Zeynelabidin zinar

WATEYA PEYVA ”KUŞTIN” Û ”MIRIN”Ê – Zeynelabidin Zinar

Gelek car di Medyaya Kurdî de tê dîtin ku dema kesek an çend kes bi rûdaneke xwezayî can didin, ji bo wan dibêjin HATIN KUŞTIN.

Mînaka vê peyvê di Aşîta Miksê de hate dîtin, dema bi ser rêwiyan ve hatiye û pir kes di binê wê de mane, di medyayê de nivîsîbûn ku hewqas kes HATINE KUŞTIN.

Di Çanda Kurdî de wateya KUŞTIN û ya MIRINê gelek ji hevûdu cuda ne:
. Eger êrîşek bi zanîn here ser kesekî û ew kes can bide, jê re weha tê gotin: HATE KUŞTIN.
. Eger êrîşek ne bi amac û vîn here ser kesekî û ew kes can bide, jê re MIR/MIRIN tê gotin.

Hemû kesên ku ji aliyê rûdanên xwezayî ve can didin, ji bo wan MIRIN tê gotin. Mînak:
. Candana ji ber agir, ji ber avê, ji ber berf, baran, brûsk, hez, erdhej, rûdana trafiqê û hemû tiştên wisa, herweha ji ber êrîşa ajalên kovî ku ganî ji ber wan êrîşan can didin, ji bo wan MIRIN tê gotin e. Mînak:
. Aşît hat, du kes tê de mirin.
. Lehî rabû, çar kes tê de mirin.
. Keştî nixro bû, gelek rêwî tê de mirin.
. Agir bi malê ket, du zarûk tê de mirin.
. Erdehej çêbû, gelek hemwelatî tê de mirin.
. Trên ji riya xwe derket, çend rêwî mirin û gwd.

Lê candana ji ber êrîşên bi zanîn KUŞTIN e, mînak:
. Mele Brahîn di Îşkencexaneya Qurdogliyê de, li ba min hate KUŞTIN.
. Li kuçê gule bera kurê Xalo Emo dan, lêwik hate KUŞTIN.
. Gundiyan li ser giyayê şer kir, du kes hatin kuştin.
. Mêrik bi şeşagirê jina xwe KUŞT û gwd.

Hîvîdar im ku ciwanên me li ser van babetan rawestin û peyva KUŞTIN û MIRINÊ berovajî nekin.

Her şad û bextewer bin…

12/ 02/ 2020, saet: 02.16

Lê Binêre

Zanyarî baweriya tek hebûnê ye

Rêber Hebûn Rastiya zanyarî tune dibe dema em xwe radestî tundirwiyê dikin, ew kelem metirsîdar …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !