Baweriyên Kurdan ên Mîtolojik

Mehmet Gür
Baweriyên kevnar zû bi zû ji nav çi gelan bidawî nabin. Herdem şop û remzên wan di nav cîvakan de dimînin, bi awayên cuda cuda derdikevin pêşberî me. Dirûv û şêwazên baweriyan tên guhartin,lê wate û naveroka wan xwe diparêze. Her çiqas ji ol û baweriyên derdoran hinek ritûelan bihewîne nav xwe jî dîsa cewherê xwe yê dêrîn diparêze. Cîvak bîr û baweriyê bi cewheriya wê ya kevnar tînin. Raya van baweriya dûr û dirêje, xwe radigihîne 

serdemên dêrîn. Di nav Kurdan de baweriyên kevnar raya xwe ji serdema mîtolojiyê digire, heta digihe serdema Neolîtîkê. Kurdan  pir sud ji mîtolojiya Neolîtîkê girtiye. Mirov dikare bêje ku bandorek pir zêde li gelê Kurd kiriye. Ev bandor bûye sedema gelek baweriyên cuda û bûye cih ,warên ol, mîtolojiyan. Olên asîmanî sud ji van mîtolojiyan girtiye. Heke mirov temaşeyî naverok, çîrok û wateya olên yekxweda bike dê şop û nîşanên baweriyên Kurdan tê de bibîne.  

   Vêca em hinek baweriyên Kurdan ên kevnar binivîsin.

       Diran û devê gurî

Niştecihên li herêma Elkî berê baweriyek cuda bi diran û devê gurî dianin. Li gorî baweriya wan diran û devê gurî zarokên biçûk ji meçêtiran(cîn) strare dikirin. Li gorî gotegotên di nav cîvatên elkiyan de, meçêtir zemanên kevnar da ji guran ditirsiyan. Tirsa gurî herdem di dilê cinan de ye. Cîn pir ji meçêtiran ditirsin. Herdem xwe ji xezeb û êrişên guran stare dikin. Di nav ajalan de tenê gur meçêtiran dibine. Di navbira meçêtir û guran de dîjmîniyek dîrokî heye. Di vî şerê mitolojik de herdem gur serkeftiye. Neyariyek dêrîn di navbira wan de heye. Di vî şerî de yê qezenc dike gur e, qesasê serê cina ye. Cin pir ji gurî ditirsin.  Ji ber van sedema cîvata herêma botan diran û devê gurî wekî tiştek pîroz,stare dihesibînin. Diranî wekî nivîştiyê dixin pişta zarokî û devî dixin ser serdarê landikê ( dergûşê).  Li gorî baweriya wan ev diran û dev nahêlin meçêtir tuşî zarokan bibin. Gava meçêtir diran û devê gurî dibînin ditirsin, direvin. Diran û devê gurî parastina zarokan dikin. Baweriyek wisa ligel cîvata vê herêmê heye. Rayên vê baweriyê gengaze bigihe serdema çîrokan.

       Derzî û hesîn

 Erkek wekî diran û devê gurî lêhatiye barkirin. Hinek deverên heremê, watek ji cina parastin daye hesînî. Berê digotin cin tên zarokan dibin , an ji dîn dikin. Derzî û hesîn ji wekî  amûrek starê ye. Berê tê bîra min dayikên me derzî an ji kerek hesîn biçûk dixist bersingên me. Li gorî wan gava meçêtir hatin me birevin nikarin ji ber hesînî me berze bikin. Perdeya veşartinê bikêşin ser me. Derzî û hesîn vê taybetiya cînan bêbandor dikin. Heta temenekê bi vî awayî malbatan zarokên xwe diparastin. Li gorî min gava mîrovan hesîn keşif kirî wateyek pîroz û parastinê dayê. Heta serdema me ev wateya hesînî hatiye. Mirovan hem hesîn ji bo parastin bikar aniye hem ji jiyana wan hêsan kiriye.

       Serkê ajalên mirî

Berê li gundan gundiyan serkên ajalên wekî ker, hesp, gayan li lotên xwe didan. Gava yekî çavavêj temaşeyî lot , an ji li serdera mala xwe dida. Ji ber çavan mirovan ev rê, rêbaz esas girtibû. Gava mirov dinêre tiştekê û ji nîşkave serkê ajalekê were ber çavên wî tîrbûn , enerjiya mirovî belave dibe. Li gorî baweriya wan ev serke enerjiya nazar, çavavêjiyê belave dike û nahêle bûyera nazarê biqewîme. Li hember nazarê dibe dîwar , enî. Sibat û çavkildanÇavkildana meha sibatê  kevneşopiyek kurdan a kevnare. Heyva sibatê dawiya payizê ye, bi zor û dijwar dibore. Di demên berê de kevneşopiyek sosret di nav kurdan de hebû. Xwedî çandek têvel bûn. Meha sibatê mirovan çavên sibatê kil didan. Meh tiştek razber bû. Nihe xwînêrên eziz dibêjin çawa kil didan? Belê her roj malekê li mezela tenûrê çavên sibatê kil didan. Çavên sibatê stûn û karîtên li ber banê mezelê çavên sibatê dinimandin.  Gundiya stûn,karîtên avahiya wekî çavên sibatê didîtin û pê arî kil didan. Gava berf xweş barî ba gundiyan digot îro dora kî malê ye çavên sibatê kil nedane. Gazinde dikirin û dibezin çavên sibatê kil didan. Lê diviya çavên sibatê keçkekê an ji jinekê kildaban. Keçkê û jinê pakî, rastî û qenciya mirovan temsil dikir. Ji ber vê sedemê kilkerên çavên sibatê jin bûn.

       Rovî, kêvroşk, mar

Her gelek li gorî ezmûnên xwe yên cîvakî  dibe xwedî  birek baweriyan û hinek ajal dibin remz û nîşanên bîr û baweriyên wan. Baweriyên cuda bi van ajalan tînin. Mîsyonên têvel barî van ajalan dikin. Dibe ku hinek kes , komcivat gava ji bo karekê diçûn rastî bûyerên qenc û xirab hatibin û hinek ajal berî bûyeran rastî wan hatibin ev qencî û xirabî kiribe sedema rast hatina wan. Erkên xiravî û qencî kiribin stûyên ajalan. Vêca ajal ji kirine nîşana qencî û xirabiyê. Li ser  bingehê vê ezmûnê hişek cîvakî afirandiye. Rovî,mar û kêvroşk bûne remzên baweriya kurdan. Rovî li ba kurdan oxir û qencî ye. Gava rovî li ser riyekê rastî kesekê were dê kar û barên wî baş biçin. Kesek ji bo karekê , bûyerekê biçe heke rovî li ser riya xwe bibîne,biçî xizmetê ve biçûbe dê qenc û rast pêk were. Berevajî rovî heke kêvroşk rast were dê hemû karên wî wê rojê şaş û xirab biçin. Kêvroşk bêyome , xirabiyê dinimîne. Cîvakê de dibêjin kesên neqenc kêvroşka beş. Teqaz kesek ji bo karekê çûye rastî kêvroşkê hatiye û şulê wî rast neçûye , kiriye stûyê kêroşkê. Kêvroşka reben bûye kêvroşka beş. Kurd dibêjin marê serê sibê tê pêşiya te oxire,qencî ye. Yê êvarî tê ser riya te bêoxirî , xirabiye. Cîvak li gorî bûyer , ezmûn û tiştê bi serê wan de qewîmiyî bîr û baweriyan 

       Elka dil û hinavan

Elka dil û hinavan nexşê çîrok û baweriya Kurdên herêma Elkî ne. Elka dil û hinavan pîrejineke diran qiç,dirêj,porşîn,çavsor û pozdîrêj e. Li gorî baweriya mirovên herêmê ev pîrejin e xwe bi dil û hinavên jin û pezî xwedî dike. Şevên zivastanên dîrêj demê pez zayînê dikeve gomên pezî û gava pez dizê li gel giyayî diçe zikê mihên ber zayînê de û dil û hinavên wê derxe, dixwe. Li gorî gotegotan demên berê ev elka dil û hinavan tuşî malbatekê bû. Çend bûk û keçên wan kuştibûn. Dema welîdina bûka malê xesûrê diçe ber serê wê û rûdine. Arxavkê bûka xwe bidestên xwe çêdike,amade dike. Himbankeke ji kevilî çêdike didane ber çongê xwe. Gava arxavkî têk vedide, mûyek stûr dikeve nav. Wî bûyî radike,dikê nav himbanka xwe derî baş lêgirê dide. Arxafkî dide bûka xwe. Himbanka wî werime her diçe werime , mezin dibe û deng, qîrên jê diçe. Xesûrê bûkê elka dil û hinavan dide sondê ku êdî xwe têkîlî malbat û mirovan meke. Elk soz dide û soza xwe digere êdî xwe têkîlî mirovan nake. Çîrokên elka dil û hinavan gelek in.

        Meçêtir û şev avrijandin

 Li herêma botan dibêjin cîna meçêtir. An ku ji me hêjatir,qenctir, zirektir. Meçêtir mirovan dibîn lê mirov wan nabînin. Li gorî baweriya wan meçêtir şevan li berderî,li kêlekên malan,kolanên wan digerin an ji rûdinin. Berder, cihên tarî war û mala cînan e. Dibêj şevan dîvê mirov hişyar be avê merêjine. Heke avê birêje ji hewceye navê xweda bine. Heke tu avê birêjî meçêtiran da dê tuşî te bin. Li serê wî kesî û malbata wî bibin bela. Berê li gundan hindî ji mirovan dihat av kêm dirêjand , navê xweda tina. Mirov nizana ka cîn li ku derê rûniştine an ji digerin. Dîvê çi kes wan nearine li serê xwe meke bela.

    Ev baweriyên Kurdan dêrînin,raya xwe radigihinin serdema mîtolojiyê. Serdema mîtolojiyê bandorek giring li mejû, giyana Kurdan kiriye. Kurdan ji ev bandor bi şêwazê cuda di nav jiyana xwe de şîrove kirine û êxistine meryetê.

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Ezize Gerdenzeri

Jiyana Xelȋlȇ Çaçan Mȗradov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ 100 saliya ji dayȋk bȗna rojnamevan, nivȋskar ȗ serokȇ Radyoya Yȇrȇvanȇ Para Kurdȋ …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !