Hunermend Faris Bavê Fîras di sala 1954’an de li gundê Tenûriyê yê rojhilata bajarê Qamişloyê ji dayîk bûye.
Çawa ku temenê wî dibe 10 sal, dest bi sitranbêjî û sazbendiyê dike. Di 12 saliya xwe de hewildanên wî yên nivîsîna helbestê hebûn.
H.Faris Bavê Fîras, cara pêşîn gotin û awazên xwe sitrane; sitranên wî yên pêşîn: “Dostê Xelkê bi Sedan Bûn” û “Koça Bar Kir” bûn .Lê belê paşê gotinên helbestvanên mezin ên mîna: Seydayê Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Melê Darî û Mihemed Eliyê Hiso bi awaz kirine û sitrane. Hetanî aniha 36 albom berhem dane û 15 albomên wî yên taybet jî ku di şahîyan de dagirtine, hene.
Ji hunermendên ereban kêfa wî ji H. Fu’ad Salim û Selah Ebdulxefûr re tê û ji kurdan jî kêfa wî ji H. Se’îd Yûsiv, Rif’et Darî û Mihemed Şêxo re tê.
Piştî ku bi dirêjahiya 40 salan jiyana xwe kêlî bi kêlî li gundê Girbawî derbas kir, koçberî bajarê Zaxoyê bû. Ew aniha hewil dide ku careke din vegere û li gundê xwe bi cih bibe.