ELIND MIZÛRÎ / Rolê Edebiyatê Li Ser Demê Koronayê
Koron (covid 19) ew peĵîka hemû cîhan heĵandî û bûye reșeyek bo hemî mirovan, îro cîhan hemî weke zîndenekê lê kirye, lewra ev serdeme dê bîte qonaxek taybet di hemû beyav û sikterên ĵiyanê de, her weha dibe werçerxanek di beyavên wêĵeyî edebiyatê de, çimkî edebiyat beşek herî mezin e di ĵiyana xelkî de ،û eger ne ĵi egerê vederbendbûna xelkî di malan de, dibe hander ku xelkekê xwendevan zêdetir penayê bibe ber xwandinê û zêdetir nêzîkî pertûkan dibin û bi taybetî nivîskar û rewșenbîr.
Ev qonaxe dibe westgehek edebî wêĵeyî û dê cêwaziya xwe hebît ĵi her qonaxek dî, ger bibînîn yan hest pê bikeyn rêĵek mezin ĵi nivîskaran miĵûlî nivîsînê bûne , heya niha di karim bibêĵim ku hiĵmarek berhemên edebî wêĵeyî hatine nivîsîn ku taybetmendiya vê qonaxê pêve diyar e û zorbeya herî mezin li ser barûdoxê îro yê peĵîka koronayê ye û rêĵeya mezintir helbest bûye, çonke helbest asantirîn rêka derbirînê ye di her kawdanekî de ĵi her miĵareke dî ya edebî , ji ber wê êkê helbest bûye dergehê șîret û amoĵgaryan û hișyarkirna xelkî li ser metirsiya peĵîka koronayê ya ku bûye egerê ĵêk dorbûn û veqetyan û vederbendbûna wan.
Her wesa ger li ser stranê ĵî birawestîn hindîke helbeste stûna serekî ya stranê ye û çendîn stran hatine dirûstkirn ev çende ĵî bûye hokar ku helbest di wê berfirehiyê de bi bihête dîtin çi helbest mîna be yan ya biçûkan be , çonke îro peyama her dû rengan êk peyam bûye û her weha gotarê ĵî rolê xwe dîtiye,l ê goman nîne ku miĵarên dî yên wêĵeyî ĵî dê diyar bin wek çîrok û roman û pexșan, lê çimkî ew zêdetir pêdîvî bi diriștinê û demî karîkteran e, ĵi ber wê êkê demek dirêĵtir divêtin.