William Shakespeare (Wilyam Şeykspîr) (1564 – 1616) helbestvan, şanoger, şanonivîs û lîstikvanê îngilîz ê mezin e û yek ji navdartirîn nivîskarên diroka wêje û şanoya cîhanê ye. Li Warwickshireyê, Stradford-Avonê ji dayik bûye.
Jiyana wî
Shakespeare dibistana navînî ya li Stradford de xwendiye, li wir fêrî yewnaniya kevn û latînî bûye, perwerdehiya wêjeya klasîk girtiye, vê jî bandor mijarên lîstik û helbestên wî kiriye. Di temenekî xort de, di 18 saliya xwe de bi Anne Hathavaya ji wî bi heşt salan mezintir re zewiciye, jê re keçek û yek kur û yek keç, cêwiyek bûye. Wî van çaxan, ji ber sedemeke ku hê jî nayê zanîn, terka Stradfordê daye û heta sala 1592’yan çi kiriye, çawa jiyaye, ev yek zêde nayê zanîn, tu agahî û belge ji qala vê demê nakin.
Shakespeare gelek trajediyên xurt û komediyên xweş nivîsîne.
Di 23’yê avrêla 1616’an de, li ciyê xwe yê jidayikbûnê miriye.
Berhemên Shakespeare
- Trajediyên Shakespeare
- Romeo and Juliet (Romeo û Juliet, wergera kurdî: Aram Gernas)
- Macbeth
- King Lear
- Hamlet
- Othello (Othello, wergera kurdî: Husein Muhammed)
- Titus Andronicus
- Julius Caesar
- Antony and Cleopatra
- Coriolanus
- Troilus and Cressida
- Timon of Athens
- Helbestên Shakespeare
- Shakespeare’s Sonnets (Hemû Soneyên William Shakespeare, wergera kurdî: Kawa Nemir)
- Venus and Adonis
- The Rape of Lucrece (Destavêtina Namûsa Lucreceê)
- The Passionate Pilgrime(Rêviyên Bengî)
- The Phoenix and the Turtle
- A Lover’s Complaint (Gazinên Evîndarekê)
- Komediyên Shakespeare
- The Comedy of Errors
- All’s Well That Ends Well
- As You Like It
- A Midsummer Night’s Dream (Xewna havînê, wergera kurdî: Husein Muhammed)
- Much Ado About Nothing
- Measure for Measure
- The Tempest , wergera kurdî: Cemal Nebez
- Taming of the Shrew
- Twelfth Night or What You Will
- The Merchant of Venice
- The Merry Wives of Windsor
- Love’s Labour’s Lost
- The Two Gentlemen of Verona
- Pericles Prince of Tyre
- Cymbeline
- The Winter’s Tale
- Dîrokên Shakespeare
- Richard III
- Richard II
- Henry VI, part 1
- Henry VI, part 2
- Henry VI, part 3
- Henry V
- Henry IV
- Henry IV
- Henry VIII
- King John