Dilbirînê Deşta Mûşê
QANÛNA ME MU’MÎNAN QUR’AN E
Mu’mîn wek zêrê xasin
Ji ber ku xwe dinasin
Li Gerdûnê gernasin
Xudayê xwe dinasin
Kesên ku xwe nenasin!
Ew Xwedê jî nanasin!
Lê ên ko xwe binasin
Ew Xwedê jî dinasin
Mirovên qelp û sexte
Heman demê bêbext e
Îmana xwe difroşin!
Mînanî ker û yexte..
Qaşo hin şêx û mela
Li me rakirin xela!
Ewên sextekar û qelp!
Li Dînê me bûn bela!
Nîv tixtor ji can dike
Nîv mela ji Dîn dike
Meriva dibe kufrê!
Le’netê li xwe dike!
Ev Dîn, Dînê Xwedê ye
Ne Dîn’ek ji rêzê ye!
Mûhemmed Qasidê Wî (s.X.l)
Ji gunehan bêrî ye
Peyamber tev mehsûmin
Bijartê mirovanin
Lê hemî însanîyet
Ji esl û nesla wanin
Ên dikin sextekarî!
Wekî Îblîs û marî
Xwedê wan le’net dike
Davê Dojeha sorî
Qelp û sextekar pîsin
Tev bêbext û xebîsin
Jê bawer nekin bira!
Rêberê wan Îblîsin
Lê seydayên sadiqin
Warisê Peyamberin
Li ser rêça Mûhemmed (s.X.l)
Bibextin tev salihin
Zanyarê me yên hêja
Rastîyê xweş dipêja
Xwedê ji wan razî be
Wek şa’ir û dengêja
Wan Dîn gîhandî îro
Wê îro jî wekî do
Dinya me her ronî kin
Sibê, êvar û nîvro
Silav li Peyamberan
Li seyda û zanyaran
Ya Reb me bêpar nekî
Ji ‘İlm û Du’ayê wan
Di vî zemanê axir
Mirov bûye wek naxir!
Lew ji sedî nod û neh
Nakin bi têlek paxir!
Lewra maye bêrûmet!
Nemaye qedr û qîmet
Hêvîya min ji Xwedê
Îsle ke Şahê Qudret.
PIRS Û BERSIVA DOSTAN
Bi Navê Xudayê Mihrîvanê Dilovîn!
Bêşek û bêguman Xwedê Te’ala her tiştî ji me tevan çêtir dizane. Gelek şopajoyên min bi mafdarî: ji min ,,Pirsyarên” di derheqê zilma zaliman û li ser bêdengî ya Umeta Mûhemmed û wan qaşo hinek şêx û melayên bêdeng kirine. Înşa Ellah ezê bi qasî zanîna xwe wan pirsyarên şopajo yê xwe yên ‘ezîz di vê nivîsara xwe de zelal bikim.
Peyamberê Xwedê (s.X.l) di Hedîsekî da gotiye: “Kî li dijî zilmê bêdeng bimîne, ew wek şeytanê kerr e”.
GELO MERIV DIKARE JI KÎ RA BÊJE ‘ALIM?
Peyamberê Xwedê di Hedîsek din da jî wiha kerem kirî ye: ‘Alim warisên Peyambera’nin”.
Vêca meriv dikare ji kî ra bêje ev ‘alim ango zanyar warisê Peyamberan e?
Meriv dikare ji wî kesî ra bibêje ‘alim ko ew rasterast peywir û wezîfa xwe ya: ,,Waristîyê” wek Peyamberê Xwedê Mûhemmed Mistefa bêkêmasî rast û durist tîne cih. Herwiha ew wek Resûlê Xwedê rastgo û li ser rêya heqî û heqîqetê dimeşe. Mixabin di vê dewra axirê zeman de ‘alimên wiha rast, sadiq û salih her çiqas hebin jî, dîsa hejmara wan kêmin. Lewra ku Umeta Mûhemmed îro sêwî ma ye. Bêşek li ser her melayî Ferz e ku bi Xwedê û Resûlê Xwedê ra sadiq be û ji rastîya Dînê Îslamê jî ti wextê pêvabernede, her wiha li dijî zilm û bê’edaletîyê jî bi mêrxasî têbikoşe û dengê tekoşîna ‘edaleta Xwedê berz û bilind bike.
Vêca ew qaşo şêx û melayên ku li dijî zilm û bê’edaletîyê, bêdengin: ,,Mixabin ew jî yan tirsonekin. An jî qelp û sextekarin.
An jî di: ,,Dîyanetên kufrê” da wezîfedarin. Ha ji ber vê rastîya dîrokî ye ku ew jî di nav kufra kufrê da rizîya ne.
QESRA MUAWÎYE YÊ
Dibên rojekê Muawîye yê ji walîyê xwe yê Şamê Ebû Zer ra gotî ye: “Ey Ebû Zer te Qesra min çawa dît?
– Ebû Zer (X.j.r) dibêjê: “Eger ku te bi perê xwe çêkiribe Îsraf e. Lê bi perê Milet (Beytulmalê) çêkiribe Heram e..”
Ka di roja îroyîn de kîjan walî an jî mele û şêx diwêrin ji xwedîyê Qesrên îro ra van gotinan bibêjin an jî ji wan vî hesabê giran bipirsin.?. Vêca eger ku cesareta Ebû Zer di şêx û mele û walîyên îro da tine be, ji xwe wê rewşa me jî wiha xirab û perîşan be.
UMMETA MÛHEMMED (s.X.l)..
Mixabin di roja îroyîn de wek dewra Resûlê Xwedê a se’adetê Umeta Peyamber bi hêz û xwedî gotin nîne ku bikaribe li dijî zilmê têbikoşe. Her çiqas hinek cema’et û mu’mînên xweyî îman û ên wek me serbixwe û rastgo hebin jî, îro hêza me û wan jî nîne ku em li dijî zilma ewqas zalim û dîktatorên qaşo musilman têbikoşin. Lê heta ku Xwedê qewet û mecalê bide me, emê bi dilsozî û mêrxasî, bi qasî zanîna xwe dengê ‘edaleta Xwedê berz û bilind bikin. Herwiha Miletê xwe jî ji vê xewa xefletê hişar bikin û li dijî zilmê tekoşîna xwe berdewam bikin. Xebat û xizmet ji me be, du’a ji we be, lê lihevanîn û tewfîqa me jî ji Xudayê me be.
MU’MÎN KÎ NE?
Înnel mu’mînûne îxwetun. “Mu’mîn tev ji hev ra xuşk û bira ne”. Xwedê Te’ala di vê Ayata pîroz da gotî ye: “Mu’mîn birayên hevûdu ne”. Lê haşa negotî ye: ,,Kurd û Tirk û ‘Ereb û ‘Ecem” birayên hevûdu ne.
Muslimanên xas ew kesên bidad û biewle ne ku ti kes ji dev û dest û nigên wan zilm û zordarî yê nabînin. Herwiha ew bi tenê ‘îbadetê ji Xudayê xwe ra dikin û teblîxa Dînê Xwedê dikin. Lê: ,,Qanûna” wan ,,Şerî’eta Xwedê” ye û ew bi ‘edaleta Xwedê hukim dikin. Bêşek mu’mînên ku rasterast di rêya Xwedê da di meşin ên herî xas, sadiq û salih jî ew in.
Vêca di roja îroyîn de ji 2 mîlyarî zêdetir mirov ji xwe ra dibêjin em musilmanin. Lê tu ên xam û qelp û sextekar û ên bi dil kafir, lê bi dev musilman ji nav mu’mînên xas û sadiq derînî, encax 500 – 600 hezar mu’mînên li gorî fermana Xwedê dijîn ji nav ên qelp û xayîn û bêbext derînî. Lê Xwedê Ti’ala hejmara mu’mînên xas û her tiştî ji me çêtir dizane.
Vêca kî ji bo berjewendîya xwe li xelkê/n mezlûm: ,,Neheqî û zilmê, destdirêjî, dagirkerî û hwd. yê bike: ,,Bêşek ew jî zalim û dîktator e ku, Xwedê Ti’ala di Sûreyê ‘Araf Ayata 44an da li wan le’netê anîye û wan le’net kirî ye:
• Le’netû Ellahî ‘elez-zalîmîn: “Le’neta Xwedê li zaliman be..”
Xwedê Ti’ala di Sûreyê ‘Araf Ayata 29an da jî dibêje: “Ey Mûhemmed! Bibêje Rebbê min ‘edaletê ferman kir”.
SÛREYÊ YÛSIF AYAT 40
“Ewên ku hûn di şûna Ellah-û Te’ala de wan dihebînin, bes hin navin ku (ji nezanîn ve) we û bavên we ew bi nav kirine (û ji bo xwe we ew kirine îlah!). Xwedê jî di derbarê wan de (ku ew îlahin) ti delîl (AYAT) danexistîye. Desthilatî bes a Xwedê ye, li we ferman kirîye ku hûn bi tenê ‘îbadeta Wî bikin. Ev e, Dînê rast û durist. Lê belê pirên mirovan (vê) rastîyê nizanin”.
Sûreyê Zumer Ayat 38
“Bêje Xwedê besî min e”.
Lê kî li ser Navê Xwedê, Dînê Îslamê û Resûlê Xwedê: ,,Qelpî, sextekarî, xîyanet, destdirêjî û zilmê li xelkê bike û heqê wan bi zilmane bixwe û xelkê bixapîne! Bêşek ew jî him dibin zalim û him jî dibine kafir.
AYAT
Xwedê Te’ala di Ayatekî din da jî li temamî benîademan wiha ferman kirî ye: “Kî ji we yek mirovekî bêguneh bikuje, herwekî ku wî ‘alemekî giştî kuştibe”. Eva jî zilmekî wisa mezin e ku kujer sibê nikare vî hesabê giran bide Xwedê Te’ala. Welew ku ew mirovê Xwedê behs kirî ne misilman be jî. Meriv nikare bi zilmane ti kesî bikuje! Ji ber ku mafê ruh stendinê bi tenê ê Xwedê Te’ala ye, ji lewma.
AYAT
Kullû nefsîn zaîqetul mewt. “Wê her zindî mirinê biçêje”.
ZIMAN Û RENGÊ ME JI AYATÊN XWEDÊ TE’ALA NE
Bêşek û bêguman mandele kirina Ziman û Rengê me Miletê Kurd wek mandele kirina Ayatên Xwedê Te’ala ne.
Xwedê Te’ala di SÛREYÊ RÛM AYATA 22an de li temamî mirovan wiha ferman kirî ye:
“We mîn Ayatîhî xelqûs-semawatî wel erdî, wextîlafû elsînetî kum, we elwanî kum înne fîzalîke le Ayetîn lîl ‘alîmîne”:
“Ji nîşanên (qudreta) Xwedê ne ku erd û asîman afirandine, zimanên we û rengên we ji hev cuda çêkirine. Bêguman di vê de ji bo mirovên zana ders û ‘îbret hene..”
Bêşek û bêguman Ziman û Rengê me Miletê Kurd jî wek ê hemî Miletan ji Ayatên Xwedê ne.
Vêca li gorî vê Ayata pîroz kî: ,,Ziman û Rengê” kî mandele bike! Ew him dibe zalim, him jî dibe kafir.
HEDÎS
Peyamberê Xwedê gotî ye: “Kî me bixapîne, ew ji me nîne..”
Resûlê Xwedê wiha jî gotî ye:
“Wellahî, Wellahî, Wellahî, ew kesê dema ku tiştekî ji xwe ra bixwaze, heta ku ji birayên xwe ra jî nexwaze, wî bi Xwedê îman neanîye”.
Herwiha ew qaşo musilmanên ku temamî: ,,Qanûnên wan Şerî’eta Xwedê nebin û ew nexwazin ‘edaleta Xwedê li ser rûyê temamî erdê bibe dadwer, her çiqas ew bi dev misilman bin jî, teqez ew bi dil kafir in.
GELÎ CANIK Û CAMÊRAN
Ka wan Dewletên ku hûn pirsa wan ji min dikin: ,,Qanûnên kîjanê Şerî’et e ku ew bibin Dewletên Dînê Îslamê û ên musilmanan? Ma Dewlet bi: ,,Qanûnên Şer’îetê dibin Dewletên Îslamê û musilmanan?
– An jî bi: ,,Wan Qanûn û Yasayên taxûtî û kufrê dibin Dewletên kufrê? Esas bersiva herî rast û durist di van pirsyarên min da ye.
Vêca di rewşeke wiha malkambax de: ,,Mu’mînên ku hene ew jî ên serbixwe ne, mixabin ne ku xwediyê Dewletekî wisa bihêz û mezinin ku bikaribin heq û hiqûqa me û temamî mezlûman ji zaliman bistînin. Esas Dînê herî rast û durist di dema îro de mixabin niha bi tenê di Qur’an û Sunetê Resûlê Xwedê da ye ku, kî xwe bispêre vê rastiya Dînê Îslamê, encax ew xwe digîne îmana kamil. Xwedê Ti’ala îmana me biparêze. Eger ku wiha nebe, ti kesek zore ku bi îman here hizûra Xwedê.
DÎN ÇI YE?
Dîn bi cî anîna
Fermana Xwedê Ti’ala ye
Teslîmîyet e
‘Edalet û wekhevî ye
Aştî û biratî ye.
Xudayê min besî min e
“Xwedê heye
Xem tune ye”
Mirin heye
Rev tune ye
Bêşek Xwedê
Besî me ye.
MIZGEFT
Ew ,,Mizgeft û Dîyanetên” ku rasterast wek bêhna rîhan û pîltanê bêhna: ‘Edaleta Xwedê, Heq û hiqûqa Dînê Îslamê û exlaqê Resûlê Xwedê ji wan neyên, berovajî bêhna kufr û zilm û nîfaqê ji wan werin, bêşek û bêguman ew jî hemî dikebine hukmê: ,,Mescîd-ul Dîrarê” ku Resûlê Xwedê Mûhemmed Mistefa daye hilweşandinê.
AYAT
Hesbûnellahû wenî’mel Wekîl.
“Bêje Xudayê min çi xweş Wekîl e”.
DEWLETA ÎSLAMÊ KÎJAN E?
Rojekê camêrek ji Hz. ‘Elî pirsî ye: Dînê Dewletê heye ezbenî?
– Hz. ‘Elî (X.j.r) wiha keremkirî ye:
“Belê heye. Dînê Dewletê ‘edalet e. Ew dewleta ku ‘edaleta wê tune be, ji xwe ew bêdîn e”.
Li ser mijara ‘edaletê Hz. ‘Umer jî (X.j.r) wiha keremkirî ye:
“Ger hûn bi şaşî mizgeftê hilweşînin jî, ‘edaletê hilneşînin”.
Yanî eger ku hûn ‘edaletê hilweşînin! Êdî ne pêkane ku hûn cardin ‘edaletê şûnda bi cî bînin. Mixabin mirovên zalim û qelp û sextekar û maşeyên kufarê carekî ‘edaleta Xwedê hilweşandine. Lewma ku niha ji ‘edaleta Xwedê ti eser li ser rûyê erdê nema ye. Lê Xwedê Xuda’kî pir Mezin e, bêşek û bêguman di dawîyê de Wehda xwe bi cî tîne û di Roja Piştdawî da jî hesabê xwe ji temamî benîademan pir çetin dipirse. Lewra ku Xwedê Ti’ala di vê Ayata pîroz da gotiye:
• Fe men ye’mel mîsqale zerretîn xeyren yereh.
We men ye’mel mîsqale zerretîn şeren yereh”.
Vêca niha qaşo li ser rûyê erdê 52 Dewletên musilmanan hene. Lê mixabin: ,,Qanûnên” yekê jî bi giştî wek a dewra Resûlê Xwedê rasterast Şerî’eta Mûhemmed-î nîne. Her çi qas li bajarê Meke yê û Medîna munewwer û li hinek Dewletên wek Pakîstanê û cî bi cî li hinek dever û bajarên din qismen Şerî’et hebe jî. Mixabin ev jî bi tena serê xwe têrê nake ku rêya hemî mirovatîyê ronî bike.
Mixabin sî (30) sal di piştî wefata Peyamberê Xwedê ra: ,,Emewî, ‘Ebasî, Selçûqî, Faris û ‘Ereb “ên” wek Seddam Huseyn û hwd. yên zalim ,,Dîn ji xwe ra kirin: ,,Dînê koşk û sera, ê zilm û pera, riba û zîna, seltanat û sextekarîyê ku ‘edaleta Xwedê ji holê rakirin, lewra ko niha li ser rûyê Dinyayê ji ber zilma zalimên bêdad di Rojhilata Navîn da dê weledê li milê xwe davêje û Rojhilata Navîn ligel Welatê me bûye gola xwînê.
Lê ligel vê jî her çiqas Pêşeng û lehengên wek Sultan Selaheddînê Eyûbî û hwd fetha kufr û zilmê kiribin û ‘edaleta Xwedê ji nû va li ser rûyê Dinyayê kiribin dadwer jî, mixabin piştî wefata wan dîsa qelp û sextekaran ‘edaleta Xwedê ji holê rakirine. Vêca ew Dewletên ku hemî: ,,Qanûn û Yasayên” wan ên ,,Şerî’etê” nebin û ew bi “Şerî’et û ‘edaleta Xwedê û Suneta Resûlê Xwedê hukim nekin. Ka ew çawa dibin Dewletên Îslamê.?.
Lê gotineke me Dumilî yan heye ku em dibêjin: “Tu ha vajê, ha vajê”. Her çiqas em vê rastiyê bênavber tînin ziman jî. Mixabin dîsa hinek kurdê me yên nezan û kêm firsend vê rastiyê fêhm nakin û ji ber zilma wan dewletên ne Îslamî, zimandirêjî Dînê Xwedê û Resûlê Xwedê dikin û me mu’mînên welatparêz û bêguneh jî, ji zilm û bêdadîya wan berpirsyar werdigrin. Ka ez ji wan nezan û bêexlaqên bêdad û bêbext ra çi bêjim? Xwedê Ti’ala wan û neyarê me yên zalim tevan ligel hev îsleh bike…
Amîn Amîn Ellahum Amîn.
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com