Li gorî ragihandina malpera Mafên Mirovan ya Hengawê çalakvan û mamosteyeke Kurd ya bi navê Çiro Ehmedî ji
aliyê Îstixbarata Îranê ve li bajarê Sinê yê Kurdistana Rojhilatê hatiye girtin.
Çekdarên Îstixbaratê di bûyera serdegirtinê de dest danîne pirtûk, telefon û eşyayên wê yên taybet. Dewleta Îranê di derbarê vê bûyerê de heta niha tu agahiyeke berfirek ji raya giştî re diyar nekiriye ku Çiro Ehmedî çima û ji ber çi sedemê hatiye girtin.
Çiro Ehmedî ya ku li beşa kîmyayê mezûn bûyî ev demek bû li zanîngeha Peyama Nur ya li Sinê beşa rojnamevaniyê dixwend. Çiro Ehmedî bi eslê xwe ji xelkê bajarê Dîwandereyê ye lê niha li bajarê Sinê jiyana xwe didomand.
Bernamegeh