Ali Bayram di sala 1980’an de li bajarê Şirnexê li Gundikê Melî hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li Gundikê Melî ya navîn li navçeya Dihê ya Sêrtê xwendiye. Di sala 2001’an de ji zanîngeha Dicleyê ji beşa Hiquqê mezûn bûye. Di sala 1996’an de helbesta wî ya yekemîn di kovara Jiyana …
Zêdetir BixwîneJiyana Abdullah Yavuz
Abdullah Yavuz di sala 1972’an de li bajarê Mûşe navçeya Milazgirê li gundê Hesenpaşayê hatiye dinê. Di heftsaliya xwe de dest bi dibistana seretayî dike pişt re li Xopanîka Diknûgê dibistana navîn diqedîne. Ji ber sedemên xizaniyê navber dide xwendina xwe ya dibistanê û lîseyê ji derve dixwîne ji ber …
Zêdetir BixwîneWATEYA PEYVA ”hîç”, ”qet” Û ”tew”Ê – Zeynelabidin Zinar
Di Zimanê Kurdî de wateya peyva HÎÇ, QET û TEWê, çendî ku hevwate ne jî, lê her yek di devereke cuda yê têgeha xwe tê bikaranîn. Peyva HÎÇ û ya TEWê, bi DNA û nasnameya xwe kurdî ne. Lê ya HÎÇê çendî ku kurdî ye, lê ji ber ku ewê jî …
Zêdetir BixwîneDI ZÎNDANÊ DE, BI TENÊ BÛ, BI SANCÎ BÛ – Lokman Polat
Rîhan dê bibana dayik. Ew bi êş bû, bi paşil bû. Di dilê xwe de canêkî din heldigirt. Hamîle bû, ji bo biwelide roj dijmardin, bi sancî bû. Yê ku di zikê wê da bû, hêvîya wê bû, dahatuya wê bû. Wê xeyal dadanîyan. Papik çêdikir, fanorî direfandin ji bo …
Zêdetir BixwîneJiyana Seyfedînê Kufercinî
Dengbêj di sala 1951’ê de li qeza Hezroyê, li gundê Kufercinê hatiye dinê. Li gund bi karê cotkarî û xwedîkirina heywanan mijûl dibe. Mekteb nexwendiye. Zewicandî ye û deh zarokên wî hene.
Zêdetir BixwîneJiyana Remezanê Tembelî
Dengbêj di sala 1963’an de li Fîsê, li gundê Tembela hatiye dinê. Ji zaroktiya xwe û virde ye li Amedê dijî. Mekteb nexwendiye. Albumeke wî ya bi bandrol heye. Hostayê seyandinê ye. Zewicandî ye û heft zarokên wî hene.
Zêdetir BixwîneJiyana Qutbedînê Farqînî
Dengbêj di sala 1951’ê de li qeza Silîvatê, li gundê Başkoyê hatiye dinê. Dibistan qet nexwendiye. Di sala 1993’an de koçî Amedê dike. Li Amedê bi karê dergevantiyê mijûl dibe. Zewicandî ye û heft zarokên wî hene.
Zêdetir BixwîneJiyana Mehemedê Tepê
Dengbêj di sala 1955’an de li qeza Gêlê, li gundê Tepê hatiye dinê. Mekteb nexwendiye. Karê înşaetan dike. Zewicandî ye û deh zarokên wî hene. Ji sala 1975’an û virde ye li Amedê dijî.
Zêdetir BixwîneJiyana Mehemedê Şêxanî
Dengbêj di sala 1962’an de li Hezroyê, li gundê Şêxanê hatiye dinê. Mekteba seretayî xelas kiriye. Di sala 1984’an de hatine li Diyarbekirê bi cihûwar bûne. Di înşaetan de karê fayanskeriyê dike. Zewicandî ye û bavê şeş zarokan e.
Zêdetir BixwîneJiyana Mehemed Eliyê Bedlîsî
Dengbêj di sala 1945’an de li Hîzanê, li gundê Arûsê hatiye dinê. Eslê wan ji Cizîrê ye, lê mezinên wî berî 150 salan çûne li Bedlîsê bi cihûwar bûne. Li Arûsê mezin bûye. Mekteb nexwendiye. Di sala 1970’î de hatine li Diyarbekirê bi cihûwar bûne. Stranan ji dê, xal û …
Zêdetir BixwîneJiyana Dengbêj Kazo
Di sala 1950’î de li Wanê, li gundê Elmanisê hatiye dinê. Teqrîben 26 albumên wî yên bi bandrol hene. Zewicandî ye. Li Îstenbolê dijî.
Zêdetir BixwîneJiyana Îsmeîlê Sêlîmî
Dengbêj di sala 1956’an de bajarê li Diyarbekirê, li gundê Sêlimiyê hatiye dinê. Eslê wan ji Serhedê ye. Bav û kalê wî berî 80 salan koçî Diyarbekirê kirine. Mekteb nexwendiye. Li gund bi karê wek cotkarî û xwedîkirina pez û dewaran mijûl dibe. Ji 12 saliya xwe û virde ye distrê. …
Zêdetir BixwîneJiyana Îbrahîmê Pîrikî
Dengbêj di sala 1958’an de li qeza Licê, li gundê Pîrikê hatiye dinê. Mekteb nexwendiye. Di sala 1995’an de hatine li Diyarbekirê bi cihûwar bûne. Di înşaetan de wek karker dixebite. Zewicandî ye û pênc zarokên wî hene.
Zêdetir Bixwîne