Li Metînayê Leşkerekî Tirk hat kuştin

Lî Çiyayê Metînayê di navbera hêzên artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şer derket û di encamê de leşkerekî Tirkiyê hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku li çiyayê Metînayê di şerê navbera hêzên artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de leşkerên Tirkiyê birîndar bûn û leşkerekî ku bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek hat belav kirin û tê de hat ragihandin ku gerîlayên PKKê li herêma ku operasyona “Pençe-Brûsk” dewam dike, baregeheke ku leşkerên wan lê ne kirin armanc.

Li gor wezaretê leşkerê bi navê Muhammed Ozturk li nexweşxaneya ku lê hatiye rakirin jiyana xwe ji dest daye û leşkerê birîndar jî rakirin nexweşxaneyê û dermankirina wî dest pê kiriye.

Li aliyê din Hêzên Parastina Gel (HPG) jî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di 14ê Tebaxê de li dijî leşkerên ku li herêma Metîna bi cih bûne, çalakiyek hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniya HPGê hat diyar kirin ku di çalakiya li dijî girê ku leşker lê bi cih bûne de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û leşkerek jî birîndar bûye.

Herwiha Wezareta Berevaniya Tirkiyê roja 12ê Tebaxê di demjimêr 23:35ê şev de li ser hesaba xwe ya Twitterê ragihand ku li devera operasyonê ya Pençe-Brûsk ku dikeve nav sînorê axa Herêma Kurdistanê, gerilayên PKKê bi hawanan êrişek pêk anîne û di encamê de leşkerek birîndar bûye.

Li gor wezaretê, leşkerê birîndar bo nexweşxanyê hate veguhestin, lê ji ber dijwariya birînan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê herwiha di daxuyaniya xwe de ameje bi wê jî kiriye, ku wan demildest bersiva êrîşa gerilayên PKKê daye û li gor agahiyên destpêkê  3 gerilayên PKKê jî canên xwe ji dest dane.

Rûdaw

Lê Binêre

şerefxan

Zimanê kurdî li gora Şerefxan

Di warê lehceyên kurdî de kevintirîn çavkanî, Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî e. Şeref Xan di vê esera …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !