Jiyana Lal Laleş

Helbestkar, wergêr û edîtor. Di sala 1975’an de li Qosera Mêrdînê ji dayîk bû. Lal Laleş Beşa Dîrokê ya Zankoya Dîcleyê kuta kir. Di navbera salên 1993-2006’an de di komên şanoyê yên serbixwe yên her wekî Tiyatro Anadolu, İmgesel Düşler û Teatre Orientê de wekî dramatûrg, rejîsor û rêveberê hunerê xebitî.

Helbestên xwe yên bi zaravaya Kurmancî ya Kurdî hatî nivîsîn di pirtûka xwe ya bi navê Berbejna Rê de berhev kir, a ku di sala 2003’yan de hate weşandin. Laleşê ku di beşeke zore ji berhemên xwe de cî ji nîgar û referansên dîrokî û mîtolojîk re terxan dike, li Tirkîyeyê û li welatên curecur ên Ewrûpayê, pirranîya wan der barê helbesta Kurdî ya nûjen, wêjeya Kurdî û weşangeriya Kurdî de, belavok pêşkêş kirin û beşdarî panel û konferansan bû.

Lal Laleş ji sala 2004’an û vir ve li Amedê bi gerînendetiya giştî ya weşanê ya Weşanên Lîsê berdewam e. Beşdarî amadekirina bo weşanê ya gelek rêzên pirtûkan ên weşanxaneyê bû, Mohrên Mor, Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî û ta dawîyê. Helbestên wî di weşanên vedorî yên curecure de bo Tirkî, Erebî, Swêdî û Îngilîzî hatin wergerandin.

BERHEM:
Helbest:
Berbejna Rê, Weşanên Belkî, 2003, Çapa duyem, Weşanên Lîs, 2014
Deqên Qesas, Weşanên Lîs, 2009, Çapa duyem, 2016
Matmayînên Ronyayê, Weşanên Lîs, 2011, Çapa duyem, 2016
Werger:
Barûdî, Küçük İskender, Helbestên Bijartî, Weşanên Piya, 2003
Gul e Rojhilata Rûyê Te/Yüzünün Doğusu Gül, Ahmet Telli, Helbestên Bijartî, Weşanên Lîs, 2005
Bêbaran/Yağmursuz, A. Hicri İzgören, Helbestên Bijartî, li gel Yaqob Tilermenî, Weşanên Lîs, 2005
Efsirî/Üşüyen, Sema Kaygusuz, Weşanên Lîs, 2007
Balgîfa Mar/Yılan Yastığı, Murathan Mungan, Helbestên Bijartî, li gel Îrfan Amîda, Weşanên Lîs, 2007
Pûşpera Gêlazan/Kirazların Haziranı, Mehmet Çetin, Helbestên Bijartî, li gel Kawa Nemir, Weşanên Lîs, 2007
Mirin Di Xewê De Bû – Bêpar, Cuma Boynukara, Şanoname, li gel Rêzan Tovjîn û Fehîm Işık, Weşanên Lîs, 2010
Ayetên Li Can Nivîsandî, Yavuz Ekinci, Roman, Weşanên Doğan Kitap, 2011
Jiyanê Li Îstasyonê Dest Pê Kir / İstasyonda Başladı Hayat, Jaklin Çelîk,Weşanên Lîs, 2007
Mirina Li Madridê, Madrit’te Ölmek, Oya Baydar, Weşanên Lîs, 2007

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !