XAKÎ BÎNGOL
Disa wekî herroj, piştî nimija sibehê me çarixên xwe xist lingên xwe û me rahişt Qirim, Hors, Kakûç û Masatên xwe û me berê xwe da mêrga Sêvana. Di ser dîlgirtina Şêx Seîd re şeş meh derbas bibû, lê belê hinek komên berxwedêr li herêmê li ber xwe didan. Herêm wekî bûkeke ku dev û lêvên wê hatibe jêkirin, wusa bê deng, reş girêdabû… Salên berê wexta me gîha diçinî, dengê hayê hayê û halandana me di neqeba çiya û geliyan de olan dida. Lê îsal herêm şînî ye. Îsal em jî şînî ne. Xwîn peşkiyaye xemla herêmê.
Îro em pênç pale ne. Tajdîn, Seydo, Evdila û Miho gîha diçinin, ez jî tapolan dikim. Herî dawîn sê roj berê min li dû heft kesan tapol dikir. Bavê min êdî nayê nav mêrgê. Ew şînî ye. Yek Rojan radibe tûrekî dide milê xwe û diçe. Kes nizane kuda diçe. Min carekî dît, Ajê (Asya)nanê tendûrê û toraq dixist Tûr. Carekî Ajê Tûr maçî kir. Ji min re got tu jî maçî bike. Bavo êdî wekî berê bi me re pirr naaxive. Roja înê êvarê, min dît. Min hêsrên wî dîtin. Lê, wî awirên xwe ji min revand û bi lez çû nava baxçe.
Îro bêhneke cuda ji van deran tê. Min naha bala xwe da tapolên do, tapol ne wekî xwe ne. Hinek tapol meriv dibê qey hinek li serê razane. Dewsa serê merivan li ser hinek tapolên giha xwiya dike. We rojê dîsa bavê min çû û bi destê sibê re hat malê. Bi piste pista wî û diya min re Ez şiyar bûm. Deng hat min. Bavê min got “ez ji Sêvana têm”. Qey bavê min bişev diçe gîha diçine nizanim…. Evarê diya min Karî kelandibû, em li ser şîvê bûn Xalê Min Qado ket hundir. Em Dimilî ne, lê me çend sed sal berê koçî nava Kurmanca kiriye. Ez dimilkî hindik fêm dikim, lê bavo û Ajê û Xalo dimilki dizanin. Xalo bi dimilkî ji bavo re hêrs dibû. Qala Yadoyê dimilî dikir. Qala Şêx Letîf dikir. Qala Fîraran dikir. Destên Xalo diricifîn. Carekî kevçiya dar ji destan de ket xwarê, hindik mabû ez bikenyama. Bavo îşev pirr cixare kişan. Xalo jî. Nîvê şevê Xalo çû mala xwe. Bavo qet raneket. Ez carekî şiyar bûm, li ser şalikê dua dikir. Xemgîn bû.
Serê Sibehê em dîsa çûn nava mêrgê. Li serê mêrgê alî jor kanî heye. Kaniya Şehîd e navê wê. Ji bona çeqilmastê ez çûm avê bînim. Xofekî ez girtim. Tirsê bedena min pêça. Xişîn ji nava şele, ji jor dahat. Porê min bibû wekî derzî. Hîna min xwe negihandibû cem paleyan, dengeke ecêb bi ser herêmê ket. Çend heb leşkerên siwarî ketin nava gund . Li jorî me dengê lingan dahat. Pelên darê çilo diheciyan. Miho çeqilmas çelqand. Tajdîn bi çavên zîq li nava gund dinhêrî û cixare ji cixarê vedixist. Tajdîn taştê nexwar miçiqî bû û nediaxivî. Piştî xwarina taştê, pale çûn serê honê. Kes nediaxivî. Qirim ko bibûn di destên paleyan de. Lêvên wan zuha bibûn. Evdila her çar egalan û titûna Tajdîn xist binê tapolê. Cara yekemîn bû ku, Tajdîn wusa bi rehm li rûyê min dinhêrî. Bira leşkerên siwarî, li dû xwe bêhna şewatê hiştibûn. Dengê girînê bi bilindbûna dûxanê re ketibû pêşbirkê…. Dengê xwişka min bibû yekemîn… Me çok û qidûm ji Xwedê deyn kir, em pê çûn gund. Bavo kefen kiribûn. Ajê pirr digirya. Ez jî giryam. Xwişka min bi dengê bilin bavo bavo dikir.
Berê li bavo xistibûn. Bavo ciyê ku berxwedêr lê xwe vedişêrin ji wan re negotibû. Pişt re serê bavo danîbûn ser tendûra vêxistî don ji serê wî niqutîbû nava alavê, Bavo dîsa mixenetî nekiribû. Bavo peyakî bilind, yekî çûrê-kej, bi dest û pê, li ser xwe bû. Bavo çawa di wê tendûrê de bi cîh bibû Bavo, ax bavo…
BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com