6 rexne li “Rêbera Rastnivîsînê” qasime xelili

6 rexne li “Rêbera Rastnivîsînê”

  1. MIJARA VEQETANDEKÊN NENASYAR

Pêşî divê veqetandek çi ne em pê bizanibin.

Veqetandek ji paşgirên ravekan saz dikin ra tê gotin. Li gorî zayend (cinsiyet) û mêjerê (yekhejmarî û pirhejmarî) têne guherîn. Ev paşgir weha ne:

yekhejmar:
mê: -a
nêr: -ê

pirhejmar:
nêr û mê: -ên

mînak:
sêva min
nanê min
sêvên min
nanên min

Piştî vê danasîna veqetandekan divê em nenaskirina navdêran fehm bikin heta em mijara veqetandekên nenaskirî fehm bikin.

Di kurdî da navdêrek di yekhijmariyê da bi paşgira -(y)ek’ê û di pirhejmariyê da bi paşgira -in’ê nenasyar dibe.

weke:
nanek
sêvek
nanin
sêvin

Dema veqetandek, nenaskirî bibe qertaf weha lê tên:

yekhejmar:
Nêr: – ekî
Mê: -eke

pirhijmar:
nêr û mê:
-ine

mînak:
nanekî min
sêveke min
nanine min
sêvine min

Û hêjayî gotinê ye ev bi karanînên li jor tercîhên nemir Celadet in (Kesên egerên Celadet ên di vê mijarê da meraq bikin dikarin li pirtûka wî ya gramerê binêrin.). Her weha pirtûkên piştî Hawarê heta weke îro hatine nivîsandin jî ji sedî not û nehên wan jî bi vî awayî ne û bilêvkirinên di nav gel de jî bêhtir bi vî rengî ne. Lê li gorî felsefeya birêz Mustafa Aydogan divê di rêzimanê da rewşên awarte kêm bin, divê sergejî çênebin welew li dijî bikaranînên belav û axaftina rojane jî bin. Li gorî rêzdarî ev paşgir divê weha bin:

yekhejmar:
nêr: -ekÊ (Hevalên di komxebatê da bi rêzdarî -ekÎ jî dane qebûlkirin lê dîsa dev ji ya xwe jî bernedaye û ew jî di Rêberê da hiştiye.)

mê: -ekA

pirhejmar:
-inÊN

mînak:
sêveka min
nanekê min
sêvinên min
naninên min

Sedemê tercîhên Aydogan li vir ev in:

Piştî qertafên nenaskirinê (-ek û -in) qertafên veqetandekê tên (-a, -ê, -ên). Her çi qasî di domîna demê ra hatibine guhertin jî dîsa jî li dijî bikaranîn û bilêvkirinên gel divê em dirûvên wan yên eslî biparêzin. Û birêz Aydogan, ev fikrên xwe bi komxebatê jî dane qebûlkirin.

Vêca bi min jî ev mentiqekî çewt û zexel e. Ti zimannasên dinyayê rewşên awarte yên zimanê xwe piştguh nakin.

2) DÊ’YA DEMA BÊ

Di kurdî da qertafa dema bê, li gorî devokan ji hev cuda tê bikaranîn. Di devokan da ev duirûv têne dîtin:

Dê, Yê, Wê, Ewê, Kê, Gê, Ê

Ev qertaf ji bikerê (fail/subject) cuda têne nivîsandin, û bêhtir jî piştî bikerê têne bikaranîn.

Bi cihnavên kesane ve bêhtir ev bikaranîn berbelav in:

Ez ê bixwim.
Tu yê bixwî. (Tê bixwî.)
Ew ê bixwe.
Em ê bixwin.
Hûn ê bixwin.
Ew ê bixwin.

Wekî dî bi navdêrekê ve jî bin, ger ew navdêr bi dengdêrekê biqede, bêhtir ev awa têne bikaranîn:

Qasimê Xelîlî wê bixwe.
Qasimê Xelîlî yê bixwe.
Qasimê Xelîlî dê bixwe.

Heke navdêr bi dengdarekê biqedin, bêhtir ev awa tê bikaranîn:

Qasim ê bixwe.

Lê her weke beriya niha jî me diyar kirî, ji mijarên weha yên bikaranînên cuda di xwe da dihewînin ra felsefeya Rêberê ev e: Yekşêwe. (Her weke, “Tek dil, tek bayrak, tek millet…”). Rêber, van bikaranînên cuda û sivik tevan dide aliyekî û dibêje: Divê bes DÊ were bikaranîn. De ka dê û bavê çendan ji me weha diştexilin?

Ez dê bixwim.
Tu dê bixwî.
Ew dê bixwe.
Em dê bixwin.
Hûn dê bixwin.
Ew dê bixwin.
Qasim dê bixwe.

Ez nabêjim ev bikaranîn çewt in. Lê ez vê dibêjim: Ên dîtir bêhtir berbelav û sivik in û her weha di nivîsandineke standard de jî nabin kêmasî. Bikaranîna wan ji DÊ’yê sed carî siviktir û xweştir e.

Em nikarin hemû dewlemendiyên zimanê xwe bikine qurbanên standardekê. Ger standard wê ev be ango wê qelskirin, şeridandin û kesaxkirina zimên be bila qet nebe çêtir e bi ya min.

3) MIJARA TEWANGA HUNDIRÎN

Tewang an jî çemandin (çekim eki almış kelimeler) li ser lêkeran jî çêdibe û li ser navdêr û cihnavan jî çêdibe. Bi qertafên kêşanê çêdibe. Ango qertafên nebêjesaz. Lê bi gelemperî ji qertafên nebêjesaz ên lêkeran ra “qertafên kêşanê” û ji yên nebêjesaz ên navdêran ra “qertafên tewangê û yên veqetandekê” tê gotin.

Ji ber mijara me ne qertafên kêşana lêkeran e ne hewce ye em hûr û kûr li ser rawestin, em bes vê bibêjin bes e: Qertafên kêşanê yên lêkeran qertafên demî û yên kesane ne.

Ji qertafên navdêran ên veqetandekê jî ne mijara me ne lê bes em ê navên wan bidin:

-a, -ê, -ên, -eke, -ekî, -ine

Mijara me tewang e. Qertafên tewangê di kurdî da hem mêjer (yekhejmar û pihejmar) û hem jî zayenda navdêran di hin rewşan da diyar dikin. Qertafên tewangê ev in:

Di naskirinê da yekhejmar:
mê: -ê
nêr: -î

Di naskirinê da pirhejmar:
-an

mînak:
Ka nanî bide min.
Ka sêvê bide min.
Ka nanan û sêvan bide min.

Di nenaskirinê da yekhejmar:

mê: -ekê
nêr: -ekî

Di nenaskirinê da pirhejmar:
-inan

mînak:
Ka nanekî bide min.
Ka sêvekê bide min.
Ka naninan û sêvinan bide min.

Navdêr, di van rewşan da ditewin:

1- Di demên borî da bikerê lêkera gerguhêz.

mînak:
Qasimî sêv xwar.
Eyşanê nan xwar.
Qasiman û Eyşanan nan û sêv xwarin.

2- Di demên niha û bê da bireser.
Ez ê nanî bixwim.
Ez ê sêvê bixwim.
Em ê sêvan bixwin.

3- Navdêrên piştî daçekan.
Ji nanî xwar.
Ji sêvê xwar.
Ji sêvan xwar.

4- Di ravekan da ravekera navdêrîn.
qeta nanî
qeta sêvê
qetên sêvan

5- Di banglêkirinê da tewang.
Qasimo (qertaf li vir ne -î ye, -o ye.)
Eyşanê
Qasimino (qertaf li vir ne -an e, -(i)no ye.)

Texlîtekî tewangê yê teybet jî heye, jê ra tewanga hundirîn tê gotinê. Lê bes ji bo peyvên nêr ên di nava wan da dengdêrên E an jî A’yê hebin e. Ew dengdêr bi Ê’yê têne veguhartin.

mînak:

Xwişîna bê tê. BA bûye BÊ.

Em çûne serê bên. BAN bûye BÊN.

Gezek ji nên da. NAN bûye NÊN.

Ev bikaranîn, ji Ûrmiyê bigire heta bi Efrînê berbelav e. Herêmên vê tewanga hundirîn bi kar tînin tewanga biqertafan (bi -î’yê) ji bo navdêrên nêr zehf bi kar nayênin û navdêrên nêr ên dengdêrên A û E’yê tê da nebin jî bê tewang dihêlin.

mînak:

Ji Qasimî ra got. Ev nayê tercîhkirin.

Lê ev têne tercîhkirin:

Ji Qasim ra got.

Ji Qêsim ra got.

Lê ev herêmên tewanga hundirîn bi kar tînin, dema navdêrekê bi rengdêrên şanîdanê yên tewandî ra bi kar bînin, tewanga biqertaf bi kar tînin:

mînak:

vî Qasimî

wî nanî

Bi van awayan nabe:

vî nên, vî nan

wî Qêsim, wî Qasim

Heta bi vir tiştên hatine vegotin, ji ber fêhmkirina mijara tewangê û tewanga hundirîn bûn. Îcar mijara rexneya me li vir dest pê dike.

Rêbera me dîsa xwestiye xwe ji teşqeleyan û gengeşeyan dûr bigire, dîsa xwe li ya hesanî girtiye. Dîsa ew felsefeya xelet ketiye dewrê da. Rêberê li ser vê mijarê jî biryara xwe weha rave kirine:

Tewang, teybetmendiyeke kurdî ya sereke ye. Bê tewang kurdî nabe. Û herçî tewanga hundirîn e, dibe sedemê devjêberdana vê teybetmendiya girîng û dibe sedemê aloziyan. Ya baş em pehînkê lê bidin, bavêjine serê ting û em xwe jê xilas bikin ji bo xatirê bidestxistina standardekê.

Ê erê standard li ser çavan. Standardek û lihevkirinek ji me ra divê, qebûl lê bavo me got, lêbidin, me negot bikujin heyra! Bi vê felsefeya çewt, standardek jî nayê zimên û ziman wê bê şeridandin jî…

4) HEJMARNAVÊN RÊZÎN

Li gorî Rêbera Weqfa Mezopotamyayê (Rêweme) bi sê awayan hejmarên rêzîn di kurdiya kurmanciyê da dikarin werine çêkirin:

1- Bi paşgira -emîn’ê. (Lê ev paşgir bi soranî ye, ne bi kurmancî ye.)

mînak:

yekemîn, duyemîn, sêyemîn û hwd…

2- Bi paşgira -em’ê. (Lê ev paşgir jî bi soranî ye, ne bi kurmancî ye.)

mînak:

yekem, duyem, sêyem û hwd…

3- Bi alîkariya cihnavên xwedîtiyê û tewangê an jî bi alîkariya ravek û tewangê. (Di nav kurmancîaxêvan da forma di jiyana rojane da tê bikaranîn ev bi tenê ye.)

mînak:

ya yekê, yê yekê, yên yekê

pirtûka yekê, nanê yekê, pirtûkên yekê

Ez di tebeqa yekê da rûdinim.

nîşe: Ji bo YEKÊ peyva EWILa erebî û peyva PÊŞÎ jî tê bikaranîn.

ya duyan, yê duyan, yên duyan

pirsa duyan, kevirê duyan, kevirên duyan

ya sêyan, yê sêyan, yên sêyan

bersiva sêyan, zilamê sêyan, kevirên sêyan

Li gorî mentiqa RÊWEMEyê li vir îhtîmala tevlîhevkirinê heye.

ya yekê: Gelo li vir, YEKÊ bi maneya hejmara rêzîn e an bi wateya cihnavekê ye?

Vêca ji bona em xwe ji van gengeşeyan rizgar bikin ya baş bila em jî êdî paşgira -em’a soranî bi kar bînin. (-emîn dirêj û giran hatiye dîtin.)

Li vir dîsa heman mentiqa zexeliyê ketiye dewrê. Mirov hewqasî bi hesanî û bi egerên pûç nikare bi mentiqa zimanekî bileyîze. Ma bi miliyonan kurmancîaxêv bê pirsgirêk dikarin rêya sisêyan bi kar bînin lê çima em bi kêr nayên bi kar bînin?

Ew îhtîmalên tevlîheviyê jî, weke RÊWEME îdîa dike jî nîn in. Di nava hevokê da li cihê bikaranîna wan bi hêsanî diyar dibe.

Dîsa dixwazim heman pirsê bikim. Ka gelo dê û bavên çendan ji me hevokeke bi vî rengî di jiyana rojane da bi kar tîne?

Ez di qata heftem da dirûnim.

Heger em li gorî vê mentiqî herin ji bo tevlîhevî çênebe di vê em bi sedan teybetmendiyên zimên yên hevdeng bikujin

5) ÇÊKIRINA LÊKERÊN TEBATÎ (pasîv/edilgen)

Di lêkera lebatî da (aktîv/etken) biker çalakiyê pêk tîne û darîçav e. Lê di lêkera tebatî da biker ne darîçav e, veşartî ye.

Avaniya tebatî, ji lêkerên gerguhêz bi alîkariya lêkera HATINê tê bidestxistin. Di pêşî da lêkera kêşandî ya HATINê û di pey ra lêkereke raderîn tê.

weke:

Dar hat avdan.

Dar hatin avdan.

Lê ya rasttir divê li ser lêkera kêşandî ya HATINê qertafa -E’ya girêder hebe ya bi wateya ber bi tiştekî ve… Ango weke:

Dar hate avdan.

Dar hatine avdan.

Nîşe: Rêberê li vir qet behsa vê -E’ya girêder nekiriye û bi kar jî neaniye.

Formeke avakirina lêkera tebatî ya dî jî heye. Formeke kevn e. Bikaranîna wê kêm bûye. Di wê da lêkera raderîn tê tewandin.

weke:

Dar hate avdanê.

Dar hatine avdanê.

Tişta li vir ez dixwazim li ser bisekinim ne sazkirina lêkerên tebatî ye. Pirsgirêka herî mezin li vir, bikaranîna lêkera HATINê ye. Divê em li ser lêkera HATINê rawestin.

Li gorî Rêberê kêşana lêkera HATINê di dema nih da:

dihêm

dihêyî

dihê

dihên *3

Li gorî Rêberê kêşana lêkera HATINê di dema bê da:

bihêm

bihêyî

bihê

bihên *3

Nîşe: Rêberê, mînak bes ji kêşana van her du deman daye. Behsa kêşanên vê lêkerê yên di demên dî da nehatiye kirin û her weha behsa awayên kêşanê yên neyînî jî nehatiye kirin.

Ev formên li jor, weke formên bingehîn hatine pejirandin (Ev tercîhên birêz Aydogan in.) û formên belavtir jî weke bîforman (şêwayê duyan/varyant) hatine pênasekirin. Neku awayên bîform ne rast hatine dîtin (Lewra ev form, tercîhên şazdeh camêrên dî yên di komxebatê da cih girtine ye. Li gel vê yekê jî ev form di pirtûkê da nehatine tercîhkirin. Ev yek jî dide xuyakirin bê fikrên rêzdar Aydogan di komxebatê da çi qasî serdest bûne.) û di hemû deqên pirtûkê da jî formên jorîn hatine tercîhkirin. Feqet evên jêrîn nehatine bikaranîn:

Awayên bîform (şêweyê duyan):

Li gorî Rêberê kêşana lêkera HATINê di dema nih da (bîform):

têm

têyî

tên*3

Li gorî Rêberê kêşana lêkera HATINê di dema bê da (bîform):

bêm

bêyî

bên *3

Nîşe: Lêkera HATINê di raweya fermanî û dema bê da awayekî wê yê dî jî heye. Ew jî ev e: WERÎN.

mînak:

Were, werin…

Ez ê werim.

Tu yê werî.

Ew ê were.

Em / Hûn / Ew ê werin.

Vêca ji bo avakirina lêkerên tebatî ev jî têne bikaranîn lê qey weke birêz Aydogan Rêber jî bikaranîna lêkera WERÎNê çewt dîtiye heta qet behsa vê jî nehatiye kirin.

Yanî divê li gorî Rêberê em hevokeke weha bi kar neyênin:

Heke xezîne were dîtin em ê lev belav bikin.

Divê weha be:

Heke xezîne bê dîtin em ê lev belav bikin.

Ya kin dîsa felsefeya Rêberê, heman felsefe ye (Ew jî ya birêz Aydogan e. Serdestiya camêrî ji serê Rêberê heta bi dawiya wê xuya ye.): Di gel li dijî bikaranînên jiyana rojane jî bin; kêm qaîde, kêm rewşên awarte, kêm pirsgirêk, kêm serêşî… Bi vî mentiqî jî em herin di destê me da wê zimanekî kêm û nîvkuştî bimîne. Hêvîdar im ev komxebeta pîroz wê van rexneyên me bibîne û di çapên bê da wê ji van biryarên xwe yên xelet vegere. Û ez hevîdar im wê dev ji vê felsefeya xwe ya zexel û dûrî zimanê civakê berde.

6) KÊMASIYA TEMSÎLKIRINA HERÊMAN

Di vê komxebatê da ji Rojava yek, ji Rojhilat sê, ji Başûr pênc û ji Bakur neh; bi giştî hejdeh zimannas û lêkolîneran cih girtine. Li gorî agahiyên Rêberê dayîn, navê kesên di komxebatê da cih girtin weha ne:

JI ROJAVA:

1- Deham Evdilfetah

JI ROJHILAT:

1- Behrûz Şûcaî

2- Mehdî Caferzade

3- Mihemed Teqewî

JI BAŞÛR:

1- Dr. Bahîz Omer Ehmed: Zanîngeha Dihokê

2- Dr. Dilbirîn Evdila: Zanîngeha Zaxoyê

3- Dr. Evdilwehab Xalid Mûsa: Zanîngeha Zaxoyê

4- Dr. Şoreşvan Adil: Zanîngeha Zaxoyê

5- Newzad Hirorî

JI BAKUR:

1- Bahoz Baran: Ji Amedê – Lice

2- Dr. Zulkuf Ergun: Ji Amedê – Lice

3- Dr. M. Malmîsanij: Ji Amedê – Pîran

4- Dilawer Zeraq: Ji Amedê – Farqîn

5- Zana Farqînî: Ji Amedê – Farqîn

6- Mehmûd Lewendî: Ji Amedê – Qerejdax

7- Mistefa Aydogan: Ji Mêrdînê – Qoser

8- Dr. Mîkaîl Bilbil: Ji Mêrdînê – Qoser

9- Samî Tan: Ji Semsûrê – Kolik

Ev rêbera hatî amedekirin, rêbera rastnivîsînê ya zaraveyê kurmanciyê ye, ne ya zeraveyekî dî ye.

Kurdên kurmancîaxêv, piraniya wan li Bakur e. Vêca dema em bi baldariyê li navên ji Bakur hatine hilbijartin binêrin, em ê bi hesanî temsîlkirineke bêedalet bibînin. Lewra ji neh kesan şeş ji Amedê ne, do jê ji Qoserê ne û yek jê jî ji Semsûrê ye. Û ji wan herêmên dî, yek jê jî nehatiye temsîlkirin.

Mesela; ji wextê Hawarê bigirin heta weke îro bi qasî xizmeta herêmên Torê û Botan ji kurdî ra kirin kêm herêmên dî kirine. Lê pirsgirêk ne Torê û Botan tenê ye jî. Ka temsîlkirina devokên Serhedê? Ka temsîlkirina kurdên Kafkasyayê, Ermenîstanê? Ka temsîlkirina devokên derdora Colemêrgê? Ma hema kurmancî mal û milkê Amedê û Qoserê ye?

Belkî hin kes jê vê bibêjin: “Ya girîng, zimannasiyeke baş e. Ma çi alaqeya vî karê zanistî bi temsîlkirin û devokan ra heye? Ma yekî weke Samî Tan, rêbazên rêzimanê bes li gorî devoka Semsûrê tenê diyar dike? Kesekî zimanzan be, ma qey ne divê li gorî hemû devokan tevbigere?”

Her çi qasî ev pirs rast xuya bikin jî lê ev jî rastiyek e: Zimanzan dema rêbazên zimên derdixe holê, mecbûr e li gorî axêver û devokên wî zimanî tevbigere û ew kes çi kesek be bila be vênevê di pêşî da û bi awayekî bêhtir di bin bandora devoka xwe da dimîne. Vêca di komxebateke weha da temsîlkirineke biedalet a devokan bi kesên pispor zehf girîng e. Û ji bo vî karî jî bi dehan zimanzanên me yên binirx jî hene. Ez hêvîdar im di çapên bê yên pirtûkê da ev kêmasiya temsîlkirinê jî wê were çareserkirin.

Qasimê Xelîlî

Lê Binêre

Zanyarî baweriya tek hebûnê ye

Rêber Hebûn Rastiya zanyarî tune dibe dema em xwe radestî tundirwiyê dikin, ew kelem metirsîdar …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !