Di sala 1981ê de li Qosera Mêrdînê ji dayik dibe.
Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Qoserê dixwîne. Ji sala 1999’an û vir ve bi kurdî dinivîsîne.
BERHEM:
Medüsa,Weşanên Avesta
Nas-Na-Me, Weşanên Avesta
MASÎZÎV
Ji dengê qaqlîbazan dibihîsim
Melayikên ji stêra rijyar pengizîn
Xwe di şîrê dayikê de dîtin
Hevşabûna Xwedayên abadîn
Diherikîn deryayên şîr
Û li ser çermê masîzîv hatibû neqişandin
Gustîla zîv
Bi destên xwe dadikim şîrê dayikê
Û radipelikin gustîlê
Masîzîvên pevşa.