Di sala 1973’yan de li Bismilê li gundê Safya hatiye dinyayê. Di sala 1997’an de li Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehiyê diqedîne. Helbestên wî di kovarên wekî Jiyana Rewşen, Pelîn, Kevan, Kulîlka Ciwan, Tîgrîs û Pîtoresk de hatine weşandin. BERHEM: Monologên Evînên Kedîkirî, Helbest, Weşanên Bajar,2004 Stêrka Sêvê, Helbest, Weşanên Ronahî, …
Zêdetir BixwîneJiyana Mehmet Oztaş
Di sala 1980’ê de li bajarê Rihayê, li navçeya Wêranşarê hatiye dinyayê. Di sala 1997’an de tevlî nava şoreşê dibe. Di sala 2004’an de tê girtin û bi cezaya mûebetê tê cezakirin. Li zindanên wekî Mêrdin, Amed, Mûş Semsûrê dimîne. Di zindanê de bala xwe dide ser wêjeyê. Bi Kurdî …
Zêdetir BixwîneJiyana Leyla Şêr
Li gundê Hedilê yê girêdayî navçeya Hezexa Şirnexê ye hatiye dinyayê. Jiyana wê di nav koçberiyê de derbas bûye. Piştî ku dewlet gund û xaniyên wan talan û wêran dike koçber dibe û li gelek bajarên Anatolyayê digere, bi hesreta ax û welatê xwe diqijqije. Ew niha li bajarê Batmanê …
Zêdetir BixwîneJiyana Lal Laleş
Helbestkar, wergêr û edîtor. Di sala 1975’an de li Qosera Mêrdînê ji dayîk bû. Lal Laleş Beşa Dîrokê ya Zankoya Dîcleyê kuta kir. Di navbera salên 1993-2006’an de di komên şanoyê yên serbixwe yên her wekî Tiyatro Anadolu, İmgesel Düşler û Teatre Orientê de wekî dramatûrg, rejîsor û rêveberê hunerê …
Zêdetir BixwîneJiyana Kevok Mizgîn
Di 13’ê Mijdara 1977’an de li Êlihê ji dayik bûye. Ji malbateke koçer e. Ji sala 1975’an ve jiyana koçberiyê terikandine û li Êlihê bi cih bûne. Ji sala 2008’an ve dest bi nivîsandina helbestan kiriye. BERHEM: Kulîlka Evîna Bêdeng, Helbest, Weşanên Nûbihar, 2018 https://www.bernamegeh.org/2020/09/06/helbesten-kevok-mizgin/
Zêdetir BixwîneJiyana Îlhan Dayan
Di sala 1974’an de li gundê Roşat yê girêdayî navçeya Dêrika Çiyayê Maziyê ku bi navenda Mêrdînê ve ye hatiye dinê. Dema malbata wî ji ber debara aboriya xwe koçî Serêkaniya Rihayê bû, Îlhan hîn 2-3 salî bû. Dibistana seretayî li Serêkaniyê xwend. Gava ku dibistana seretayî kuta kir, ji …
Zêdetir BixwîneJiyana Hîlmî Akyol
Hîlmî Akyol di sala 1960’î de li Bajarê Amedê, li navçeya Hezro, li Gundê Dersilê ji diya xwe dibe. Hêj şeş heyvî ye mala wan koçî Amedê dibe. Dibistana seretayiyê ya Alpaslan, di sala 1973’yan de; dibistana navîn a Alî Emîrî di sala 1976’an de û dibistana amadeyî ya Ziya …
Zêdetir BixwîneJiyana Gulîzer
Di sala 1979’an de li Elîpara Dîyarbekirê hatiye dinê. Dibistana pêşîn, navîn, lîse û zanîngehê li Diyarbekirê xwendiye. Li Zayînxaneya Dewletê ya Diyarbekirê karê pîriktîyê (ebetîyê), li bajarê Îzmîrê jî mamostetiya zimanê Îngîlîzî kiriye. Di sala 1997’an de dest bi nivîsa Kurdî kiriye. Zewicî ye, dayika Ronya Têllî û Mîran …
Zêdetir BixwîneJiyana Firat Keklîk
Firat Keklîk di sala 1996’an de li gundê Avamesyayê yê girêdayî Agiriyê ji dayîk bû. Dibistana seretayî, navîn û amadehî li Agiriyê xwend. Pişt re li Amedê di Zanîngeha Dîcleyê de li beşa Zarava û Wêjeyên Tirkî yên Hevdem xwend. Niha li gundê xwe karê rencberîyê dike û di çêkirina …
Zêdetir BixwîneJiyana Dîlber Hêma
Di sala 1981ê de li Qosera Mêrdînê ji dayik dibe. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Qoserê dixwîne. Ji sala 1999’an û vir ve bi kurdî dinivîsîne. BERHEM: Medüsa,Weşanên Avesta Nas-Na-Me, Weşanên Avesta MASÎZÎV Ji dengê qaqlîbazan dibihîsim Melayikên ji stêra rijyar pengizîn Xwe di şîrê dayikê de dîtin Hevşabûna …
Zêdetir BixwîneJiyana Dilbirîn Farqînî
Di sala 1984’an de li gundê Hacîcayê girêdayî Farqîna Amedê ye hatiye dinê. Ew di sala 1995’an de dest bi xwendina medreseyê dike û di sala 2003’yan de xwendina xwe ya medresê xelas dike. Dibistana seretayî, navin û amadehiyê ji derve xwendiye. Di sala 2013’an de ji derve diçe zanîngehê …
Zêdetir BixwîneJiyana Denîz Şan
Di sala 1980’yî de li gundê Şewaşiya Şemrexa Mêrdînê ji dayik bûye. Pirtûka wî ya ewil “Jînbişirînê” ye. BERHEM: Jînbişirînê, Helbest, Weşanên Belkî, 2014 ÇI WEXT Tu çi wext ketî xewa bin konê lêzokiyan? Piştî kîjan seyda bafikan, tu hilkişiya çiyayê şikan? Piştî kîjan poşmaniyê, kundan çav berra hêviyên te …
Zêdetir BixwîneJiyana Cahît Aybar
Cahît Aybar di sala 01.07.1966’an de li gundê Morî ku girêdayî Geverê ye hatiye dinyayê. Gundê wan dibistan tunebû di çar gundên cuda de dibistana ewil xelas dike ya navîn û lîsê li nava Geverê dixwîne. Du salan zanîngeha Anadoluyê dixwîne lêbelê bê derfetiyan nikare dewam bike. Cahît Aybar niha …
Zêdetir Bixwîne