Mirin

Rêber Hebûn

Di derbarê mirinê de wisa Firûyd 1 di pirtûka xwe de Evîn, şaristanî û mirinê R27 diaxive:
( Mirin tiştek î xuristî ye, mirin ew mirina me ye, û tevî wisa jî em pê naramin ji bilî ku em wî bi mirina kesên din pesindan dikin, a girîng tu melevaniyê berdewam bikî, ceng bi mirinê dikeve rûbirû mirov, û wî neçar dike ku bi wî mikûr bibe, mirin mirov dajo ramandinê , mirin li cem berpêşkî ramana giyan, nemirî û hestbûna bi gunehbûnê ye, ceng ne hestbûna me yê berpêşkî riswa dike.)

Firûyd sedema çêbûna şer vedigerîne rewşa nehestbûna berpêşkî a ku rastî mirov tê û di hiş û sewdayê wî de cih digre, ji ber ku dirindîtiya a ku di takes de cîgir dibe sedemek e di cî xwe de ye ji wêrankirinê re, û ev tişta em di hişmendiya cîhadî de dibînin, ji ber ku rê vekiribû ji bijînên takesan re ta derkevin û şer bidomînin, li gel wê Islama Siyasî zayend û hezkirina mirinê bikaranî, zayend wek destikek ê ji arandinê li rex diravê, û peydakirina kêfê bi rêya Cîhada Nekehê,û buhişta xwedayî a wek sozek î hatî ye birrîn, û ev yeka gerentî dide berdewamkirina doz û ferehbûnê ji bo desteserkirina erdan.

Mirin konê xwe li ser henas vedigre, di kêliya hatina wî ya bê sînor de, çawa mirov hevsengiya xwe ya hişmendî di dijwartirîn kêliyên jiyana xwe yê germ û şîn de ji dest dide, bi taybet dema bi mirina kesekî nêzik û hêja ve tê girêdan an dema nûçeyek î giran wê çarenûsa wî tam biguhêre, û hêza huş û sewda nahêle hiş bi azadî birame, ji ber ku mirov li pêş lêxistinê bi matmayîbûn , seyr û ziman li hevgerandinê ve dagirtî ye, ev têkçûna hundirî wî dihêvoje li kiryarên ne vacî, wek ku biqêre an bêdeng be bê ku karek î bi vac bike li pêş helwestê, ji ber vê yekê huner û wêje li kêlek tevgera siyasî û leşgerî dixebitin ji bo li berxwe bidin li hember metirsiyên qirkirina nijadî a ku rastî kurdan tê li başûr û rojavayê Kurdistanê de, û yekîtiya Kurdistanî bû rewrewkek î bin siha girêdana tevgera kurdistanî bi herdû aliyên xwe ve ji ecnîdeyên Tirkî û Îranê ve, û ev yeka tîna li bîr girêdana kurdistanî ji kevin ve ji wan herdû şahînşahiyên yên şerî hevdû dikirin Sefewî û Osmanî ve, di vir de dîrok xwe ji nû ve dûbare kir bi rengek î bi êş ve, gel têde buha dide ji xwînê lawên xwe ve,ta bibe qurbana bîrdoziya partîtî û roparta wê ya taybet a bi wêje û nerîna xwe yê sofîtî ve girtî.
Ew gotara ji rêbaza netewî a demûkrasî dûr e, wisa her partiyek î şehîdên xwe ji yê din ve cuda dibin û herwiha nîşan û nirxên xwe jî, yê partiyê din a dijber pê mikûr nabe

—————
1- Firûyd : di 6 Gulanê sala 1856 de jidayîk bûye ji malbatek e cihû li bajaroka Birîbûrê bi zimanê Tişîkî di navçeya Morafiya yê a di wê deme de bi şahînşahiya Nemsayê ve girêdayî bû.

Û wêjevan jî tên e dabeşkirin li ser wan herdû aliyan , û desthilata partîtî wêje û hunerê xira dike, û cemawer parve dike,ta ew parçebûna şilîbûyî siyasî, leşgerî ,wêjeyî û hunerî cîgir bibe.

Ev bû sedema koçberîbûna cemawerî, û hebûna gotara netewî nediyar kir û herwiha stratîciya niştîmanî a ku kurdistaniyan li ser heman cudabûnên xwe dicivîne, bi sedema girêdana ji ecnîdeyên dewletên yên Kurdistanê dagir kirin e, û ev dibin rêgir li pêş yekbûna siyasî, tiştê ku dihêle destkeftiyên niştîmanî a pêkhatî bi saya xwînên şehîdan û vîna şervanan ve di metirsiyek e timî de bin, ku bêne jinavbirin, mînak tiştê ku bi ketina Kerkokê ve qewimî bi destê Heşd Eşabî ve di dema rêferendomê de, ji encamê neyartiya aliyek î Kurdistanî bi Îranê ve girêdayî, û ketina Şengalê di destê Daişê de bi encamê vekişandina Pêşmergan bê şer jê , û ketina Efrînê bi encamê serişkbûna bîrdozî ve,û wisa wêje berûvajî van tiştan hewil dide kelemên giyanî di navbera cemawer de jinav bibe, dema tekes dike li ser wijdana niştîmanî û herwiha hembêzkirina xwîna rijî ji bo erdê, û parek î mezin dide vê yekê ji bo girêdanên yekgirtî di navbera civaka Kurdistanî de bên e parastin, û tiştê ku huner û wêje pê serkeftî bûye di komkirina dîroka Kurdî û yekbûna cemawer de , nikarîbû siyaseta Kurdistanî vê yekê bi dehên salên xwe ve pêkbîne ,wêjeya azad û vejînkirina kultor û paşmayê dîroka niştîmanî ji neman û windabûnê ve diparêze.

Û dibe ku rewrewkên komî ji rastiyekê ve hatibin , û ewa lawaziya jîndarê mirovî û pêdiviya xwe yê dijwar bi serxweşkirinek e deronî ve ye, berhinde Firûyd dibîne : R 51 – Evîn, şaristanî û mirinê : ( olên ezmanî tenê rewrewkên komî ne, û pêwîstî nîne ku em bêjin ku kesên yên bi wê baweriyê ve bi rewrewkan ve beşdar e ne şiyane ku mikûr bibe ku ew rewrewk in.)

Ji ber vê jî ew ceng pêdiviya xwe bi çekdarîbûnekê heye bi her tiştî ve , bi ol û bîrdoziya partîtî an baweriya bi erdê ve û pêwîstiya bergiriya li wê,û herwiha ketina di evînê de ew pergalek î ji pergalên mandelekirina êşa jiyanbûyî ye, û ewa pêwîstiyek e niştîmanî ye dihêle pêvemanek î bi veşargehên bedewbûn, maf û xêrê ve çêbe, berhinde roparta nefreta kor ji kurdan dibe êzinga vê cengê û bi destêkelbûnek e Tirkî diyar ve , ji ber ku Erdoxaniyet Daişê nijde kir û hemî derfet dayêkî ji bo xwe berferh bike û karê wê bibe ji berjewendiya pirojeya Biraderên misliman a cîhanî , bi gihîştina desthilatê li cîhana Erebî de,û bi sazkirina lêdanên xwînî têde, nexasim ku li paş Daişê akran hene , hêz û sertiya wê belav dikin bi awayek î ne zindî ve û bi taybet Ekrana Eccezîra a Qeterî , bêhtir hêza komên cîhadî mezin kiribû, berûvajî ekranên din yên wê rêxistinê bi navê wê ya navdar binav kiribûn Daiş, û hemî destwerdanên derveyî di dewletan de ne ji sedemên sincî ne lê ji bo berjewendî ne, û cîhan rehnî dabû Kobanî û xwe jîbîrkirin kiribû ji şewatên hinek bajar mînak Nisîbînê li bakûrê Kurdistanê, û wêrankirina wê ji aliyê toraniya tirkî ve, em vê sextebûnê dibînin di vê mirovatiya a ku diyar dibe li ser Telefiziyonê, rojname û acansên cîhanî de, ji ber ku faşîzma olî Erdoxaniyetê belav kiribû mîna rewşek e cîgirbûyî berferehbûyî, û dibû destikekê ji parçebûna dewletan û windabûna wana, û wisa cenga olî hatibû nojenkirin taku bi komê kêşeyên aloz ve di rojhilata navîn de lihevhatî bin, û ta bibin destikekê ku gelek dewletan bihêle hesabên xwe û awayê ramandina xwe vegerînin, ji ber ku hatina biyanan mîna penaberan li Ewrûpayê dibû gurkirinek î ji roparta nefretê a ku netewperestên nû li Ewrûpayê rahijtibûn, û sînora 15 de ji sedî ji rêjeya cemawerên alîgir derbas kiribûn,û ev rêjeya gumanî heye ji nişkêve bilind bibe, eger tundirwiya olî çalak be û herwiha cengên navxweyî bimînin.

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Ezize Gerdenzeri

Jiyana Xelȋlȇ Çaçan Mȗradov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ 100 saliya ji dayȋk bȗna rojnamevan, nivȋskar ȗ serokȇ Radyoya Yȇrȇvanȇ Para Kurdȋ …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !