û kesretê esma tu mebîn
Zeyd û ‘Emrên me hetta çendî du nîne yek û yek
Mela her wî bibîn her wî eger her wî dinasî tu
“Huwe’l- me’bûd huwe’l-meşhûdu bel la xeyre fi’d- dareyn têgîn a Wehdet-î Mutleq ku Mela bi kar tanî, ev têgîn cara yekem Îbn Seb (1197-1270) bi kar aniye. Lê belê di navbera ramana Îbn Seb a wehdet-î Mutleq û felsefeya Wahdetu’l- wicûd a Melayê Cizîrî de ferq hene. Mela di ramana Wahdetu’l- wicûd de yekîtiya Xwedê û xuyabûna Xwedê di alemê de parastiye. Lê belê di parastina Îbn Seb de têgîna tecelî (xuyabûn) tuneye. Di ramanê wî de Xwedê her tişt e lê alem tu tiştek e. Tiştekî wekî tecelî nîne.
Ev ramanên heta niha me behs kir diyar e ku Mela sofî û fîlozofekî ku felsefeya Wehdetu’l wicûd pejirandiye. Ev mijar giringiya perspektîfa felsefî ya Mela derxistiye holê û ji ber vê jî xwe nêzî Îbn Erebî dîtiye.
Felsefeya Mela ya tesewif bi felsefeya ziman û felsefeya hebûnê ve bi sînor nîn e. Nêrînên wî yên epîstomolojîk jî di çarçoveya bingehîn ya felsefeya tesewifî de kom bûne”.[2]
2.4 Di serdema jiyana Mela de ramanên tesewifî
“ Serdema ku Melayê Cizîrî dijiya, ramanên tesewifî û mijara hebûnê ya Îbn Erebî li Bexda, Şam, Misûl, Stenbolê yên navenda çanda îlmî de ji aliyê sofiyan de eleqeyeke mezin dîtiye. Ev eleqe ji bo dîwana Mela jî pêk hatiye. Bi taybetî di mijara wehdet-il wicûd de ku di bin bandora Îbn Erebî de maye di beytan de cih daye dîtinên wî. Ji van beytan wekî mînak em ê jêrê binvîsin”. [3]
Bade mi noşî ji dest çûme ji xwo mame mest
Qitre bi behre giha behri bi ‘eynî xwo ma
Goşi bi ‘amê mede terkê mudamê mede
Ekseruhum fî xuma exlebuhum fî ‘ema
Herfi ji yek bûne fesl ger bibirî wan bi esl
Herfi dibit yek hetek xet ku nema nuqte ma
Wehdetî mutleq Mela nûr e di qelban cela
Zor idi vê mes’elê ehle dilan şuphe ma.
“Mijara wehdetu’l- wicûd cara yekem ji aliyê Sehl b. Abdilah et-Tusterî (283/896) hatiye ziman. Paşê jî ji aliyê sofiyên mezin yên wekî Îbn Arab û Ebdilqadir Geylanî (561/1166) ev raman wekî sîstem ji aliyê kesên tesewifê wekî nivîskî gelek hatiye bikaranîn. Ev nûra ku di deryaya dewlemend de fûriyaye û derketiye holê li gorî Cizirî, hemû hebûn ji ber vê nûrê dijîn û ji ber ku sûretên Xwedê tê de muhefeze dike ev alema hebûnê pêk tîne”. [4]
Nûrê ji nura Ahmedê sirra sifatên sermedi
D’ayîneya zatê xwe dî keşfa kemalatê xwe da
“ Melayê Cizîrî di dîwana xwe de mijara şefaetê jî tîne ziman û xwe wekî esîrekî ku di zîndana cîhanê de ye dibîne. Mela ji bo ku ji vê esaretê rizgar be ji Pêxemberê me dixwaze ku di qatê xwedê de bibe şefaetiyê wî.
Dilberê serdarê xûban ez nizam agah heye
D’heps û zindanê esîr û girtîyê dermande
Gitîyem mayim di hebsê kî gelo mehder bikit
Carekê navê me binit pur sewabek zede ye”. [5]
2.5 Di dilê sofiyan de hezkirina Xwedê
Sofî ji po Xwedê bi hezkirin û eşqeke mezin ve girêdayî ne û bi vê feraseta tekakesî tevgeriyane. Di dilê sofiyan de Xwedê; evîn, hezkirin, eyan-beyan, rih beden û gewher e. Bi kurtayî di kategoriya hebûnê ya sofiyan de rastiya hîs û dîtinê tenê yek rastiyek heye ew jî Xwedê ye. Mela di beyteke xwe de vê rewşê wiha diyar dike:
‘Aşiq ew e dilber ew e zahir ew e mezher ew e
Ruh û beden gewher ew e d’her şihidek durdane da
“ Di ramanên Mela de xwedê hebûnekî ku bi formulasyoneke aqlî bê hepiskirin nîne û derheqê xwedê de delîl gerendin nîne. Berevajî ew ji her tiştî re delîl e û hebûneke ku ji hemû hebûnê re bûye sedem e. Mela di beytên jêrîn de ramanên xwe wiha diyar dike:
Çi heddê’ eql e qiyasê te kirit eve burhan ku tu bê burhan î
Me temenna ji nesîm xakê rehê kir pê biken dîde û dil nûranî”.[6]
2.6 Di Ramanên Mela de Mertebeya Duyemîn ya Taayyunê
Di Ramanên Mela de Mertebeya Duyemîn ya Tayunê ye.” Li gorî Mela, derbarê cih de ji bo ku fikra mirov hebe û mirov îdraq bike bê îmkan e. Ev rewş wekî kenz-î mahfî tê bi navkirin û ev bi mertebeya yekemîn ve eleqeder e. Mela, navê Mertebeya Tayunê wek “Nûr-î Muhamed” jî binav kiriye. Ji ber vê ye ku sofî ji hebûna mitleq derketina hebûnê pêyder pey bi nûra Hz. Mihemed sembolîze kirine. Ji ber vê yekê bi taybetî “hedîsa levlake” (ger tu nebûyayî min âlem nediafirand) wekî delîl bikaranîne. Li gorî vê yekê ku hebûna mutleq bi nav û sifatên xwe ne sir e eşkere bûye sedemê vê yekê Nûr-î Muhamed e. Mela, hebûna mitleq wekî xezîneyeke dizî binav kiriye û têkiliya navbera hebûna yekem wiha îfade kiriye:
Ger xeberdar î ji sirra kuntu kenzen guh bidêr
Da bi sed tewrî beyan kit me’ nayê lewlakê ruh”. [7]
Mela, ji bo mertebeya duyemîn ya taayyunê navê “îlmiye” jî bikaraniye. Ev yek di sîstema Îbn Arabî de tê beramberî mertebeya taayuna yekem. Mela, taayuna yekem a mutlaq wekî coşbûna hebûna deryayê îfadekiriye. Li gorî wî hebûna ku gayb a mutlaq e bi nav û sifatan taayyuna yekem derketiye holê. Ev mertebeya cara yekem eşya ye. Li gorî Mela, eşya bi sifatên ku derketine holê ve ketiye nîzamekî. Mela vê rewşê wek di bin hikmê heft sifatên eşya ketiye nîzamekî diyar dike. Ev heft sifat ev in: Jiyan, îlm, îrade, qudret, sem, basar û tekvîn e. Daxuyaniya vê ya felsefî wek diyarbûna forma eşyayê tê îfadekirin. Eşya, di vê mertebê de wekî rastiyên sabit in. Mela ev dîtina xwe wiha aniye ziman:
Behra wucûdê coşî hat nûrek tenezzul bû ji zat
Hatin te’eyyun têk sifat eşya zuhûr’ilmiyye da
Eşya di ‘ilmê bûn zuhûr isman ji feyza ismê nûr
Teqwîmî bestin bêqusûr hukmê sifatê seb’e da
Vê ‘alemê teqwîmi best her ismekî fi’la xwe xwast
Hukmê teserruf da bi dest her wî di mulk û qebze da
Di felsefeya wehdet-îl- vicûd de mertebeya taayyûnê sabitbûna sifatan û çavkaniya mertebeyeke zêdebûnê ye. Li gorî Mela, di navbera ehed û wahid ferqeke lîteral hebe jî ev ferqa di nav sîstema tecelî de nîne. Di vê pergalê de ehed û wahid yek e. Mela ev ramanên xwe bi van beytan diyar kiriye.
Ferq e wahid ji ehed lê di meqamê semedî
Bi heqîqet ku yek in herdu çi wahid û çi ehed
Li gorî Mela, di mertebeya taayyunê de beşên hebûnê yek bi yek cihên xwe girtine. Lê ev hebûnan wek madî û cîsmî na wekî formel sabit bûne. Bi gotinek din hebûn di vê mertebê de subut dîtiye lê hê jî vucud neditiye. Mirov dikare ji vê mertebê re bibêje ku cihê mînakên eşya yên yekem e. Mela vê dîtana xwe wiha îfade kiriye:
Esma tekamul rast kirin bala fewa ‘il rast kirin
Cih cih qewabil rast qirin jê ‘illetek sûriye da
Mela di navbera cûd û vucûd de dixwaze ku girêdaneke ontolojîk pêk bîne. Ev girêdana ontolojîk ya navbera cûd û vucûd de berê ji aliyê fîlozofên îslamê Farabî û Îbn Sîna jî derketiye hole. Li gorî wan hebûna Xwedê mecburiye û tenê sedema hebûna xwe nîne, ji bilî xwe sebebê hertiştî ye. Ji ber ku ew tenê qenciye hebûnên derweyî wî feyezan kirine. Wê demê bersiva pirsa hebûn çima heye? ev e: “Qencî, eşq û comerdiya Xwedê ye”. Mela, coşbûna hebûnê bi van beytan diyar dike:
Coşis ku da deryayê cûd d’ ayîneya ismê Wedûd
Carek tecella bû wucûd fûrek ji nûrê jê veda
Mela, diyar dike ku coşiya deryaya comerdbûnê nûra ku derdikeve holê, teceliya Nûr-î Muhammed e. Gorî wî ji ber vê nûrê hebûn dijîn, jêderka hemû alema hebûnê Nûr-î Muhammed e. Sifatên Xwedê di xwe de dihewîne û ev sifat di alema hebûnê de cih digire.
Husnek munezzeh sewwirand nûra hebîb jê afirand
Âlem di kunhê heyyirand rûhilqudus can nefxe da
Nûrê ji nûra Ahmedî sirra sifatên sermedî
D’ayîneya zatê xwe dî keşfa kemalatê xwe da
“Mela, mertebeya ku wek Nûr-î Muhammed binav kiriye di pergalên ku ser ol, felsefe lêkolîn dikin navên beramberî vê mertebeyê jî bikaraniye. Ji van yên herî girîng navên qelem û eqil e. Ya ewil di Qur’anê de hatiye sondxwarin ya din jî di felsefeya Platon de ji bo mertebeya hebûnê ya yekemîn hatiye bikaranîn. Mela van nava bi vî rengî îşaret kiriye:
Ew bû qelem ew bû’eqil lew pê hedîsê da neqil
Deryayê ‘ilm ew bû şûxil tefsîlê ‘ ilmê cumle da “.[8]
“Li gorî Mela, pîvan û têkiliyên nav eşya bi gotinek din hemû kategoriyên hebûnê ji ber sifatên vê mertebeyê hatiye sazkirin. Ji bo ku eşya alema hebûnê de vucud verbigire şert û merc vê mertebê de şikil vergirtiye. Mela vê dîtina xwe wiha aniye ziman:
Ew bû dî cumle rabite mîzan û îsm û basite
Feyza Heq ew bû wasite çeşmê wucûdê surme da”. [9]
Encam
Melayê Cizîrî, rêveberê edebiyata kurdan e bi nasnameya îlmî û sofî demxeya xwe li serdemekê xistiye. Ew endamê terîqeta Neqşîbendiyê ye. Digel têkiliya wî ya neqşîbendîtiyê mirov nikare bibêje ku jiyana wî ya teketiyê dûvdirêj e. Melayê Cizîrî, zêdetir bi nasnameya muderîs-sofî derketiye pêş û hemû xebatên xwe li ser dîwanê ku bingeha edebiyata tesewif ya kurd e pêk aniye.
Sofiyên wekî Feqiyê Teyran û muderîsên ku li herêmên cuda dijîn û helbestên Mela xwendine di bin bandora usluba helbestên wî û ramanên wî yên tesewif de mane.
Sînerjiya Melayê Cizîrî û sofiyên kurd ku bin bandora terza mela de mane, bûne sedema ku tevgere tesewif di nav kurdan de bi lez belav bibe û berhemên tesewifê dû hev bên nivîsandin. Berhemên bi kurdî yên sofiyan ji aliyê xwendewanên medreseyan hatiye xwendin û ji ber kirin. Xwendina dîwana Melayê Cizîrî ji aliyê gel li medreseyan de eleqeya kurdan bi edebiyata tesewifê nîşan dide.
ÇAVKANÎ
Pirtûka Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk Doç. Dr. Abdurrahman Adak
Yekta Saraç, Sosyal Bilimler Ansiklopedîsi, Risale Yayınları, İstanbul 1990 madeya “Wehdetu’l- Wicûd”
Dâru’z-Zaman, Dimaşk 2009
Muhammed Zeki Bervârî, el-Kurd ve’d-devletu’ lOsmâniyye, Dâru’z-Zaman, Dimaşk 2009
Yrd. Doç Dr. M. Nesim Doru Meleyê Cizîrî Felsefî ve Tasavvufî Görüşleri Mela Ahmedê Cizîrî, Dîwan,
Mela Ahmedê Cizîrî, Dîwan Osman Tunç, Weşanên Nûbihar, Stenbol 2008
Mehmet Demirci,“Hakîkat-i Muhammediyye”,DİA, XV
Turan Koç, Din Dili
Mela Ahmedê Cizîrî, Dîwan
[1] Destpêka edebiyata kurdî ya klasîk r. 208-215-216-217-218-230 Doç. Dr. Abdurrahman Adak
[2] Yrd. Doç Dr. M. Nesim Doru Meleyê Cizîrî Felsefî ve Tasavvufî Görüşleri, r. 46-47
[3] Mela Ehmedê Cizîrî, Dîwan Osman Tunç, Weşanên Nûbihar, Stenbol 2008.r. 56-57. 65-68
[4] Yekta Saraç, Sosyal Bilimler Ansiklopedîsi, Risale Yayınları, İstanbul 1990 madeya “Wehdetu’l- Wicûd”
[5] Turan Koç, Din Dili
[6] Mela Ahmedê Cizîrî, Dîwan, r.28-9
[7] Muhammed Zeki Bervârî, el-Kurd ve’d-devletu’ l Osmâniyye, Dâru’z-Zaman, Dimaşk
[8] Mehmet Demirci,“Hakîkat-i Muhammediyye”,DİA,XV
[9] Farâbî, Kitabu Ar20.Mela Ahmedê Cizîrî, Dîwan, r. 34-5.