Orhan Basî
Mîrza Beg di navbera salên 1640 û 1720’î de serdariya welatê Xaltîyan kiriye. Ji pey wî jî Temê kurê wî bi heman peywirê rabûye.
Dema siwarê Barîn, bavê Elî, Temê Mîrza Beg, di sala 1800’î de koça dawî dike, wî di ziyareta Şêxevind de vedişêrin, binax dikin, pey bavê xwe serdema Elî Tem dest pê dike, li ser daxwaza mîrê Botan û bi daxwaza mala Mîrza Beg Êlî Tem diçe Cizîra Botan û wek berpirsîyarê Welatê Xaltan tê naskirin, kurê wî Qaso, Hamid û Emer serleşker bûn, dema dîwan digerîya ji (40) çêl mîrekê Botan yek jê Elî Tem bû, lewma jî, ji Êzdîyên Basa an jî Êzdîyên Basî re dibên mala mîra an jî mîro, çiqasî jî di bingeha xwe de Xaltî niqîbî, Şedikî ne.
Di dema 1700an heta 1900an de êzdîyên Welatê Xalta xwedî 366 gund bûn û di herêma xwe de serbixwe-xweser bûn xwedî hêzeke ber bi çav bûn paytexta wan Ridwan bû,wek tê zanin di gelek klam û zargotina de derbas dibe dibên Ridwana bavê Tem, ku Tem kurê Mîrza Beg e û Bavê Êlî ye,heya îro jî, ji Awiskêre dibêjîn Awiska Elî, Awisk bi tirkî: İkiköprü), bajarokekî bi ser Qubîna (Beşiri Batman) Êlîhê ve ye.
Lê mixabin desthilatdarîya Osmanî û hevkarên wan Kurdên bisilman û hin şirîkê wan êzdî ê paşverû ditirsand û ji ber vê, êrîşî dijwar anîn ser Êzdîyên Xaltan bi sedhezarê Êzdîyên Xalta qetil kirin.
Çiqas ji Êzdîyên Xaltî li ber xwe bidin mixabin bi ser neketin 1800î heta 1940î û 50î, bi kuştin bi talan û bi darê zorê bêtirî 350 gundê Êzdîyên Xaltî ji wan standin hin kurdên bisilman hin ereb li wan gunda çûbûn û heya îro ji li gund û milkê wan asê bûne.
Binemalek ji mala Mîrza Beg
Mîrza Beg ( zayîn. 1640? li Serhedê – mirin. 1720? li Xaltan niqîba)
Temê Mîrza
Temê Mîrza Beg ( zayîn. 1710? li Welatê Xaltan niqîba – mirin. 1800? li ziyareta şêxevinda)
Êlî ê Tem
An jî Êlîyê Temo ( zayîn. 1790? li Xaltan niqîba – mirin. 1860? li Cizîrê)
Qaso yê Êlî
Qaso Êlî (zayîn. 1840? li Cizîra Bota- mirin. 1900? li welatê Xalta )
Siloyê Qaso
Siloyê Qaso (zayîn.1855?, li Basa Êzdî Bota – mirin. 14.05.1916, Li Silopîya di fermana basa de,tê qetilkirin.
Simo ê Silo
Simo ê Silo (zayîn. 01.07.1884, li Basa Êzdî Bota – mirin. 30.12.1945, li Welatê Xalta gundê Qorixê)
Siloyê Simo
Silo (zayîn.28.02.1935, li Basa Êzidî Bota – mirin.22.02 2015, li Almanyayê)
BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com