SEÎDÊ NADO (BAVÊ DILŞAYÊ)

LI SER SEÎDÊ NADO (BAVÊ DILŞAYÊ) / Dara Gimgimî

KURTE-AGAHÎ LI SER SEÎDÊ NADO (BAVÊ DILŞAYÊ)

Seîdê Nado 2ê berfanbara 1874an li Bostankendê ji dayîk bûye. Kurê Nado kurê Dirbaz kurê Elî Axa yê ji Mala Siwêr e ku ev ji eşîra Cîbiran in. Mêrxasekî welatparêz e. Kirîvê Silîmînê Huto yê Redkî, dostê Cîhangir Axayê Êzîdî ye ku bi hev re li Bêgiriyê li dijî Osmaniyan şer dikin. Seîd bi xayînî tê jehrkirin û dîlgirtin. Bi qasî 4 salan li Taşxaneya Erziromê dimîne. Dema Rûs dikevin Erziromê, zîndan tên valakirin û Seîd bo parastina Kurdan pêşmergeyên xwe birêxistin dike.

Di Adara 1916an artêşa wî li dijî 3 artêşan (Rûs, Ermenî ê Tirk) şer dike. Di kilamên dengbêjiyê de ev wekî Şerê Kopê tê ziman. Herêmê ji dagirkeran paqij dike û şehîd dikeve. Roja 20ê adara 1916 jiyana xwe jidest dide û li gundê Melexidran tê veşartin. Tirk wî wekî peyayê Ermeniyan, Ermenî jî yê Tirkan didin nasandin û gelek derew û bobelatan dixin stûyê wî. Dîroknasên Ermeniyan bo wî dibêjin tevlî komkujiya Ermeniyan bûye lê ev derew e lewra Seîd 4 sal bûn di zîndanê de bû. Herwiha dibêjin keçikek 14 salî ya Ermenî revandiye ev jî derew e lewra dema komkujiyê Seîd 40 salî bû 2 zarokên wî hebûn û di zîndanê de bû. Bavê Dilşa û Zeko ye. Jina wî Gulnaz Xan e. Seîdê Nado pesnê xwe bi keça xwe Dilşayê dide. Dilşa jineke pirr şervan bûye bi bavê xwe re tevlî gelek şeran bûye.

Seîd ji Ermeniyan hez nedikir lewra gelek bêbextî ji wan dîtibû û bi taybetî ji ber destdirêjiya jinan sonda çeteyên Ermenî xwaribû. Lê ew di zîndanê de bû tiştek ji destên wî nedihat. Sedemê girtinê jî parastina Êzîdiyan bû li Bêgiriyê. Ji ber ku li Curnayê ziyaneke mezin dide artêşa Tirkan, rojnameyên Tirkan jê re Curna Deresi Çetesi û Jurnalli Çete (çeteyê binavûdeng) dibêjin. Gelek dengbêj bêî ku wateya Jurnalli Çete bizanibin, viya wekî Curnalî Çetîne bi lêv dikin. Di pirtûka xwe ya 380 rûpelî de min behsa bi dehan serpêhatî û qehremaniyên Seîd kiriye. Qey ma ez ê rojekê çap bikim.

Hûn dikarin gotarên xwe bişînin vê navnîşanê: bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !