Jiyana Bawer Agirî

Bawer Agirî, di sala 1984’an de li bajarê Agirî, li navçeya Avkevirê, li gundê Geldûşê hatiye dinê. Li gund dest bi dibistanê dike û dibistana seretayî li wir diqedîne.

Piştî qedandina dibistanê ji bo xebatê diçe Stenbolê. Li wir hem dixebite hem jî dibistana navîn xelas dike. Di vê navberê de bi qasî du salan bi awayekî çalak di nav têkoşînê de cih digire. Ew ji ber bûyereke siyasî di sala du hezar û şeşan de tê binçavkirin. Du meh û nîvan di zîndanê de dimîne, dû re serbest tê berdan. Di sala 2012’an de dest bi nivîsandina helbestan dike. Di berfanbara sala 2016’an de pirtûka wî ya bi navê ”êş” derketiye. Ew niha hem helbestan dinivîse hem jî li ser zimanê Kurdî dixebite. Her wiha karê sêwirandinê jî dike û niha li Stenbolê dijî.

BERHEM:

Êş, Helbest, Weşanên Na, 2016

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !