Dengbêj di sala 1936’an de li Mûşê, li gundê Maûba hatiye dinê. Eslê wan ji qeza Sasonê ye. Mekteb xwendibû. Ji gundê Maûba koçî gundê Orgînosê kiriye û li wir muxtarî kiriye. Zewicandî bû. Neh zarokên wî hene. Di sala 2001’e de çû ser heqiya xwe.
Zêdetir BixwîneJiyana Huseynê Farî
Dengbêj di sala 1939’an de li Amedê, li gundê Farê hate dinê. Mekteba seretayî xwend. Piştî 23 saliya xwe koçî Amedê kir. Di sala 1970’î de sêlikên Kurdî dagirt. Zewicandî bû. Heft zarokên wî hene. Gora wî li gundê Farê ye.
Zêdetir BixwîneJiyana Hesenê Şilbêyî
Dengbêj di sala 1958’an de li qeza Hezroyê, li gundê Resileynê hatiye dinê. Mekteb nexwendiye. Di karê înşaetan de dixebite. Ji sala 1972’an û virde ye li gundê Şilbê dijî.
Zêdetir BixwîneJiyana Fetehê Gimgimî
Dengbêj di sala 1966’an de li Gimgimê, li gundê Virancê hatiye dinê. Mekteba seretayî xelas kiriye. Ji sala 1997’an û virde ye li Diyarbekirê dijî. Li Diyarbekirê karê dergevaniyê dike. Zewicandî ye û çar zarokên wî hene. Kekê dengbêj Şemsedînê Gimgimî ye.
Zêdetir BixwîneJiyana Evdirehîmê Pîrikî
Dengbêj di sala 1932’an de li qeza Licê, li gundê Pîrikê hatiye dinê. Dibistan qet nexwendiye. Zewicandî ye û heşt zarokên wî hene. Di sala 1979’an de koçî Amedê kiriye.
Zêdetir BixwîneJiyana Evdilhadiyê Arzûoxlî
Dengbêjekî hêja ye. Tam nayê zanîn ku kîngê hatiye dinê. Li gor ku tê gotin di dema “Seferberlixê” de 6-7 salî bûye. Li Kopê, li gundê Dignûgê hatiye dinê. Bi eslê xwe ji eşîra Hesenan e. Piştî ku mezinên wî koçî gundê Arzûaxlî ya bi ser Amedê ve dikin, li …
Zêdetir BixwîneJiyana Erebê Şûtî
Dengbêj di sala 1913’an de li qeza Stewrê, li gundê Şûtê hatiye dinê. Mekteb nexwendiye. Bi karê hostatiya dîwaran mijûl dibe. Zewicandî ye û heşt zarokên wî hene.
Zêdetir BixwîneJiyana Elîcanê Pasûrî
Dengbêj Elîcan di sala 1963’an de li qeza Pasûrê, li gundê Malêhafê hatiye dinê. Ji kar de ketiye. Zewicandî ye û çar zarokên wî hene. Ji sala 1984’an û virde ye li Amedê dijî.
Zêdetir BixwîneJiyana Cemalê Neniyasî
Dengbêj Cemal di sala 1954’an de li qeza Licê, li gundê Neniyasê hatiye dinê. Eslê wan ji Serhedê ye. Bi pişt re hatine li gundê Neniyasê bi cihûwar bûne. Mekteba seretayî xelas kiriye. Li Derê Mêrdînê li cem Qehwa Ebas dikaneke wî heye, tê de titûnê difroşe. Ji sala 1975’an …
Zêdetir BixwîneJiyana Bekirê Îdirî
Di sala 1945’an de li Îdirê li gundê Alûtê hatiye dinê. Mensûbê eşîra Birûkan e. Ji donzdeh saliya xwe de ye distrê. Li îdirê dikaneke wî ya malzemeyên avê heye, bi wê debara xwe dike. Di herêmê de dengbêjekî navdar e.
Zêdetir BixwîneJiyana Dengbêj Teyibo
Di sala 1933’an de li Misircê, li gundê Zêwikê ve hatiye dinê. Dibistan qet nexwendiye. Eslê wan ji Motka, ji eşîra Babosiyan e. Di sala 1973’an de koçî bajarê Sêrtê dike û li wir bi karê înşaetê mijûl dibe. Bi pişt re di sala 1992’an de teqawud dibe. Du jinên …
Zêdetir BixwîneJiyana Mehmed Salihê Beynatî
Di sala 1938’an de li Silîvayê, li gundê Beynatê hatiye dinê. Dibistan qet nexwendiye. Di sala 1970’î de koçî qeza Silîvayê dike û li wir dengbêjiyê dike. Di sala 1981’ê de mala xwe dibe Mala Badê piştî sê salan, di sala 1984’an de diçe ser heqiya xwe. Heft zarokên wî …
Zêdetir BixwîneJiyana Sidîqê Bozo
Di sala 1954’an de li Çewlikê, li qeza Kanîreşê, li gundê Baxçe hatiye dinê. Di nav gel de wek Sidîqê Kurmanc tê naskirin. Dibistana navîn xelas kiriye. Zewicandî ye û çar zarokên wî hene.
Zêdetir Bixwîne