Di sala 1958an de, li gundê Kefnecarê yê Amedê ji dayîk bû. Dibistana seretayî, navendî û amadeyî li Amedê xwend.
Di sala 1980an de ji Enstîtuya Perwerdeyê ya Beşa Tirkî mezûn bû. Ji sala 2004an heta 2012an, ji destpêka kursên kurdî li Amedê heta projeya navnetewî ya perwerdekirina mamosteyên kurdî her wek rêber û mamoste di nava xebatên Kurdî-Derê da cih girt.
Li Zanîngeha Anatolîyayê Beşa Rêveberiya Giştî û li Zanîngeha Stenbolê Beşa Rojnamegerîyê xwendiye. Li Zanîngeha Artukluyê li ser rojnameya Kurdistanê (1898-1902) teza masterê nivîsîye. Di sala 2009an da bi hevkariya çend nivîskaran bû damezrînerê malpera Zimanperwer. Piştî ku weşana elektronîk rawestiya gotarên wî û nivîskarên din, bi navê ZIMAN wek pirtûk ji weşanxaneya Perî derket.
Di sala 2014an da wek Xwediyê kovarê bû pêşengê derxistina Kovara Wêje û Rexneyê. Di heman salê da wek nûnerê Weqfa Îsmaîl Beşîkcîyî li Amedê bû damezrînerê avakirina Şaxa wê ya Amedê. Gotarên wî bi piranî li ser ziman û wêjeya kurdî di malper, kovar û rojnameyên wek Le Monda Kurdî, Newroz, Deng, Tîgrîs, Zimanperwer, Welatperwer û Rojnameya Kurdistanê de weşiyane. Ji sala 2017an ve edîtorê malpera Rojnameya Kurdistanê ye. Niha li Zanîngeha Dicleyê wek xwendekarê taybet ê doktoraya kurdî dixwîne.
Berhemên wî:
• Morfolojîya Kurmancî û Zimannasî (lêkolîn) Weşanên J&J, 2017 – Amed
• Analizek li ser Rojnameya Kurdistanê 1898-1902 Weşanên APEC, 2019-Stockholm