Seyfedînê Welekorî
Çi ‘ecêbe wekî dewra cehaleta nav ‘Ereban
Sed bixabin di nav gelê Kurda jî ev yek hebû li hin herema hêjî berdewame.
Yek ‘ecêb jî evbû di nav di’a yên gelê Kurd de para zaroka keç (qîzin) tunebû.?
Tenê di nav nifirran de, û di nav dijûnîyan de cî didane keça.
Yekî li yekî qencîyek bikira, an cîranekî alîkarya cîranê xwe bikira,
Ku li hevalê xwe, an li cîranê xwe ku di’a bikira,
Exleb ji bo zaroka kurîn ev di’a dikirin.
Mînak; Tedî jêre digot;
Wey “Xwedê” Kurê te bihêle
An digot; “Xwedê” Kurekî bide te.
“Xwedê” kurê te xwedî bike an biparêze,
“Xwedê” ‘emrê kurê te dirêj ke.
Wî min guman heye ji “Xwedê” kevir li ber lingê kurê te bibe pembo.
“Xwedê kurê te ji tera bike hezar salî.
Ez bi qurbana serê kurê xwe.
“Xwedê ‘emrê min bike ser ‘emrê te
Kurê min, serê min li dora te bigere.
“Xwedê dewrana te dirêjke.
Lawo lawo ax li ber pê te bibe zêr…
Lê ji wan yek ku ji yekî acizî bûya an acizî bidîta,
An dilmayînekî biketa navbera wan,
Yan jî ji keça xwe acizbibûna, dibûne agir bi ser wê keçê de dibarîn.
Wê devê xwe ji bo zaroka xwe ya qîzîn wuha vekirana.?
Ger ku keçikê ew aciz kiribana, an li hember wan bê hurmetî bikira, an kiribûya.
Ewê li wê keçikê hêrs biketana, oy kevir û kuçikê dinê bi ser de dibarandin.
Qet nedifikirîn nedigotin ev keç jî zaroka mine,
Gunehe, dilê wî dişkê an rewşa wê xerab bibe.
Qisa wane pak evbû, weyla tu bi qebhet çûyî.
Porê te bi ser bav birê teda kurbibe.
Poz guhên te kurr û kem be.
Tu bi zikê tije ji mal bavê herî.
Tu bi rûreşî ser mala bavê de vegerî.
Şaqîna dergûşê li ber guhê te nekeve.
Destê te here ser hêlekana vala.
Tu herî ber desta hêwî were ser te.
Qîra te qîra qijikê be.
Tu pepûka ser darê bî û hêlîn l ite bişe’ite
Tu parîyê devê gura bî.
Tu bibî bûka hirçê, kudikê kûçikan ji te bikevin…
Tedî xarineka xweş heba ‘ewilî didane destê zaroka xwe ya kurîn,
De ka zaroka kurîn nefs tenike digotin.?
Hem li çevê wê keça xwe jî mêzedikirin.?
Te dî gazî keça xwe dikir digot ha keça min,
Ka tu were binhêre ku min ji birê tera cotek gorên saqdirêj ça çêkirîye,
Wê wextê ger ku rûyê keçikê daketa jêr, dibêjin tu medê xwe neke
Ezê ji keça xwera wan gorêyên birê teyên kevin,
Bi hêvîzînim û bin pê bikim tu jî ewana bike pê xwe.
Tedî; Kur keçekî revand xûşka wî dikirine qurban ew dibû berdêlî.
Ger ku keç dil biketa xortekî pêre birevîya,
Hew digotin ewê dêlê ev rûreşî anî rûyê me,
Heta ew saxbe, em saxbin ew nayê vê malê, û çevê wê bi çevê min nakeve.
An wê li hev tovbibûna qetla wê helal bikirana.
Lê ku kurik xetayekî wusa bikira, te hewdî ku bavê wî, an hebûna apên wî digotin ez heyrana serê wî bim ‘eynî li min çûye.
Keçikê xarin ji bavê xwere çêdikir û tanî li ber datanî,
Bavê wê serê xwe radikir li çevê keça xwe dimeyzane
Û jêre dibêje “Xwedê birê te bihêle.
An keçikê dêl dayîka xwe ve kar û şuxulê malê dike,
Derî poxan û hewlî hawirdor gişk gêzî dike,
Dayîka wê jî ji wê re dibêje “Xwedê” tiştekî xirab neyne pêşîya birê te.
Yahû evê keçikê xarin çêkir anî danî pêşîya Bavê xwe,
Heyran evê keçê derî poxan sivnikir kar û şixulkir.
Ne tevn û teşîyên vê malê evê/n keçika kirye.?
Çima hûn ji wê re di’a nakin an spasîya wê nakin, çima ev defdan bo çiye.?
Hêj telî û tengî û qehr û ‘heqaretên li ser jin û keçên Kurda zefin,
Emê di demekî de ewan jî bînin ziman.
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com