Bedîuzzeman Seîd Nûrsî, yan Bedîuzzeman Seîdê Kurdî (z. 1878 li Nors/Nûrs, Xîzan − m. 23’ê adarê 1960 li Riha) fîlozof û nivîskarekî Îslamê ye ku jê re Bedîuzzeman (“Di dema wî de kes asayê wî tune”) tê gotin. Di dîroka Îslamê de çar kes xwediyê vê şerefa mezin bûne. Muellifê Kulliyata Risaleyên Nûr e.
Digel leqeba Bedîuzzeman, tê zanîn ku navên Seîdê Nûrsî, Seîdê Kurdî, Mela Seîd, Mela Seîdê Meşhûr jî bi kar anîne.
Jiyana Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî
Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî, di sala 1878’an de (navbera 5 rêbendan – 12 adar) li bajarê Bedlîsê, navçeya Xîzanê, li gundê Nûrsê ji dayik bûye. Bavê wî sofî Mîrze, dêya wî jî Nûre xanim bû. Tehsîla pêşîn û navîn li welêt diqedîne. Di xortaniya xwe de xebatên welatperweriyê dike. Beşdarî Şerê cîhanî yê yekem dibe. Li Rûsyayê, du salan dîl dimîne û paşê vedigere welêt. Di tevgera welatperweriyê de xebata xwe domand. Paşê, dev ji van xebatan berda û bi temamî xwe da rêya dînî. Di vê xebatê de dijayetiya rejîmê kişand. Li gelek deran heps û sirgûnî kişand. Li Ruhayê di 23 adara sala 1960 de çû ser heqiya xwe.
Di pirtûka xwe ya Munazeratê de, Bedîuzzeman gotiye “Mirin roja newroza me ye”. Pirr balkêş e ku du roj piştî Newrozê û hem di sibeha şeveke Leylet-ul Qedrê de wefat kiriye.