Mervan Serhildan
Şero geh ji xwe re û di ber xwe de, geh ji derdora xwe re û bi tewkelî dipeyivî; geşedanên demê vedigotin, qewimînên ku bi baldarî dişopand geh bideng û geh bêdeng radigihandin. Carinan xwe bi xwe, carinan ji kes û kûsên hawirê re; lê bi piranî jî bi hişê xwe re diket nav şêwr û şîroveyan. Jê hebû ku kes pê nizane, jê hebû ku tu hestyar û gazinbarên wekî xwendevanên vê çîrokê, ne li ser şopê ne û ne dilzar in; jê hebû ku dê hemû kiryarên wî jê re bimînin…
Digot “Sûdwer im, lewra ardê bextê xwe bi destê xwe di bêjingê werdidim, çîroka dijberiyên xwe ez dinivîsim. Di naveroka serpêhatinên min de pirsnîşan nîn in gidîno; ma ez ê ji ber kîjan têkçûnên xwe kirasê sûcbariyê lixwekim, ma ez ê çawa kumê bêkêriyê di serê xwe kim; ma qey dibe ku ez ji xwe guman bikim? Lewma nahêlim ku destên benderuhên li hawirê bi sir û razên min bibin. Nahêlim, lewra xwezok û hesûd û dexesokên vî warî nig danaynin, çongan naşikînin, qûnçûçkî nabin, hişbûn û bêdengbûnê nizanin; sîran di serê devjihevan de diçînin û di nav şênî û niştecihên herêmê de berbelav dikin, diricimînin. Ger xwe bi wan ve berdin, dikarin Şeroyên qedirbilind, li ser tilî û pêçiyan bizîzikînin û dikarin wekî pêkenînên civakê pênase bikin. Ma dibe ku ez navê têkçûnê li ser eniya xwe binivîsim û qad û meydanan ji neyaran re bihêlim; ma dibe ku di bin loda sosretên xwe de bigerim; ma ez ê çawa di nav dev û diranên fitne û fesadan de xwe bitemirînim, ma qey dibe?.. Na ezbenî, na; navê çîroka xwe jî ez ê bi lepên xwe deynim: Sûdwer im ez, sûdwer im ez, sûdwer im!..”
Ezgorî, çîrokin hene ku ji serî û heta binî deng û hesên girînê, hest û hevokên qêrînê radigihînin; serobin, temî û şîret in; tenê kesayetên ku ji hevrûbûnê natirsin dikarin lehiya hêstrên lehengan bivînin. Lewra êşên vî qewmî bêjimar in; xençerên ku di bedenê de çikiyane bi zengar in; şînên hezarsale li dera han in; rûreşî û bextreşiyên modernîteyê jî bi ser de hatin… Lê Xwedê şahid e, ev axa ku navê wê Kurdistan e, welatê kurdan e. Heta îro axînên vî warî ji tu kes, kom, qewm, êl û ezbetên dilreş re nemane: Xwe bistirînin! Ger hûn bi ber rê û dirbên şaş û qelaş ve dageriyane; vegerin. Ger hûn bi ser omîkên dagirkeran ve keliyane; tobeyê bînin. Ger hûn bi nav refên paralel ve pekiyane, bizanin û teqez ji bîr nekin; car heye ku hinek dildarên vê kêşeyê radibin eynika qamê didin ber kes û kûsên şeqitî û şeliqî, pozê wan difirkînin!..
Li ser dikên heqîqetê hertim sêwî û guriyên gel jî dijîn dostino; ma qey ew jî şêwr û şîroveyan nizanin; ma qey ew ê terkîdinya bibin? Di cîhana herî bêdeng de jî hîsin hene, hestin hene, dengin hene; sir û razên nekifşbûyî hene: Xwediyên ew qarîn û zarînan berê xwe didin dîrokê û dipeyivin. Sewta awazên wan ji kana êşan dertê. Her kê li newayên sêwiyan guhdarî kiriye, heman têbinî anîne zimên: Digotin “Mirovin hene ku rastiya xelk û alemê berovacî dikin ne bes e, lê heqîqeta xwe jî serobin dikin. Hûn dibînin, Şeroyê mala Şado radibe û rûdine dibêje ‘sûdwer im ez, sûdwer im’. Li ser axa welêt, tu dek û dolav namînin ku nagerîne; tu sêkaxid nîn in ku ne di bêrîka wî de ne, lê li me dêran e ku xwe jî ji qewmê xezalan dihesibîne. Nigekî wî bi payeya herî bilind li ser dîwana gel e, nigê din di potîna dagirker de ye. Devekî wî bi şoreşa azadî û serxwebûnê re ye, devekî wî jî bi baregehên dagirkeriyê re ye. Lê serê kêliyê û binê kêliyê dibêje ‘sûdwer im ez, sûdwer im’… Di grevên birçîbûnê de qelew û stûr dibû, digot qey kes bi guman neketiye; di pêvajoya krîzan de asta meqam û mevkiyên bilindtir ji navenda partiya xwe werdigirt, digot qey tu kes û tu kurd bi dû vê sosretê nakevin. Îro jî, tu kîjan kevirên xwîner radikî, bi teşkên gumanbar ji binî dipengize, lê dibêje qey çavdêriya kurd bi heqîqeta hanê nahese… Gundîno malîno ev qewm, qewmê hewariyên mirovahiyê ye; tu kes nikare ji ber lome û nifirên vî qewmî bifilite. Vayê li hizûra yezdanê dilovan em bi hestên herî beloq qewl dikin; têkildarî sernavên çarenûsa vî gelî, em wek gurî û bêmiradên welêt nahêlin ku hew deqeke reş jî di tariyê de bimîne. Em li meqam û mewkiyên tu kesî jî nanihêrin; kê li ku û bi çi dirûvê bextreşî li vî qewmî kiribe, em ê kifş bikin. Roj heye ku neviyên vî gelî naletê li hestiyên wan bibarîne. Bila soza me li ser kevirê dîrokê nivîsandîbe; em ê tevgerîna wan a paralel jî, jêrajor kifş bikin; bi kîjan navendên dagirkeriyê re xebitîbin û bi nixumandineke çawa rûreşî, sîxurî, çetekarî û kontrakarî kiribin, em ê yek bi yek veçirînin û ji qewmê pîroz re ragihînin; em ê bikin ku Rayber û Zeynelên vî welatî di gorê de jî nestirin… Navê vî welatî Kurdistan e! Ma dibe, hinek weqf û navendên ku di bin venêrîna dewleta dagirker de ne, rabin pî bidin piyên Şeroyan, hinek derhiş û bêhişên gêjok li dû xwe kaşkin û ziman, çand û hunera ev gelê mazlûm bihejînin, birişînin û riya destwerdana li hîmên qewmê kurd ji qirkeran re vekin? Ma dibe ku hinek bidik û çixzikên paralel rabin çapemeniya kurdî, neteweyî, Kurdistanî di çahl û hezazên bêbinî werkin?.. Ma dibe hogirno, ma dibe; hinek tîlik û tîşikên paralel ku di nîrê xençerkirina rêgezan de sersûc hatine zeftkirin, dîsa ji aliyê hinek tîlik û tîşikên din ên paralelên navendî ve bên şuştin û helalkirin û xelatkirin? Ey kurd, wergirtina asta bilindtir a paye û rayeyan, li hemû welatên cîhanê girêdayî serkeftinan e. Di çand û dîroka ev qewmê pîroz de jî, heman nirx heye, bel e, beloq e, diyar e. Lê çawa dibe ku hinek kurdên paralel piştî şaşî, nebesî, têkçûn û bextreşiyên xwe jî bi awayekî bêperwa hildikişin ser kolana vî gelî?.. Kê, çima, çawa û bi kîjan hişmendiyê dest û nigên vî qewmî girêdane û îcar kê, çima, çawa û bi kîjan hişmendiyê kesayetên ku xisar û zirar dane vî gelî xelat kirine? Guhdarî bike ka ev newa û nalîn ji ku dertên, ey xwendevan û guhdarên dilbirîn: Hinek paralelan hin qadên berxwedana qewmê kurd têk birine, lê ji aliyê hinek paralelên payebilindtir ve hatine xelatkirin; hinek paralelên nav tevgerên kurd, bajarê pêşeng û Dewrêşên doh û îro Ruha, diyariyî partiyên pergalê kirine; lê ji aliyê hinek paralelên payebilindtir ve bi peywirên navendî û girîngtir, bi şabaşî û tilîlî hatine bertîlkirin?.. Ey dilzar û gazinbarên welêt, rabin û bibêjin, ‘rûreşno, bextreşno, ji bîr nekin; sûda we, bêdengiya me ye! Bêdengî jî êdî nadebire, hêmin nabe, aş nabe; pirsan li ser pirsan dike. Ma dibe ku heqîqet di bin simên bêdengiyê de bipelixe, ma dibe; ma dibe ku Şeroyên vî welatî li stûyê me û we siwar bibin, di nav mij û moranê de? Divê heqîqet kifş bibe, divê ava vê golê zelal bibe, divê bext li şûna text rûne!..”
Got “Heheeyy, ez Şero me Şero; êla Ardo, hemû Çiyayê Mazîçol û Kevana Mastêrkê li pişta min e; ji xeynî ev dewleta dijwar ku Şero wekî çavê xwe diparêze… Min ji kurdên vê serdemê bi baran, bi lodan heskiriye. Şênber in, tavilê bawer dikin; çawaniyê bi çendaniyê rave dikin. Şeroyê ku di zarokatiya xwe de ji hemû hevalan kêmtir, kintir û hûriktir bû; Şeroyê ku her rojên Xwedê lêxistin dixwar, bêxêr û bêkêr dihat pênasekirin; Şeroyê ku bi dehsalan di bin kompleksa binikiyê de pelixîbû, ger ewqasî ne sûdwer bûya di partiya kurd a bi navê ‘Ked û Palûte’yê (PARKEP) de ma wê çawa bibûya rêveberekî navendî, rayedarekî giştî, wekîlekî derasayî, plangerekî nixumî, aktorekî netewî… Hema li ku derê dibêjim ez Şero me; kurd tavilê ditewin û dibêjin ‘Ji navê te jî xuyaye ku tu çi egît û pêlewan î, li vê hizûrê tu çi dibêjî bibêje, nabe dudu, ew ê bi cih bê her tu çi bixwazî; lewra tu îradeya me yî!..’ Kurdino, ger Şero dibêje ez sûdwer im, hûn zanibin ku bi dehan sedem di kefa destên wî de ne. Hewce nîn e ku em ji herkesî re hertiştî bibêjin lê ev dewlet qewîn e, dijwar e, bibiryar e, pî û baskên wê bêjimar e; biryara vê dewletê teqez e, derniqaş e û bêveger e: Ji qewmê kurd û dostên wî re eman nîn e, aramî nîn e, dahatû nîn e!.. Her çiqasî herkes bi vê ajandaya dewletê nizanibe jî, rastiya dagirkeriya Kurdistanê ewqasî beloq e! Ma dibe ku Şeroyê ji rovî û wawîkên Bagokê zexeltir, ji vê pahnavê bi hêsanî derbas nebe? Ma li ser vê dikê ji bilî hevkariya dewleta kûr, tu rê û dirbên cuda ji Şeroyan re dimîne? Madem serokatî bi rayedarên dewletê re hevdîtinên çareseriyê pêk tîne, ma ne pêngaveke asayî ye, Şeroyê ku kûpê aqil e navê xwe bi tîpên gir, stûr û dirêj li ser baregehên dewletê binivîsîne? Madem dagirkerî ewqasî dijwar e, diyar e ku elemanên bi kar tîne jî dê heta dawiyê biparêze; lewma dibêjim li ser vê erdnîgariyê tirsa Şeroyê Şado ji evdê beşer nîn e; lewra reel polîtîkê baş dizane, her ji hêzê re bejna xwe ditewîne, ji dewlet û dagirkeriyê re qametê tîne; serwerî li kîjan warî be, berê eniya wî jî li wir dinihêre… Em belasebeb nabêjin, heta ku ev dewlet weha li pişta Şeroyan bisekine, tu gurî û keçelên Kurdistanê nikarin xwe di paralelên nav Partiya Ked û Palûteyê deynin. Heqîqet ewqasî zelal e; her kî Şero nasnake, hay ji diyalektîka Rojhilata Navîn nîn e, hay ji dagirkeriya navneteweyî nîn e, hay ji dirûva mêtingehbûna Kurdistanê nîn e! Vayê ji bo mirovên aqilmend pir fesîh vedibêjim, bila herkes li gorî vê çendê bilebite. Heta ku ev dewlet li pişta Şero be, ji bo kesayetekî wekî min hêja û girîng; ma wekîltiya meclisa Tirkiyeyê qey pir e; ma li navenda Partiya Ked û Palûte’yê (PARKEP) rayedariya çandî, zimanî û ya rêxistinî, qey pir e? Ez li bende peywirên girîngtir im ezîzno; ji dewleta ku di navenda PARKEP’ê de bi awayekî paralel bi rêxistin bûye, çend hêvî û bendewariyên min hene. Ji kerema xwe re bila çend rojname, kovar û televîzyonên tevgera azadiya Kurdistanê, hew ji bo serdemeke weşanê bi min ve girêde û piştre bila li bavê felekê binihêre: Ez ê berbejna têkçûnên dîrokî bi kurdan ve bikim, ez ê çend weqf û elemanên din ên tarî zilomat, bi ser ziman û çanda kurdî ve seferber bikim! Ez ê platformên nû yên paralel ava bikim û di derizînên nav tevgera kurd re, elemanên dewletê yên taybet dawerivînim; ez ê ji hemû peyayên paralel re deriyên derbasbûna nav mejiyê kurdan vekim… Ma çavsoriya ku ji dibistana seretayî û heta lîseyê li Şeroyan hatiye kirin, qey ewqasî hêsan e ku wê bêbersiv bimîne? Lêxistina li Şeroyan çi ye û ne çi ye, divê hemû kurd fahm bikin. Wateya peyva ku ‘Bi danheviya xwe, bi çawaniya xwe û bi zanîna xwe Şero nikare gelê kurd temsîl bike’ jî li ber dilê min berdewama heman çavsoriyê ye; her kê gotibe û her çiqasî xwediyê payeyeke girîng be jî, li ser vê axê ji dewletê qewîntir kes nîn e; lewma, divê ev êrîş vala derkeve û divê herkes jî bi vê pêvajoyê bihese, hemû welat agahiyên aqûbeta vê pêvajoyê bajar bi bajar û navçe bi navçe wergire… Hertişt berbiçav e, hemû çavdêr hunera Şero bi çavên seriyan dibînin ku dikare çend teqleyan li ser hev bide, lê kurdên ku vê rastiyê nabînin jî, bila di curmên xwe de birizin, kom bi kom û qefle bi qefle. Her kîjan kurd ji rastiya hanê digazine; bila ji zindan û goristanan yekê bineqîne!.. Haaa, her kî vêya naxwaze; êêê ji Xwedê ve xuyaye: Şero dibêje krîzên dil hene, jehrîbûna bi xwarinan hene, qezeyên trafîkê hene; ji bilî guleyên ku di belegoştkan re difirin; ma çi hene û çi tune ne… Sûdwer im ez, sûdwer im ez, sûdwer im!..”
Gotin, “Heta vê rojê jî em tê negihîştibûn ku birîn ewqasî xedar e, lê vayê êdî xwediyê kêşeyê bi rastiyê dizane; gundî û malî bi dizan hesiyane. Ev çim û çengên pirsnîşanan di cihê xwe de ranawestin, hêminiyê nizanin, di kêliyeke jiyanê de wê rojekê rûpoşên tarî û nixumî biçirînin. Em wek sêwî û belengazên vî welatî, ji dîroka xwe ya qedîm binê çend têbiniyan dixêzînin: Divê em sî, sîluet û azametê li wiyalî deynin û tenê bi stûna heqîqetê bigirin, tenê li ser xeta rêgezan bimeşin. Divê em dev ji sirûd û sloganên ajîtatîf berdin, geşedanên rasteqîn bikin parametreyên rêwîtiya xwe. Divê em dilsoziya bi feraseta gelê xwe re di ser hemû berjewendiyan re bigirin. Divê em kes û komikên ku ji Şeroyan pêk tên di nav çirava wan de bihêlin, lê em pêşiyê li xerabûn û kurmîbûna civaka kurd bigirin. Divê em berî her tiştî feraseta pêşeng û rêberên gel bikin finda têkoşîna xwe…”
Ezgorî, çîrokin hene ku ji serî û heta binî deng û hesên girînê, hest û hevokên qêrînê radigihînin; serobin, temî û şîret in; tenê kesayetên ku ji hevrûbûnê natirsin dikarin lehiya hêstrên lehengan bivînin. Lewra êşên vî qewmî bêjimar in; xençerên ku di bedenê de çikiyane bi zengar in; şînên hezarsale li dera han in; rûreşî û bextreşiyên modernîteyê jî bi ser de hatin… Lê Xwedê şahid e, ev axa ku navê wê Kurdistan e, welatê kurdan e. Heta îro axînên vî warî ji tu kes, kom, qewm, êl û ezbetên dilreş re nemane: Xwe bistirînin! Ger hûn bi ber rê û dirbên şaş û qelaş ve dageriyane; vegerin. Ger hûn bi ser omîkên dagirkeran ve keliyane; tobeyê bînin. Ger hûn bi nav refên paralel ve pekiyane, bizanin û teqez ji bîr nekin; car heye ku hinek dildarên vê kêşeyê radibin eynika qamê didin ber kes û kûsên şeqitî û şeliqî, pozê wan difirkînin!..
22.03.2022
Mervan Serhildan
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com