Serhiladanên Agirîyê, navê çend serhildanên rêxistin û eşîrên kurd e ku di salên 1926-1930’an de li derdorê Çiyayê Agirî û li axa Îranê pêk hatine. Ev dem û dema buhrana 1929’ê an tevî hev bûn û perê ku ji bo serhildanê bi dawî bike hate xerckirin, bû sedema krîzê li Komara Tirkiyeyê.
16’ê gulana 1926’an de eşîrên Soxanlî, Celali,Heyderi Kizilbaşoxlî, Sorî, Cîlkanli, Bîlhanli, Cinganli; bi Îbrahîmê Bro û hevalên wira civiyan û serî rakirin. Ji Îranê jî 1000 siwarî hatin tevî vana bûn. Operasyonên leşkerî ku vê demê ji aliyê Komara Tirkiyeyê hate pêkanîn bi ser neket. Leşkerên Artêşa Komara Tirkiyeyê vekişya Bazîdê û di meha hezîranê de cardin erîş kirin. Li ser vê êrîşê serhildarên Serhiladanên Agiriyê çûne Îranê. Komara Tirkiyeyê ji Îranê xwest ku sînorê xwe tevxe û tedbîren pewistin bigrê.
Xoybûn rêxistineke siyasî ya kurdan bû. Ji aliyê Celadet Elî Bedirxan û çend hevalên wî hatiye damezirandin.
Di sala 1924’an da, Îhsan Nûrî (paşê Îhsan Nûrî Paşa) ku li Stenbolê perwerdetiya leşkerî hildabu û di artêşa Komara Tirkiyeyê de kar dikir, li Elkê (Beytuşebab) yê fîrar kir. Di sala 1928’an de Îhsan Nûrî Paşa, Ardeşir Muradyan (Zîlan Beg) bi piştevaniya Rêxistina Xoybûn a ku li Sûriyê disekine dest bi planeke serhildaneke nû kirin. Vana grûbeke piçûk çêkir. Kesên ku di grûbê de ne bi çekên modern hatin teçhîzkirin. Taktîkên leşkerî dane vana. Ev grûb ber ve Çiyayê Agirî yê çûn û Serhildana Xoybûnê dan destpêkirin. Ev grûb dema ku ber bi Çiyayê Agirî yê çûn, Bidlîs, Wan û cî û warên dora Gola Wanê bi dest xistin. Îhsan Nûrî Paşa di navbera salen 1929-1930’an de Rojnama Agiriyê derxist.
13’ê îlona 1927’an de Komara Tirkiyeyê operasyoneke leşkerî pêk anî û heta sînorê Îranê çû.
Îhsan Nûrî Paşa û Zîlan Beg, bi serokê eşîra Hesik Îbrahîm Axa ra ser sînorê Îranê re derbas bûn û serhiladaneke nû dan destpêkirin. Serhildêran herêmeke ku di navda Bazîd jî heye bindest kirin. Li vê herêmê bi piştevanîna Rêxistina Xoybûnê Komara Agiriyê damezirandin.
Artêşa Komara Tirkiyeyê di 14-27 îlona 1929’an de bi operasyona Tendûrekê, nehîşt ku Şêx Ebdulqadîr ê ku ji Îranê ye tevî serhildanê be. Piştî vê operasyonê Komara Tirkiyeyê ji bo serhildanê bi dawî bike, bi biryareke ku di 28’ê kanûna 1929’an de hildaye, di meha hezîrana 1930’an de artêşek şande Agiriyê. Vê artêşê bi seroktatiya Salih Omurtak di serî de serfirazîke xurt bi dest nexist. Di 26’ê gulan-9’ê hezîrana 1930’an de bi Operasyona Stewr ve hêz kir ku ewlehiya Stewr, Midyad, Cizîrê biparêze.
Di salên 1930’an de Artêşa Komara Tirkiyeyê dest bi serketinê kiribû. Di hezîrana 1930’an de bi 10.000 leşker va li derdorê Çiyayê Agirî yê civiya. Li her dû aliyan ji hejmara leşkeran zêde dibû. Hejmara serhildêran gîştibû 60.000’an.
Barzanî yan bi 1300 merivî ve ji Mûsilê u Simkoyê Şikak ji Îranê hate alîkariya Rêxistina Xoybûnê.
Komkujiya Geliyê Zîlan
Di 20’ê hezîran-12’ê tîrmeha 1930’an de ji aliyê artêşa Komara Tirkiyeyê di navbera Wan û Qerekose (Agirî) operasyona Zîlan hat pêkanîn. Di dema vê operasyonêda di 12’ê an jî 13’ê tîrmeha 1930’an de Bûyerên Geliyê Zîlan çêbû. Gorî rojnamevanên rojnameya tirkî Cumhuriyetê “Li derdorê Çiyayê Agirî yê hemû gundên ku tevî serhildanê bûne hatin şewitandin. Niştecihên van deran hatine şandina Erdîşê. Di operasyona Zîlanê de qasî 15.000 serhildêr hate kuştin.”
Di 16’ê tîrmeha 1930’an de rojnameya Cumhuriyetê ev bûyer bi vî avayê agahdar kirin: “Li ser Çiyayê Agirî yê balafirên me li ser serhildêran de bombebaranên pir bi hêz dike. Çiyayê Agirî yê di nav agir û teqîn de dizare. Teyrên tirk ên hesin hesabê asiyan dibîne. Geliyê Zîlan heta devê xwe bi termên însanva tijî bûye. ”
Di rapora wezareta derve ya Keyaniya Yekbûyî de ev serketin li hemberî çendek kesên bi çek û pir kesên ku ne şervanin hat destketin.
Yaşar Kemal di salên 1950’an de di hevpeyvînekî de dibe ku wextê ez bi bûyerên Geliyê Zîlan hesyam van bûyeran pir li min tesîr kir. Paşê di romana xwe ya bi navê Deniz Küstüyê de qala van bûyeran kir.
Di 11’ê adara 2010’an de parlamenterê Diyarbekirê Selahattin Demirtaş û 19 hevalên wi pêşniyarnameyek da, da ku bûyerên Geliyê Zîlan bên lêkolînkirin.
Komara Tirkiyeyê destûr hilda ku hêzên xwe heta piştê Çiyayê Agiriyê yê Piçûk ku wê demê di nav sînorên Îranê de bû bibe. Bi vî avayî rêya Îranê ji bo serhildêran hat tevxistin. Paşê di navbera Komara Tirkiyeyê û Îranê de li ser sînor rêkûpêkek hat çêkirin. Bajaroka Kotura Wanê hat dayîna Îranê û Çiyayê Agiriyê yê Piçûk ji aliyê Komara Tirkiyeyê hat hildan. Di 1’ê tîrmeha 1930’an de ji aliyê Komara Tirkiyeyê dorgirtina Çiyayê Agirî yê hat xilaskirin û di 7’ê îlona 1930’an de operasyona mezin hat destpêkirin. Vê operasyonê heta 25’ê Îlona 1930’an berdewam kir. Di 14’ê Îlona 1930’an de Îbrahîm Axa hat kuştin û Îhsan Nûrî Paşe jî çû Îranê.
Paşê di darizandina dadgeha Edene de 34 kes bi cezayê dardekirinê hat cezakirin. Di sala 1938’an de navê bajarê ku Qerekose bû, hate guhertin û bû Ağrı.
Bernamegeh / bernamegeh@gmail.com