Di sala 1952’yan de li gundê Licokê ku girêdayî Licêya Amedê ye tê dinê. Dibistan li gundê wan tuneye bi mecbûrî di pênc saliya xwe de dest bi xwendina olî dike. Li ber destê seydayê rêzdar Hecî Rindalî dest bi xwendinê dike. Qûran, Nûbihar, Nehcûl Enam, Mewlûda Kurmancî, Mewlûda Zazakî …
Zêdetir BixwîneJiyana Memê Miksî
Di sala 1988’an de li gundê Arincê ji dayîk bûye. Arinc, girêdayî navçeya Miksa Wanê ye. Destpêka xwendinê li dibistana gund, ya navîn li navçeya Miksê, di sala 2002’yan de diqedîne. Ji ber şert û mercên jiyanê nikare xwendina xwe bidomîne. Zaroktiya wî jî di heman gundî de derbas bûye. …
Zêdetir BixwîneJiyana Mem Ronga
Mem Ronga bi navê xwe yê din Mehmet Tanrikulu yek ji helbestkarên nifşa Tîrêjê ye. Ew di sala 1952’yan de li Farqînê hatiye dinê. Wî li Amedê Beşa Zimanê Tirkî ya Enstîtuya Perwerdehiyê kuta kir. Wekî mamoste li Nisêbîn, Mazidaxî û Spartayê kar kir. Ji bilî helbestê edîtoriya Tîrêjê jî …
Zêdetir BixwîneJiyana Mem Farqînî – (Mehmet Çelik)
Di sala 1979’an de li Amedê hate cîhanê. Di sala 1993’yan de ber bi bayê azadiyê ket. Di sala 1994’an de hate dîlgirtin û cezayê mûebetê lê hat birîn. Di serî de li girtîgehên wek Konya, Burdur, Izmir F2, Adiyaman, Bolu T, BOLU E, Siverek T dimîne û niha jî …
Zêdetir BixwîneJiyana Mem Bawer
Di sala 1973’yan de li Bismilê li gundê Safya hatiye dinyayê. Di sala 1997’an de li Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehiyê diqedîne. Helbestên wî di kovarên wekî Jiyana Rewşen, Pelîn, Kevan, Kulîlka Ciwan, Tîgrîs û Pîtoresk de hatine weşandin. BERHEM: Monologên Evînên Kedîkirî, Helbest, Weşanên Bajar,2004 Stêrka Sêvê, Helbest, Weşanên Ronahî, …
Zêdetir BixwîneJiyana Mehmet Sait Alpaslan
Di sala 1972’yan de li Amedê ji dayik dibe. Heta zanîngehê perwerdeya xwe li Amedê didomîne. Zanîngeha Anadoluyê ji ber şertên polîtîk nivco dihêle. Di rojnameyên Newroz, Azadî, Welat, Evrensel, Roj û di kovarên Newroz, Deng, Toplumsal Dayanişma, Rewşen, Newroz Ateşi û Tîroj de helbest û nivîsên wî hatin weşandin. …
Zêdetir BixwîneJiyana Mehmet Oztaş
Di sala 1980’ê de li bajarê Rihayê, li navçeya Wêranşarê hatiye dinyayê. Di sala 1997’an de tevlî nava şoreşê dibe. Di sala 2004’an de tê girtin û bi cezaya mûebetê tê cezakirin. Li zindanên wekî Mêrdin, Amed, Mûş Semsûrê dimîne. Di zindanê de bala xwe dide ser wêjeyê. Bi Kurdî …
Zêdetir BixwîneJiyana Mehmet Masum Bilgiç
Di sala 01.02.1974’an de li gundê Gijalê (Varlik) ku girêdayî Cizîrî ye hatiye dinê. Bavê wî Îbrahim melayê gund bû. Heya çar saliya xwe li gundê Gijalê jiyaye, di pênc saliya xwe de bi malbatî koçî gundê Derbacya (Kurumcu) kirine. Xwendina xwe ya seretayî li gundê Derbacya bi dawî dike. …
Zêdetir BixwîneJiyana Leyla Şêr
Li gundê Hedilê yê girêdayî navçeya Hezexa Şirnexê ye hatiye dinyayê. Jiyana wê di nav koçberiyê de derbas bûye. Piştî ku dewlet gund û xaniyên wan talan û wêran dike koçber dibe û li gelek bajarên Anatolyayê digere, bi hesreta ax û welatê xwe diqijqije. Ew niha li bajarê Batmanê …
Zêdetir BixwîneJiyana Latif Epözdemir
Latif Epözdemir di sala 1956’an de li Sêrtê, gundê Minar hatiye dinyayê. Di sala 1974’an de li Dibistana Bilind ya Perwerdeyê, Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî kuta kiriye. Piştî 6 salên mamostetiyê, di derbeya 12 Îlonê de hatiye girtin. Piştî demekê ji hepsê hatiye der, sedema ku destê girtinê li …
Zêdetir BixwîneJiyana Lal Laleş
Helbestkar, wergêr û edîtor. Di sala 1975’an de li Qosera Mêrdînê ji dayîk bû. Lal Laleş Beşa Dîrokê ya Zankoya Dîcleyê kuta kir. Di navbera salên 1993-2006’an de di komên şanoyê yên serbixwe yên her wekî Tiyatro Anadolu, İmgesel Düşler û Teatre Orientê de wekî dramatûrg, rejîsor û rêveberê hunerê …
Zêdetir BixwîneJiyana Kevok Mizgîn
Di 13’ê Mijdara 1977’an de li Êlihê ji dayik bûye. Ji malbateke koçer e. Ji sala 1975’an ve jiyana koçberiyê terikandine û li Êlihê bi cih bûne. Ji sala 2008’an ve dest bi nivîsandina helbestan kiriye. BERHEM: Kulîlka Evîna Bêdeng, Helbest, Weşanên Nûbihar, 2018 https://www.bernamegeh.org/2020/09/06/helbesten-kevok-mizgin/
Zêdetir BixwîneJiyana Kemal Burkay
Burkay di sala 1937’de Li Kurdistana Bakur, hêla Dêrsim, li Gundê Dirban hatiye dinê. Bavê xwe dersdarê dibistana pêşîn bû, Burkay dibistana pêşîn li cem bavê xwe, li gundên Canîg û Dirban xwend. Piştre mekteba mamosteyan xılas kır, piştî wê jî li Enqerê di zaningehê da Huqûq xwend, di sala …
Zêdetir Bixwîne