William Shakespeare

William Shakespeare Kî Ye

William Shakespeare (1564–1616) helbestvan, şanoger, şanonivîs û lîstikvanê îngilîz ê mezin e û yek ji navdartirîn nivîskarên diroka wêje û şanoya cîhanê ye. Li Warwickshireyê, Stratford-upon-Avonê ji dayik bûye.

Shakespeare dibistana navînî ya li Stradford de xwendiye, li wir fêrî yewnaniya kevn û latînî bûye, perwerdehiya wêjeya klasîk girtiye, vê jî bandor mijarên lîstik û helbestên wî kiriye.

Di temenekî xort de, di 18 saliya xwe de bi Anne Hathawaya ji wî bi heşt salan mezintir re zewiciye, jê re keçek û yek kur û yek keç, cêwiyek bûye. Wî van çaxan, ji ber sedemeke ku hê jî nayê zanîn, terka Stratfordê daye û heta sala 1592’yan çi kiriye, çawa jiyaye, ev yek zêde nayê zanîn, tu agahî û belge ji qala vê demê nakin. Shakespeare gelek trajediyên xurt û komediyên xweş nivîsîne.

Di 23’yê avrêla 1616’an de, li ciyê xwe yê jidayikbûnê miriye.

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !