Seid yusuf

Jiyana Seîd Yûsiv

Seîd Yûsiv qala jiyana xwe dike;

Ez di 10ê Nîsana sala 1947an de li bajarê Qamişlo tara Qedûr Beg hatime dinê, bavê min hostayê avakirina xaniyan bû, ez tenê ji bavê xwe re çêbûme” Wehîd im” ne xweh nejî bira! Ji zarotiya min ve bavê min digot lawê min bi gelek lawa ye! xwe bi min didît, ji ber  ku di dibistnê de xêza destê min pir ciwan bû, û min şêwekarî jî dikir, ev hemû berî ku ez berê xwe bidim hunerê.

Civaka me civakek feqîr û perîşan bû, her xwe dûrî pêşxistinê dixist, ji şêx û meleyan bawer dikirin, tê bîra min carê me ji xelkê re digot hûn şahiyên xwe li kolanan çêdikin, hemû toz e, ka carê ji xwe re holan bigrin, wî heyamî holê şahiyan yên birayên me yên Xiristiyanan bûn, digotin wa em ê çawa keçê xwe û jinê xwe bibin hola wan!? Pirsgirêkê civaka me zehf hebûn û mixabin heta niha jî hene!!

Piştî ku min tiliyên xwe baş fêrî bizqê kirin, û navê stranê min jî derketibûn, min hin şevbuhêrkê taybet lidar dixistin, li vir û li wir, dost û heval, ez nedisekinîm wek perwerdeyekê bû ji min re, vê dawiyê min nema dikarîbû bela xelkê ji xwe vekim, bû wek karê min, tê bîra min di sala1968an de min dawetek lidar xisit 25 kaxetê sûrî dane min.

Afirandin tişteke xuzayî ye, bi mirov re tê, min ji xwe re digot ez dikarim tiştê xweş binvîsim, çaxa min helbestek dinvîsand û awaz dikir, min ji cemawerekî re digot, wê çaxê min nas dikir ku çiqasî cemawer ji gotin û awazên min hes dikin, û ji 50 salî ve ez ji nivîsandina helbestê û çêkirina awazan newestiyame. Seydayê Cegerxwîn ji min re got: Çima tu helbestê min awaz nakî û nabêjî? Min got Seyda helbestê te ne yê strana ne, gote min ew raste ne yê strana ne, bi rastî ez nizanim helbesta stranî çêbikim!! Helbestvanê Kurd cudahiyê naxin di navbera helbesta “helbest” û helbesta stranî de.! Her wisa di çêkirina mûzîkê de, li Ewropayê pêşî mûzîkê çê dikin paşê gotinan jê re tînin, Hunermendê Kurd pêşî gotinan tîne û paşê jê re awazan çêdike! ew jî şaşiyeke pir mezin e! Ji ber  mûzîkjen”Awaz danêr” di nav Kurdan de tune ne, ew gotinan dinvîsîn û awazan ji wan gotinan re peyda dikin. Mûzîkjen çaxa ku parçeyeke mûzîkê çêdike ji bo xelk lê guhdar bikin, di nav Kurdan de kesek tune ku parçeyên mûzîkê çêbike.. Min gelek parçê mûzîkê çêkirine, di sala2013an de, tîpa mûzîkê ya niştimanî ya sûrî 12 parçeyên mûzîkê yên min çêkirbûn bi orkêstrake mezin di mala Oppra de li Şamê lêxistin.

Ez ji navan hes nakim, helbet bi vî navî pir şanaz im, ji xwe wek her kes dizane ku Mîrê bizqî yê berê Mihemed Ebdulkerîm bi min vekiriye, helbet wî dît ku ez çiqasî pspor û şaraza me di lêxistina alava bizqê de lê wek ez niha mîrê bizqê me qet mafê min negha ye min ji ber ku 12 dîwanê min hene û ez nikarim wan çap bikim- Ka mîrîtiya min- Min bêtirî 1000 stranî çêkiriye, pêwîst e ku ez tomarkirna gelek stranan ji wan nû bikim hemû tişt hene û kes nabêje ez amade me, ew bixwe dilê min bi min naşewite lê dilê min bi wan stranan ve maye ku hîn wek tomara berî 30-40 salî mane, yê ku dixwaze vê bangê guhdar bike dikar têkiliyan bi min re bike!! Ya ku ez ê vî navî bidim kê, hîn min kesek nedîtiye ku ez navê xwe bidimê, ji ber  ku mîrekî daye min, pêwîst ez bidim amûrjenekî jêhatî, hîn min ew nedîtiye, tevî ku kurê min Zoro ji %70 ji min  biriye, lê nikarim vî navî bidmê, dibe ku hin hebin hîn min ew nas nekiribin!

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !