“Bi gote got mirov naçe cot”
Belê ev gotineke pêşiyan yên Kurdan e, em îro li der dora xwe dinêrim gelek kes dibêjin ez Kurd im, ez ji bo zimanê Kurdî heme, ez dixwazim bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, bila bi zimanê Kurdî perwerdehî were dayin…
…Û gelek kes jî ji wan xwe wek parêzvanê zimanê Kurdî nîşan didin û her dem doza zimanê Kurdî dikin, dibêjin em nûnerên zimanê Kurdî ne, em ê ji bo zimanê Kurdî bixebitin… û hwd… ev tiştekî gelekî baş e pêwîst e ku mirov wan kesan pîroz bike! Lê belê; Mixabin gelek kes vê daxwaz û hez kirina xwe bi zimanê Tirkî tîne ziman! (Li ba me!) Ev jî nakokiyeke mezin e! Ji ber vê yekê jî mirov nikare wan kesan pîroz bike û vê tevgera wan jî qebûl bike!..
Wek min mînaka gotinên pêşiyan, a; “Bi gote got mirov naçe çot” daye ku heger tu daxwaza zimanekî bikî ew dem pêwîst e ku tu berî her tiştî bi zimanê xwe, bi Kurdî biaxivî û li her derê jî zimanê xwe bikarbînî… Çawa ku; “Navê we heye, divê naverok we jî hebe..!”
Ez hêvî dikim ku pirsgirêkên wisa yên bi vî şiklî hêsan di demeke nêzda di nav me de rabe û were çareserkirin!..
Lewra ku em bi zimanê xwe Kurd in, ne bi tu zimanên din…