Pertew Begê Hekarî, di nav helbestvanên wêjeya klasîk a kurdî de yê ku mîrektî kiriye û bi vê mirektîya Hekarîyê navdar bûye.
Di sala 1756an de li bajarê Hekariyê hatiye dinyayê. Zarokatiya xwe li Hekariyê derbas kiriye. Pêşî Quran xwendiye û di Medresa Humayûn de, xwendina xwe qedandiye. Gelek helbest bi kar anîye û li Hekarîyê mîrektî jî kiriye. Di nav gel de ‘Pertewî, Pertew Beg, Pertew Begê Hekarî tê nasin. Lê di hinek belge û deveran de, ev zat, bi navê “Şah Pertew”, “Şah Perto”, “Şah Pertewê Hekarî” û “Şah Pertewê Hekarî Ebas” jî tê bi karanîn.1
Berhema Pertew Begê Hekarî ‘Dîwan’ e. Dîwanên helbestvanên wêjeya klasîk bi piranî bi helbestên duyînî, bi ristêyan pêk ten. Di dîwana Pertew Beg de, helbestên duyînî, çarînî, pêncînî heta şeşînî jî hene. Pertew Beg, di dîwana xwe de, bi mexlesên Perto, Pertew û Pertewî bi kar anîye.
Pertew Begê Hekarî, mirovekî sofî ye. Ew sofîtiyê wî, di gelek helbestên wî de xuya dike. Evîn û evîndari di helbestên wî de gelek cih digre.
“Pertew Begê Hekarî di dîwana xwe de gelek awa û kêşeyên helbesta klasîk bi naverokeke edebî û estetîk ve bi kar aniye. Lê di helbestkariya xwe de belkî taybetiya herî mezin ew e ku wî (wekî gelek şairên din) bo xwe wekî ustad Melayê Cizîrî dîtiye û li ser usûla wî helbesta xwe honandiye… Li gor hin çarçoveya edebiyata klasîk Perto mezmûn û sembol û îmajên serkeftî di dîwana xwe de bi hostayî bikaranîye. Bi vî awayî Pertew Beg di nava edebiyata kurdî de xwe digihîne astek bilind. Ligel wê belkî tişta herî eşkere ew e ku Pertew Beg di dîwana xwe de zêdetir behsa Hezretî Mihemed dike û ji ber ku navek wî jî wekî yê Pêxember “Mistefa” ye, bi teşbîh û telmîhan ve vî navî bi hostayî bi kar tîne.”2
Çavkanî:
1-Bateyî, Qahir, Pertew Begê Hekarî, yuksekovahaber.com/author_article_detail.php?id=713&uniq_id=1193684575, 21 Cotmeh 2007.
2-Doskî, Tehsîn Îbrahîm (Amd.), Dîwan, Perto Begê Hekarî, Weşanên Nûbihar, Stenbol 2011, r.26- 28.
Hüseyin Koyuncu.