Piştî çekdarên Talîban ketin paytext Kabîlê, Serokkomarê Efganîstanê welat terk kir û berbi cihekî nediyar ve çû.
Li gorî ajansa Rauters’ê ku xwe spartiye agahiyeke Wezareta Navxweyî ya Afganîstanê, Serokkomarê Afganîstanê Eşref Xenî ji ber ketina çekdarên Talîban nava Kabîlê welat terk kiriye û berbi cihekî ne diyar ve çûye.
Îro beriya nîvro Eşref Xenî li gel Nûnerê Amerîka yê ji bo ‘Aşitiyê’ li Kabîlê û nûnerên NATO’yê yên li Kabîlê civiyabû.
Serokê Encûmena Blind ya Aştiya Netewî ya Afganîstanê Abdulla Abdulla li ser hesabê xwe yê Facebook’ê Eşref Xenî weke Serokkomarê berê yê Afganîstanê nasand.
Balyozxaneya Pakîstanê ya Afganîstanê jî ragihand ku hinek rayedarên Afganîstanê gihîştine paytexta Pakîstanê Îslamabadê ku di nava wan de Serokê Parlementoyê, Alîkare Serokkomar û hinek rayedarên din yên paye bilind hene.
Li gorî medyayên cîhanî û herêmî çekdarên Talîban niha di nava Kabîlê de ne û piraniya hêzên xwe jî li deriyên bajêr bicîh krine.
Rojnews