Jiyana Evdirehîm Rehmî Hekarî – (Abdurrahim Rahmi Zapsu)

Evdirehîm Rehmiyê Hekarî an jî bi navê nasnama wî Abdurrahim Rahmi Zapsu yek ji helbestvan û siyasetmedarekî kurd bû.

Rehmiyê Hekarî di sala 1890an de li bajarê Elbakê hatiye dinê. Ew ji malbatên hekarîyanê Mala Hekariyan de bûye. Wî perwerdehiya xweyê pêşin li Elbakê, pê re jî li Wanê temam kiriye û dest bi Darûl Mûallimînê kiriye. Wî di hevşêwê wextê de ji Seyid Tahayê Arvasî jî dersên olî heldigirtine.

Ew demekê mamosteyiyê dike şunda, li Zaningeha Îstanbûlê dest bi Xwedêzanîyê dike. Wextê ku Şerê cîhanî yê yekemîn dest pê dike ew teva hêzên Seîdê Nursî dibe û li hembera Rûsan şêrê dike. Ew di vê şêrê de bi birin dibe û wek dîl dikeve destên Rûsan. Wextê ku ew li wargehê dîliyê de dimê dersan dide zarokan.

Gorî hin gotinan wî di dema dîliyê de du pirtûkên bi tirkî nivisîne û wextê ku serbest dimê jî wan diweşîne. Ew wextê ku ji pê Şoreşa Kewçêrê re tê berdan dihere Îstanbûlê û li wir teva Kürt Talebe Cemiyetî û Kürdistan Teali Cemiyeti dibe. Ew di kovara Jînê de helbest û nivisên xwe û piyeseka bi navê Memê Alan diweşîne.

Di sala 1919an de be hevalên xwe ve wî Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Dîwana Melayê Cizîrî weşand. Dîsa di wan wextan de kovareka bi navê ehlê Sunetêmehê du caran dihat weşandin weşand. Wê kovarê heft salan dewama weşaniyê kir. Wî di 2’ê şibatê 1958an li Stenbolê wefat kir û li pê xwe 25’a zêdetir pirtûk berdan.

Berhemên Wî

  • Esir Bir Çocuğun Başına Gelenler(Tiştên Hatinî Serê Zarokekî Dîl). Ew di wexta dîliyê xwe de nivisîbû.
  • Eqîda Kurda, Êlmêhalekê bi kurdî
  • Memê Alan, Di hejmerên 15 û 16’ên kovarê Jînê de hatibû weşandin.
  • Gaziya Welat
  • Büyük İslam Tarihi, (Dîroka Îslamê yê Mezin)

https://www.bernamegeh.org/2020/07/24/helbesten-evdirehim-rehmi-hekari/

 

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !